• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Nêçîrvan Barzanî; Me di wê baweriyê de nîne Tirkî arîkariya DAÎŞ kiribe dijî herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî; Me di wê baweriyê de nîne Tirkî arîkariya DAÎŞ kiribe dijî herêma Kurdistanê


barkirin: Êlûn 24, 2014, 9:36


Nêçîrvan Barzanî roja dûşembê (22.09.2014) daxuyaniyek da rojnamevanan û di vê daxuyaniyê de nêrînên balkêş ragihandin. Daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî bi rêka NRT de hate belavkirin. Di daxuyaniy Nêçîrvan Barzanîde mijara peywendiyên Tirkî û DAÎŞ wekî dîtir jî peywendiyê Hikumeta Herêma Kurdistanê û Tirkî jî hatine derbirîn.
Nêçîrvan Barzanî di ragihandina xwe de diyar kir ku – em di wê baweriyê de nînin ku Tirkiye dijî herêma Kurdistanê arîkariya DAÎŞ kiribe.- Piştî vêya jî berdewam got ku – Tirkiye hetanî neha di gelik demê tengasiyê de harîkariya me kiriye û di dema pêş de dê peywendiyê me li gel Tirkiye pêşdetir biçin.-
Daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî bi taybet di demeke wisan de ku hemî cîhan peywendî û arîkariya Tirkiyê ji bo DAÎŞ di axife de hişt ku raya giştî ya Kurdan sersam bibe.
Bi taybet jî di demeke wisan de ku Emerîka belgeyên nû belav kirî û peywendî û piştevaniya Tirkî ji bo çeteyên DAÎŞ êdî bi her awayî aşkere bûyî de Nêçîrvan Barzanî bi vê daxuyaniya xwe ve ne tenê piştevaniya xwe bo Tirkiyê di heman demê de helwestekî piştevaniyê ya aşkere ji bo Hikumeta Tirkiyê jî da diyarkirin. Wekî dîtir jî xaleka giring ya axaftina Nêçîrvan Barzanî ew bû ku got;  – Bi taybet dijî herêma Kurdistanê Tirkiye piştevaniya DAÎŞ nekiriye- jî aşkere dike ku çêdibe dijî PYD an jî dijî Kurdan Tirkî piştevaniya DAÎŞ kiribe lê dijî hikumeta herêma Kurdistanê piştevaniya DAÎŞ nekiriye.

dîtin: 642

Pêveker:

nêçîrvan barzanî me di baweriyê de nîne tirkî arîkariya daÎŞ kiribe dijî herêma kurdistanê