• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Neteweyên Yekbûyî: Serdana Barzanî ya Bexdayê erêniye

Neteweyên Yekbûyî: Serdana Barzanî ya Bexdayê erêniye


barkirin: Pûşper 8, 2013, 2:21


Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Îraqê Martîn Kobler bi daxuyaniyekê ragehand ku ew weke Neteweyên Yekbûyî serdana serokê herêma Kurdistanê Mesût Barzanî ya ji bo Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Îraqê weke pêngavekê erênî nirxand.

Roja Yekşemê serokê herêma Kurdistanê Mesût Barzanî bi serdanekê fermî gehiştibû Bexdayê û bi serok wezîrê Îraqê Nûrî Malîkî re hevdîtinek pêkanî bû. Piştî hevdîtinê her du serokan bi civînekê çapemeniyê ragehandibû ku ji bo çareserkirina arîşeyên nabera Hewlêr û Bexdayê dê lijneyên hatine avakirin dest bi kar bikin. Der barê vê serdanê de nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Îraqê Martîn Kobler daxuyaniyek belav kir û got ku vê civînê daxwaza aliyan ya ji bo çareserkirina arîşeyan aşkira kiriye. Eve tişteke pozîtîve ku dê ev hewl encamên erênî li ser gelê Îraqê jî bike. Neteweyên Yekbûyî jî amadeye ku hemû awayê harîkariyê dabîn bike.

dîtin: 312

Pêveker:

neteweyên yekbûyî serdana barzanî ya bexdayê erêniye