• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Newroza Rojavayê Kurdistan | Zanyar Umranî

Newroza Rojavayê Kurdistan | Zanyar Umranî


nivîskar: Dêrsim Oremar
barkirin: Adar 27, 2015, 4:08


Zanyar Umranî
Ji Farisî Werger: Dêrsim Oremar

 

Îsal li Kurdistana Sûriyê xwîn û tund û tijiyan û du teqînan, hal û hewayê Newrozê guherand. Teqîn li du meydanên sereke yên li darxistina cejna Newrozê çêbûn. Di encama wan teqînan de herî kêm 35 kuştî û 150 birîndar çêbûn.

Di dema çêbûna teqînan de ez li Qamişloyê bûm. Me xwe ji bo merasîma Nerwozê amade dikir ku ji teqînên Hesekê agahdar bûn. Ez tevî çend rojnamevanên herêmî ji bo amadekirina raport derbarê rewşa birîndaran ber bi nexweşxaneya Amûdê ve çûm.

Rêwîtiya di deştên şîn û baranxawriyên Kurdistanê ger bi bihîstina nûçeyên wisa nexweş re nebe, mirovan ber bi gelek cihan ve dikşîne.

Kurdistana Sûriyê berovajî nêrîna raya giştî ku bawerin herêmeke çiyayî ye, hemû deşte. Di deştên şîn yên li ser riya me de, tenê têldirî û burcên şopandina Tirkiyê rengên xwe ji kesikatiya deştên Kurdistanê cuda dikirin.

 

Li bajarê biçûkê Amûdê ku di dabeşkirina sîstema xwerêveberiya Kurdan de, paytexta kantona Cizîrê tê hesibandin, jineke xemgîn li nexweşxanê dibînim. Nêz dibim û agahdar bûm ku keça wê ya 13 salî jî di encama teqînan de birîndar bûye û niha li nexweşxanê tê ragirtin. Wê ji min re got: ”Nejbîr û xwîşka xwe ji bo pîrozbahiya Newrozê çûbûne cihê merasîmê, ku ev bûyer qewimî”.

Amudê 2Mihemed Xidir yek ji birîndaran e ku niha li nexweşxaneya Qamişloyê tê tedavî kirin, derbarê bûyerên roja înê dibêje: ” Gel piştî nîvro ji bo pîrozbahiyên Newrozê ketine qadan. Demjimêr derdora 18:00 ê bû ku li nêzî me teqîneke mezin çêbû. Em tev tirsiyan û helatin. Li pişt me teqîna duyem jî çêbû. Ez bi giranî ji piyê xwe birîndar bûm. Bi vê birînê ku xwîneke zêde jê diçû 200 metran meşiyam. Piştî çend deqeyan otomobêlên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) geheştin û birîndar gehandine nexweşxanê.

Piştî şikestên dawî ya hêzên Dewleta îslamî (DAİŞ)ê li Kobanê, niha îslamiyan êrişên xwe li Kantona Cizîrê zêdetir kirine. Kantona Cizîrê li başûrê rojhilatê Suriyê ye û ji başûr bi Tirkiyê re û ji rojhilat bi Herêma Federal a Kurdistana Îraqê re hevsînore. Navenda wê bajarê Amûdê ye û Qamişlo û Heseke du bajarên mezin yên vê kantonê ne.

Amudê, gel newroza Amedê temaşe dikinRojnamevanê Kurd, Egîd Çolî dibêje: ” Rêveberiya Asayiş a Xweser a Kurdên Sûriyê berê û li gor zanyariyên ku bidest xistibûn, di daxuyaniyekê de ji hevwelatiyan xwestibû Newroz li Kantona Cizîrê neyê pîroz kirin. Lê ev mesele li Hesekê cidî nehate hesibandin”.

Mihemed çar saliye, ew jî tevî bavê xwe di merasîma pîrozbahiya Newrozê de beşdar bibû û ji ber teqînan herdu birîndar bûne û niha li nexweşxaneya Amûdê têne tedavî kirin. Di dengedeng û hatûçûya nav nexweşxanê de min karî çend deqeyan bi bavê Mihemed re biaxivim û çawantiya bûyerê ji wî bibihîzim: ”Tevî ku hevjîna min ji çûna me dudil û xemgîn bû û nedixwest em di merasîmê de beşdar bibin, ez û kurê xwe Mihemed ber bi qada newrozê bi rê ketin. Newroz ji bo me rojeke gelek girînge û me nedixwest ev roj ji dest me biçe”.

 

Birîndarekî din zilamekî navsalî bi navê Ehmed e, bi giranî şewitiye. Ev jî li heman nexweşxanê tê tedavî kirin. Rewşa wî ewqas nebaşe û bi zehmet dipeyive: ”Dema teqîn çêbû, dengê wê ez vegirtim. Ez gêj bûm û min hest kir hemû laşê min dişewite”.

