• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Neçin Tirkiyê

Neçin Tirkiyê


barkirin: Êlûn 3, 2013, 1:53


Wezareta karên derve yê Rusyayê şiyarî da welatiyên xwe da neçin Tirkiyê. Di demên dawî de li Emerîka û hind welatên din girtin û destgîrkirina welatiyên Rusî zêde bibû. Di nava van welatan de Tirkiye jî heye.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Rusyayê Ria Novosti, wezareta karên derve yê Rusyayê daxuyaniyek belav kiriye û gotiye ku Emerîka û welatên berdestên wê welatiyên Rusî digre û radest dike. Di vê çarçoveyê de li Litvanyayê Dmitry Ustinov, li Îspanyayê Dmitry Belorossov, li Kosta Rika Maksim Çukharev, li Komara Dominik Aleksander Panin hatine girtin.

Wezaret ji welatiyan dixwaze neçin van welatan. Di nava van welatan de navê Tirkiyê jî heye.

Rewanbej.com

 

dîtin: 215

Pêveker:

neçin tirkiyê