• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Navdarên Ewropî bi beyanameyê Erdoxan şibandin Hîtler

Navdarên Ewropî bi beyanameyê Erdoxan şibandin Hîtler


barkirin: Pûşper 25, 2013, 9:45


Navdarên Ewropî di rojnameya The Times ya Brîtanî de beyanameyek hevbeş weşandin û serokwezîrê Tirkiyê R.T. Erdoxan şibandin Hîtlerê.

Navdarên Ewropî ku ji rewşenbîr, hiquqnas û hunermendan pêk dihên di rojnameya The Times de beyanameyek weşandin û serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoxan şibandine Hîtler. Beyaname raste rast weke nameyak ji bo Erdoxan hatiye nivîsandin û sernivîs bi peyva Birêz Erdoxan destpê dike.

Di beyanameyê de helwesta hikumetê ya li beramberê xwepêşanderên Parka Geziyê bi tundî dihête rexne û şermezar kirin û mîtîngên AKP’ê yê bi navê ‘Rêz ji bo vîna Millî’ jî dişibînin civînên Naziyan yên Nurnbergê.

Di beyanameyê de xwepêşander weke ciwanên dixwazin komar laîk bimîne dihêne destnîşankirin. Her weha dihête gotin ku li Tikriyê ji Çîn û Îranê zêdetir rojnamevan girtîne. Beyaname dibêje Erodxan ji aliyekê ve dixwaze welatê xwe bike endamê Yekitiya Ewropayê ji aliyê din ve jî rexneyê serokên Ewropayê qebûl nake. Li gor peymana 9 Tebaxa 1949’an Tirkiye endamekê Konseya Ewropa ye û di 18 Gulana 1954’an de jî peymana mafê mirovan wajo kiriye. Di encama beyanameyê de dihête gotin ku Erdoxan bûye sedema mirina 5 kesan û dihête îdîakirin ku dê Erdoxan li Strasburgê bihête dadgeh kirin.

Navê navdarên beyaname weşandine ev in:

– FAZIL SAY, hunermend

– ANDREW MANGO, nivîsakarê biyografiya Ataturk

– HUGO PAGE, parêze

– RONALD THWAITES, parêzer

– DAVID LYNCH, Derhêner û xudanê xelata Palmiyeya zêrîn

– SEAN PENN, Aktor û Derhêner, xudanê xelata Oscar

– VANESSA REDGRAVE, lîstokvanê sînemayê, xudanê xelata Oscar

– SUSAN SARANDON lîstokvanê sînemayê, xudan xelata Oscar

– SIR BEN KINGSLEY, Aktor,  Bi filma “Gandhi” xelata Oscar wergirt

– JAMES FOX, aktor

– FREDERIC RAPHAEL, nivîskar

– SIR TOM STOPPARD, Senaryo nivîs

– CHRISTOPHER HAMPTON, Senaryo nivîs

– LORD JULIAN FELLOWES, Senaryo nivîs

– VILMOS ZSIGMOND, Sinematograf,

– BRANKO LUSTIG, derhêner

– RACHEL JOHNSON, nivîskar

– EDNA O’BRIEN, nivîskar

– CHRISTOPHER SHINN, Senaryo nivîs

– DAVID STARKEY, dîroknas

– LADY CHOLMONDELY, serokê Chopin Society

– LORD MONSON, nivîskar

– LORD STRACHCARRON, derhênerê belgefilman

– DOWNSHIRE MARKİSİ, welatî

– JEREMY CORBYN MP, parlamenterê partiya karker

– EDMUND KINGSLEY, aktor

– IGOR USTINOV, heykeltraş

– MAURICE FARHI MBE, nivîskar

– JACK FOX, aktor

– CLAIRE BERLINSKI, nivîskar

– OONA CHAPLIN, lîstokvanê sînemayê

– FUAD KAVUR, derhêner

Rewanbej.com

 

dîtin: 358

Pêveker:

navdarên ewropî bi beyanameyê erdoxan şibandin hîtler