• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ne li Hewlêrê, lê li Silêmaniyê yekemîn Nivîsîngeha Kantonên Rojava

Ne li Hewlêrê, lê li Silêmaniyê yekemîn Nivîsîngeha Kantonên Rojava


barkirin: Gelawêj 18, 2015, 10:43


Doh 15ê Tebaxê, nivîsîngeha nûnertiya Kantonên Rojavayê Kurdistanê li herêma Kurdistanê vebû.

Di merasîma vekirina nûnertiyê de, Wezîrê kar û barên derve ya Kantona Cizîrê û cêgira navbirî, Amîne Osê û hejmareke serkirdeyên YNKê û part û aaliyên din yên siyasî yên Herêma Kurdistanê vebû.

Lê rê li ber vê hatiye girtin ku li bajarê Hewlêrê ev nivîsîngeh bê vekirin. Nûneratiya rêveberiya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê û herêma li jêr kontrola YNKê de hatiye vekirin û yekemîn nivîsîngeha kantonên Rojava li derveyî vê parçeya Kurdistanê ne.

Çend meh berê û di germe germa şerê Kobanê de, Parlementoya Kurdistanê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest Kantonên Rojavayê Kurdistanê bi fermî nas bike û bi wan re peywendiyan çêbike, lê hikûmeta herêma Kurdistanê heya niha ev yek qebûl nekiriye.

Beşek ji çavdêrên siyasî dibêjin, nasnekirin û rê lêgirtina vekirina nivîsîngeha Kantonên Rojava ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ji ber nakokiyên di navbera PKK ê û PDKê de ne.

dîtin: 414

Pêveker:

ne li hewlêrê li silêmaniyê yekemîn nivîsîngeha kantonên rojava