• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Nelson Mandela mir Nelson Mandela kiye?

Nelson Mandela mir Nelson Mandela kiye?


barkirin: Sermawêz 6, 2013, 10:40


Duhunê Serokkomarê Efrîqa Başûr ragihand ku Nelson Mandela miriye. Mandela 95 salî bû.

Nelson Mandela ku temenê xwe gorî dijberiya cudaheziya nijadperestî kiribû û di vê rêkê de 27 salên xwe di zindanê de bihurandibû piştî nexweşiya demdirêj û giran jiyana xwe jidest da. Li tevayî welat hetanî termê Mandela radestî axê bête kirin şîn hate ragihandin û al hatin nîvcekirin.

 

Nelson Mandela kiye?

Navê wî bi tevayî Nelson Rolihlahla Mandela ye. 18 Tîrmeh 1918 li Efrîqa başûr li gundê Mvezo nêzîkî Transkei Umtata hatiye dinê. Bavê yî Gadla Henry Mandela serokê qabîla Thembu bû û bi tevayî ji çar jinan neh keç çar kur tevde sêzde zarokê wî hebûn. Dayika Mandela jî jina Gadla ya sêyem Fanny bû.
Mandela 7 salî dema dest bi dibistanê kir, di malbata xwe de yê ku destpêkê dest bi xwendinê kirî ew bû. Navê xwe yê Nelson ji Fermandarê berîtanî û mamosteyê wî Horatio Nelson wergirt. Di 9 saliya xwe de bavê wî ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Mandelayê ku di 16 saliya xwe de dest bi Clarkebury Boarding Institute kir bernameya li ser çanda rojavayê ya ku diviya di 3 salan de bidawî bike di 2 salan de qedand. Di sala 1937 ê de di 19 saliya xwe de kete Healdtown ê di Fort Beaufort College de perwerdeya xwe berdewam kir. Mandela di dibistanê de di bazdan û boxê de jîr bû. Paşê derbasî zankoya Fort Hare bû. Lê di vira de di dema xwendinê de tevlî bûyerên siyasî bû kete nav bûyerên navbera licneya nûnertiya xwendevanan û polêsan de. Bi tawanbarkirina ku wî bi xwe ev bûyerana birêve birine ji dibistanê hate dûrxistin.

Piştî ku ji dibistanê hate dûrxistin ji Transkei yê derket û çû Transvaalê. Li vira demekê di ciyê madenê de karê polêsiyê jî kir. Di vê demê de xwendina xwe ya zankoyê ku nîvçe hiştibû bi rêka nameyan berdewam kir. Sala 1942 yê di Zankoya Witwaterstrand beşa Dadweriyê bidawî kir û dest bi parezeriyê kir. Navdariya parêzerê reşik yê destpêkê yê welat wergirt. Di sala 1944 ê Beşdarî Kongra Netewî ya Efrîqa bû (ANC-African National Congress) ya ku ji aliyê gelve hatibû ava kirin. Di sala 1948 ê bû pêşengê Yekîtiya Ciwanan û paşê jî di sala 1950 î de jî wekî serok hate hilbijartin. Bi vî awayî êdî bû pêşengekî tevgera rizgariya reşikan. Di sala 1952 yan de bû Serokê Eyaleta Transval yê Kongreya Netewî ya Efrîqa, di heman salê de bû wekîlê serokê Kongrê. Di vê demê de Tevgera baskê kongrê yê çekdarî Umkonto û Sizwe (Tîra Netewî) ava kir û di sala 1961 ê de bû serokê wê.