Ehmed hê jî dema xwe di xwedîkê de dibîne xwedî hesteke ecêbe, dibêje ”bawer nakim ku ev kes ez bi xwe me”.

Rêvebriya nexweşxaneyên Hesekê, Amûdê û Qamişlo ji hevwelatiyan xwestine ji bo xwîndanê serdana wan nexweşxaneyan bikin.

Amûdê, çayxane

Serokê Meclîsa saxlemiya bajarê Hesekê, Dr. Faris Hemo dibêje: ”piraniya birîndarên herdu teqînan jin û zakoin”. Navbirî herwiha ragehand: ” serdana xelkê ji bo xwîndanê û hevkariya birîndaran bêhempa û cihê rêzê bû”.

Herêmên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê ji ber şer û dorpêça hêzên îslamî di ambargoyê de ne, ku ev dorpêç dermanan jî vedigire û ji ber vê rewşa nexweşxaneyan li wan herêman ne başe û îmkanên pêwîst ji bo tedavî û çareseriya nexweş û birîndaran kêmin.

 

Piştî teqînên merasîma Newroza Hesekê, Hevserokatiya Kantona Cizîrê tevî mehkûm kirina vê bûyerê, di daxuyaniyekê de ragihandin: ” sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û soz didin hewlên xwe ji bo bi ewle kirina Kantona Cizîrê ji bo hemû gel û netewan zêdetir bikin”.

Ji bo bîranîna qurbaniyên wan teqînan, sê roj şîna giştî hatiye ragihandin.

Amudê

Hal û hewayê kantonên din

 

Hersal Newroz li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî gelek sade tê pîroz kirin. Bê tu urf û adetên taybet. Ne xeberek ji sifreya Heft Sînê (1) heye ne ji sêzde beder (2). Lê cejna Newrozê hertim peyamên siyasî yên taybet bi xwe re hebûne. Xelk cil û bergên rengî li xwe dikin û deng ji dahol û zirnayan derdikeve, bi awayê komî govendê digrin û li ser agir baz didin.

Tenê Êzidiyên Rojavayê Kurdistanê ku şêniyên çend gundanin, merasîma Çarşemba Sor lidar dixin. Li gor wan îsal (6763) mîn Newroz e. Efsaneya Kaweyê hesinkar û Zehak li ser zarê hemûyane. Li bajêrên cuda yên Kurdistana Sûriyê û li meydanan, peykerên Kaweyê hesinkar têne dîtin. Tevî wan jî aliyên siyasî yên Newrozê ji bo Kurdan xwedî pêşîneyeke dûr û dirêje.

Rojnamevanê Kurd, Ferhad Yusif di vê derbarê de dibêje: ” Hikûmeta Sûriyê hersal bi dek û dolabên cuda rê li ber pîrozbahiyên newrozê girtiye, heya sala 1985ê her kombûnek ji bo pîrozbahiya Newrozê qedexe bû. Hêzên girêdayî rejîmê di sala 1985ê li Efrînê êriş kirine ser gel û hejmareke zêde ya hevwelatiyan kuştin. Xelkê jî xwe parsat û qereqola herêmê kontrol kirin. Vê bûyerê rejîma Hafiz Esed matmayî hişt û bû sedem ku zextên li ser pîrozbahiyên Newrozê di salên din de kêmtir bike”.

 

Li gor gotina Ferhad, hikûmeta Esed hewil dida xwe ji pevçûnan dûr bigire û têkilî wan meseleyan nebe. Lê hewlên dewleta Sûriyê ji bo ji bîr birina Newrozê encamên berovajî hebûn. Destpêkê xwestin navê Newrozê bikene (Eyidul Şecere û Eydul Rebî).

Di pêngava duyem de, hikûmeta Esed bi binavkirina vê rojê weke ”Roja Dayikan” weke roja bêhnvedanê ragihandin.

Li gor gotina wî rojnamevanê Kurd ”di wan salan de zêdetirî 500 hezar kes ji şêniyên Helebê di roja Newrozê de li dora hev kom dibûn. Gelek fermandarên istixbarata Sûriyê jî di merasîmê de beşdar dibûn, lê bi awayê fermî behsa wê nedihate kirin’’.

Bi têkçûna peywedniyên Partiya Karkerên Kurdistan PKK bi dewleta Hafiz Esed re û girtina serokê PKK, Ebdulah Ocalan di sala 1999ê de, zextên li ser pîrozbahiyên newrozê zêdetir bûn. Peymana Adanayê asta herî şîd a wan zextan bû.

Di sala 2008ê de istixbarata Sûriyê li Qamişloyê êrişî ser girseya gel kirin û di encamê de sê ciwanên hevnav hatine kuştin. Navê hersêyan Mihemed bû”.

