• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Navê General Mistefa Barzanî | Kakşar Oremar

Navê General Mistefa Barzanî | Kakşar Oremar


barkirin: Adar 1, 2015, 2:37


Dema navê wî tê bihîstin, gelek tişt têne bîra min. Babê min, yek ji pêşmergeyên ku ji nêzve Barzanî dîtibû dema ku navê wî dibihîst, suhbeteke wisa nostaljîk, tije bîranîn û germ bi mêvanên xwe re dikir ku mirov neçar dima heya dawiyê guhdarî wî bike. Gotineke wî wiha bû ku herdem ducare dikir:” Mele Mistefa weke kesê nebû. Ew babê feqîr û hejara bû. Li kîderê bûya, heta li ser çiyayekî jî bûya dizanî çawa derdê xelkê derman bike. Hekîm û loqman bû. Qedirê şervanên xwe, qîmeta mîrasê xwe û pêşmergeyên ku di dema komara sala 1946an li gel wî bûn û piştre hinek pêre çûbûn Sovyetê, baş dizanî…”
Bapîrê min Xurşîd Oremarî şervanekî şereşa sala 1945an û serdema komarê û yek ji wan 500 şervanên leheng bû ku bi general Barzanî re çû Sovyetê, lê qet venegerî cem zarokên xwe yê sava. Ew di şerekî da birîndar û sala 1949an li Taşekendê şehîd bû. Xwedî dengekî xweş û dibêjin dema ku rehmetî general Mistefa dilteng dibû, jêre wiha digot:” Xurşîd ka lawkekê bêje, xemên me li vê dinyayê giranin babo….”
Axxx… wî dengbêjê şervanê azadiyê, dengxweşê dîwana mezinên doza xwe, li xerîbistan çiqas xwezî û hesret bi xwe re birin bin axa sar, qet nayê gotin û nivîsandin.

Bi bihîstina navê general Mistefa Barzanî re: çiya, şervanî, befira bi xwînê sorbûyî, rext û xencer, aştîxwazî, edalet, wekhevîxwazî, Kerkûk, Pêşewa Qazî Mihemed, Qarine, berxwedan, mêrxasî û pêvajoyeke dîroka me ya tije ked, xwîn û serketin-binkeftin, koçberî û penaberî tên bîra me.

Li ser wefata nemir Barzanî 36 sal derbas bûn. Hêşta jî xewnên wî, Pêşewa Qazî, Simkoyê Şikak, Seyîd Riza Dêrsimî, Şêx Seîdê Pîran, Dr Fûad, Mezlum Dogan, Kemal Pîr, Sakîne Cansiz, Cegerxwîn, Celadet Bedirxan, General Îhsan Nûrîpaşa, Dr Qasimlo, Îbrahîm Ehmed, general Heme Husênxanê Sêyfê Qazî, Şêxê pîr Îzedîn Huseynî û hezaran şehîdên doza Kurdistanê nehatine cih. Lê di roja îro da Kurd li her derê, li Kobanî, Şingal û Kekûkê şerê paşverotiyê û Daîşên cinayetkar dikin. Şerê wan lîder, leheng û çelengan jî li dijî înkarger û siyasetmedarên bêexlaq û bêwijdan bû.

BI BÎRANÎNA NIRXÊN XWE YÊN NETEWÎ BILA NAV; DESTKEFT Û KEDA WAN QET Û QET JI BÎRA ME NEÇE.
HEVALNO JI DÎROKA XWE YA AZADÎXWAZIYÊ XWEDÎ DERKEVIN.

01 02 03 05 06 07 08 09

dîtin: 1177

Pêveker:

navê general mistefa barzanî kakşar oremar