Di sala 1962 yan derkete derve ji bo ku bo xwe destekê kom bike. Welatên Berîtanya û Efrîqa geriya. Ji welatên Efrîqa û yên sosyalîst arîkariya pera û çekan wergirt. Dema vegeriya welat bi hizrên ku bê destur derketiye derveyî welat, gel dijî desthiyatliyê rakiriye, kuştin û teqandin kiriye hate darezandin. Mandela jî hertim ew yek parest ku –Desthilatiyeke ku nûnertiya tevayî gel nake û parlementoyeke ku tenê yasayê di xizmeta sipiyan de kar dimeşîne û ew jî nave ku van yasayan bipê. Ji ber van hizrên xwe di sala 1962 yan de ji aliyê rêvebira mirovên sipî destpêkê 5 sal dîsan 14 ê hezîranê 1964 ê jî bi heceta ku pilaneke veşartî darêştiye ji bo ku Hikumeta Efrîqa başûr hilweşîne bi cezayê zindanîbûna hetanî mirinê hate darezandin. Bi vê rewş û helwesta xwe êdî Nelson Mandela bû Remza hemî reşikên Efrîqa yên ku dijî nijandperestiyê têdikoşin.
Kesê ku wekî mehkumê herî navdar yê cîhanê tête binavkirin 27 salan li Efrîqa Başûr li Robbon Islan dê girtî ma. Di salên 80 yan de li hemî cîhanê êdî tekoşîna dijî nijadperestiyê derketibû pêş. Ji ber vê yekê jî navê Nelson Mandela gelek belav bû. 2 yê Sibatê 1990 î Serok Komarê Komara Efrîqa Başûr Frederik W. De Klerk qedexeya 30 salî ya ku li ser Kongra Netewî ya Efrîqa hatî danîn rakir û Bexşîna girtiyan jî ragihand. Ji ber vê yekê jî Nelson Mandela piştî 27 salan ji girtîgeha Cape Town ê derket û gihişte azadiya xwe. Dema ku Mandela serbest hatî berdan 71 salî bû. Serbestbûna Nelson Mandela li tevayî cîhanê deng veda û bi taybet jî di warê dijîbûna nijadperestiyê de wekî remzekê di nav gelê cîhanê de hate nasîn. Derveyî reşikên Efrîqa başûr di tevayî cîhanê de mirov bi vê bûyerê kêfxweş bûn.
Di sala 1991 ê de Nelson Mandela bû Serokê Kongra Netewî ya Efrîq. Tekoşîna Nelson Mandela ya dijî nijadperestiyê di dema 18 ê Adarê 1992 yê de encama xwe da. Destûra bingehîn ya ku ji Aliyê Serokkomar De Klerk ve hatî darejandin û ji bo reşika jî mafê hemwelatiyê yê hevbeş dinase bi rawergirtina gel ya giştî ve hate pejirandin.
Nelson Mandela dibêje – Tekoşîn jiyana mine, Hetanî dawiya jiyana xwe ez dê bo serxwebûna reşikan têbikoşim-: Hertim ji bo avakirina Efrîqayeke Başûr ya Demokratîk hewl da. Mandela di nava 40 salî de ji 100 î zêdetir xelat wergirtin. Efrîqîyên Başûr di wê baweriyêdene ku, ew kesê wekî –Şervanê Azadiyê- binav dikin eger nebaya, dê Efrîqayeke Başûr ya demokratîk jî nebane.

Sala 1962 xelata Lenîn, 1979 ê xelata Nehru, 1981 ê Xelata Mafê mirovan ya Bruno Kreisky, 1983 xelata UNESCO ya Simon Bolivar, 1993 jî bi Frederik W. De Klerk ve xelata Nobel ya Aşîtiyê wergirt.

Nelson Mandela di sala 1992 yê de ji aliyê komara tirk ve xelata aşîtiyê ku biryar hat girtin da bidinê de wernegirt û ne pejirand.

Sala 1994 ê Nelson Mandela bû serok komarê Efrîqa başûr û di heman demê de serokê yekem yê reşik.
Mandela di sala 1999 yê de edî kete pêvajoya bêkariyê lê dîsan jî karên xwe yên parêstina mafê mirovan û parêzvaniya mafên civakî berdewam kirin.
Mandela 3 caran zewicî. Jina wî ya yekem ji herêma Transkei Evelyn Ntoko Mase sala 1944 ê, cotên ku 13 sala pêkve man 3 zarokê wan çêbûn. Jina wî ya dûyem Winnie Madikizela-Mandela bû . Jina wî ya dawî jî ya ku di 80. Salvegera xwe de pêre zewicî Graça Machel e.

 

Berhev:Rewanbêj

dîtin: 147

Pêveker:

nelson mandela mir nelson mandela kiye