• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Navê “Kurdistan” ji aliyê dadgeha bilind ve hate pejirandin

Navê “Kurdistan” ji aliyê dadgeha bilind ve hate pejirandin


barkirin: Pûşper 13, 2013, 11:44


Li bajarê Kurdistanê Riha yê biryareke ku ji bo tirkiyê dîrokî be hate dayîn. Navê zaroka Kurd wekî “Kurdistan” hate pejirandin.

Li Hilwan a ser bi Riha yê ve, navê zarokeke keçik ya Kurd weke “Kurdistan” hate pejirandin.

Destpêkê malbata Yunus û Elif Toprak serdana ciyê nasnamê kirin û navê zaroka xwe Kurdistan lêkirin. Nasnameya zaroka xwe girtin û hatin malê. Di heman rojê de ji aliyê saziya nasnameyê ve hatin bankgirin, rayedarên rêvebiriya saziya nasnamê diyar kirin ku navê “Kurdistan” bi xeletî hatiye lêkirin û hate diyarkirin ku navê “Kurdistan” qedexeye. Li ser vê bûyerê dê û bavê Kurdistan bi dakokî ser xwesteka xwe rawestan. Li ser vê yekê saziya nasnameyê di derbarê dê û bavê Kurdistan de doza tawanbariyê vekir. Dozgerê Komara Hilwanê jî ev gilî hilgirte dest û dozeke dadgeheke bilindtir vekir. Di ve dadgehê de jî hate diyarkirin ku ” navê zarokan divê li gorî civakê bête lêkirin. Nav divê kesayeta zarok xirab neke û ji bo jiyana wî ya pêşerojê nebête arîşe û di heman demê de divê nav xisarê nedê civakê.” Hate diyarkirin ku navê Kurdistan ji ber rewşa tirkiyê di dema pêş de dê li ser jiyana zarok bibe kirdareka xirab û jiber vê yeke şûna navê Kurdistan navê “hêlîn” hate lêkirin.
Malbata Kurdistan doza xwe bernedan û giliyê xwe yê dijî vê bûyerê raveyî dadweriya bilind kirin. Daira Dadweriyê ya 18. da diyarkirin ku li gorî yasayên bilind yê tirkiyê her dê û bav dikare her navekî li zarokên xwe bike û di vî warî de tu astengî nînin. Hate diyarkirin ku eger nav biyanîjî bin qedexe li ser wan nîne û mafê dê û bav ewe ku çi navî bixwazin dikarin li zarokên xwe bikin. Di berdewamiya biryarê de hate diyarkirin ku ji xwe navekî ku di nasnameyê de hatibê nivîsin nabe ku carekîdîtir bi biyanoya xeletiyê bête guhertin.

Bi vî rengî navê “Kurdistan” bi awayekî fermî hate pejirandin.

Dê û bavê Kurdistan jî diyarkirin ku ewana navê erda xwe li zaroka xwe kirine û eve tiştekî gelekî asayî û mirovana ye. Bi vî awayî navê zaroka wan “nav: Kurdistan pasnav: Toprak(Erd)” hate danîn.

rewanbe.com

dîtin: 378

Pêveker:

navê “kurdistan” ji aliyê dadgeha bilind ve hate pejirandin