• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
NATO’yê hişyarî da Tirkiyê

NATO’yê hişyarî da Tirkiyê


barkirin: Êlûn 22, 2015, 11:22


Di civîna îro 22 Îlonê ya NATO (North Atlantic Treaty Organization) yê  de, Sekreterê Giştiyê NATO yê, Jens Stoltenberg derbarê şerê di navbera Dewleta Tirk û Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê hişyarî da got: ‘Mafê Tirkiye heye ku li hemberî êrîşan xwe biparêze, lê divê ev welat nebe êrişkar, divê Tirkiyê di çarçoveya parastinê de bimîne û pirsgirêk neyên kûr kirin.’

Ev hişyar kirin zêdetir derbarê êrişên hewayî yên Tirkiyê bo ser baregahên PKK’ê ne. Stoltenberg diyar kir êrişên hewayî pêvajoya aşitiyê ya di navbera herdu aliyan de dixe metirsiyê: ”Mafê her welatî heye ku xwe biparêze. Lê divê ev di çarçoweya parastinê de bimîne û pirsgirêk bê sedem neyên kûrkirin”.

Di beşeke din ya axiftina xwe de Stoltenberg got: ”Tirkiye xwedî artêşeke mezin û hêzên ewlekariyê yên bihêz e. Bi vî awayî her hevkariyeke bejahî ya vî welatî ji aliyê NATO’yê ve dixitime. Tirkiye bê NATO jî dikare xwe biparêze”.

Herî dawî di (28.07.2015)’an de  Nûnerên 28 welatên endamê NATO’yê, li ser daxwaza Tirkiyê li paytexta Belçîka, Brûkselê civiyabûn.

Ev civîn li ser daxwaza Tirkiyê û piştî zêdebûna tundî û tijiyên li wî welatî, pêkhatibû.

Li ser zarê Berdevkê NATO’yê, Oana Lungescu, bi vê civînê re di dîroka NATO’ê de ev pêncemîn car bû endamên NATO’yê li ser daxwaza welatekî dicivin.

Li gor madeya 4’emin ya peymana Atlantîk a Bakur NATO’yê, ger liser ax, serxwebûna siyasî yan jî ewlekariya welatekî endamê  bikeve metirsiyê, ev welat dikarin daxwaza şêwrê bi welatên din yên endam re bikin.

dîtin: 189

Pêveker:

nato’yê hişyarî da tirkiyê