• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Yekitiya Ewropayê nûnertiyekê bo penaberan li Hewlêrê vedike

Yekitiya Ewropayê nûnertiyekê bo penaberan li Hewlêrê vedike


barkirin: Adar 28, 2014, 3:20


Yekitiya Ewropayê ragehand ku dê bi mebesta alîkariya penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Herêma Kurdistanê bicih bûne, nûnertiyeke xwe li Kurdistanê veke.

Doh  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Hewlêrê pêşwaziya şandeke YE’yê kir ku ji nûnerê taybet ê Komîsara Bilind a YE’yê bo Karûbarên Derve Crîstian Berger û balyoza YE’yê li Iraqê Yana Haypaşkova û hinek berpirsên din ên Ewropayê pê hatibû.

Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir ku di hevdîtinê de rewşa niha ya Iraqê, hilbijartinên Iraq û Herêma Kurdistanê hatine gotûbêjkirin. Di vê derbarê de YE’yê piştgiriya xwe bo hilbijartinan anî ziman û ragihand ku ew dê tîmeke taybet bo amadekarî û çavdêriya hilbijartinan bişîne Iraq û Herêma Kurdistanê, û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî pêşwaziya vê yekê kir û girîng nirxand.

Ji aliyek din ve şanda YE’yê di vê hevdîtinê de da zanîn ku di nav çend hefteyên dahatû de bi mebesta alîkarîkirina mirovî ya penaberên Sûriye û Iraqê yên li Herêma Kurdistanê nûnertiyeke xwe li Hewlêrê veke. Herwiha şanda Yekîtiya Ewropî pesnê Herêma Kurdistanê da ku bi awayekî baş xwedî li penaberan derketiye.

dîtin: 386

Pêveker:

yekitiya ewropayê nûnertiyekê bo penaberan li hewlêrê vedike