 

Yusif balê dikşîne ser bûeyrên sala 2011ê li Sûriyê û piştre ragehandina sê Kantonan li herêmên Kurdan: ” ji vê şûnde pîrozbahiyên newrozê hersal bi awayekî girseyî tê pîroz kirin. Biryar bû îsal jî newroz bi awayekî bi heybet li he rsê kantonên Rojava bê pîroz kirin, lê ji ber sedemên ewlekarî û hurmeta qurbaniyan, newroz li du kantonên Cizîr û Efrînê nehate pîroz kirin”.

Efrîn, gel kolanan paqij dike

Merasîma newrozê li kantona Kobanê bi barîna baranê re hevdem bû, lê vê yekê rê li ber beşdariya girseya gel nekir.

Xelkê ku zivistaneke wisa bi xof lê bi encameke xweş derbaz kirine, baştire saleke xweş destpê bikin.

Gel bi cil û bergên neqişandî û rengîn û hilgirtina alên YPG û YPJ di merasîmê de beşdarin.

Merasîma newrozê li Kobanê “ji bo bîranîna Mazlum Doxan û Arîn Mîrkan, Rojavayeke Xwerêveber û Sûriyeyeke demokratîk” hate lidar xistin. Di destpêka merasîmê deqeyek bêdengî ji bo hurmeta cangoriyan, salon vegirt.

Hevserokê knatona Kobanê, Enver Muslim piştî pîroz kirina newroza gel, çend deqeyan derbarê berxwedana Kobanê axivî.

Grûba muzîk û şanoyê jî bernameyên xwe hebûn.

Dînê Kobanê, Neîmo jî di merasîmê de beşdar bû. Neîmo ciwanekî xelkê Kobanê ye ku gel dibêjin dîne, heya rojên dawî yên berxwedanê di bajêr de ma. Birîndar bû lê nerevî. Dibêjin dema beşek ji xelkê bajêr diterikand, Neîmo xwe gihandibû deriyê sînorî û çav birîbû nav çavên wan û gotibû: ”tu jî çûyî!? Here”.

Niha şereke giran li cebheyên Til Hemer û Serêkaniyê berdewame.

Hêzên Kurd li çeperên şer jî bi pêxistina agir, newrozê pîroz dikin. Şervanê Kurd Reşo Qamişlo ku li eniya Til Brakêye dibêje: ’’ ji ber şerê bi DAİŞê re em cejna xwe paşde naxin, pêlên agirê newrozê morala me zêdetir dike. Bi êrişên wan re em dest ji doza xwe bernadin’’.

Newroza Kobanê

Li bajarê Amûdê, paytexta kantona Cizîrê newroz cudatire. Piştî teqînên Hesekê, xelkê Amûdê matmayî û xemgînin. Bazar daxistî û bêdengilê baskên xwe li ser bajêr kişandine. Tenê çend kesan ziblên bajêr paqij dikirin. Li ser dîwarên bajêr, anketên part û rêxistinan ji bo vexwendina gel ji bo cejna newrozê têne dîtin.

Kolan aram û wala ne û kombûna xelkê zêdetir li çayxaneyên herêmî de ye. Teqînên Hesekê bandor li ser bajarên din jî çêkiriye. Xwediyê şirînîxaneya ’’Awrîn’’ dilgiran û acize. Bi kurtî pêre dipeyivim. Digot: gelek şirînî ji bo cejna newrozê amade kirine lê lidarneketina newrozê bûye sedem ku hemû şirînî di destê wî de bimînin.

Di kolanên bêdeng û wala de dimeşim, digehime fêqî firoşekî, xwediyê wê pîremêrekî bi navê Ehmed Ebdulah e, ev jî ji rewşa heyî gelek bi gîlî û gazince, digot: ’’rewşa me qet baş nîne, sînor hatine daxistin û bajêr di dorpêçê deye û pêşwaziyeke baş ji cejna newrozê nehatiye kirin’’.

Piraniya xelkê di mal yan dikanan de çav li televîzyonan birîne û merasîma newroza miliyoniya Amedê dişopînin. Di merasîmê de weke hersal peyama Ebdulah Ocalan tê xwendin. Ocalan di peyama xwe ya îsal de silavên taybet ji bo berxwedana Kobanê şandine.

Li Qamişloyê merasîmeke biçûk di mala zarokan de ji bo pîrzbahiya newrozê hate lidar xistin.

Zarokên ku li Sûriyeya şer girtî de bi hêviya rojên bêhtir diqîrin, niha zêdetirî 700 kîlometran bi DAİŞê re hevsînorin.

 

dîtin: 318

Pêveker:

newroza rojavayê kurdistan zanyar umranî

Babetên nêzîk