• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Navgînên xwedî teknîka herî nû li Frankfurtê hatine nasandin IAA 2015 Frankfurt

Navgînên xwedî teknîka herî nû li Frankfurtê hatine nasandin IAA 2015 Frankfurt


barkirin: Êlûn 20, 2015, 12:30


Navgînên bi teknîka herî nû ve tijî îro li bajarê Elmanya Frankfurtê hatine pêşandan.
Di pêşangeha Frankfurtê ya navgînan de otombîlên herî dawî yên cîhanê bi sedhezaran kes hatin pêşandan.
Pêşangeha Navgînan bi navê IAA her du salan carê li Frankfurtê tête lidarxistin. Îsal 17 ê Îlûnê destpê kir û sibê (21.09.2015) bidawî dibe. Pêşangeh di herdu rojên destpêkê de tenê ji bo pêşkeşvana, xwedanê companyay û mêvanên taybet vekiriye. Îro jî ji bo herkesekî vekirî bû.

Bi sedhezara mirov ji herdeverên cîhanê beşdarî pêşangehê bûn. Di pêşangehê de herî zêde navgînên elektrîkê bal kişandin. Piraniya navgînan him ser elektrikî him ser gazolê hatibûn derhênan.

Bi taybet di pêşangeha Mercedes ê de bi dehhezaran mirov tevayî rojê mane di rêzê de. Di pêşangeha Mercedesê de navgihîna nû wekî `Concept IAA` navgîna bê nav hate nasandin ku piraniya xwe ji camê pêk dihat û xwedan taybetmendî û teknîka herî pêşketî ya cîhanê bû.

Wekî dîtir jî Mercedesê navgînên xwe bi belgîrên zêde û hêza zêde dane nasandin.

Wekî dîtir navgînên Îtalî wekî Maseratî, Lamborghini jî di rêzên pêş de cih digirtin.

Li gorî salên bihûrî îsal di hemî navgînan de giranî bo teknîkê hatibû dayîn lê li gel wêya jî şewitandina gazolê li gorî pîvanên cîhanî jî mijara serekî bû. Teknîka mitoran di asta herî bilindde hatibû pêşxistin û bi taybet mitorên dualî yên him bi elektrîkê him bi gazolê kar dikin derdiketin pêş.

 

 

Rewanbêj / Aras Rizgar / Eyub Demir

dîtin: 1948

Pêveker:

navgînên xwedî teknîka herî li frankfurtê hatine nasandin iaa 2015 frankfurt