• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Newşîrwan Mistefa peyamek pêşkêşî Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê kir

Newşîrwan Mistefa peyamek pêşkêşî Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê kir


barkirin: Rezber 12, 2014, 10:15


Organîzatorê Giştî yê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa peyamek pêşkêşî Hêzên Pêşmerge û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kir û têkoşîna wan bi berxwedana neteweyî dizane ku ji Xaneqîn û Mexmûr û Kerkûk û Zûmar û Şingalê heta Kobanî û Cezîrê û Efrînê ye.


Organîzatorê Giştî yê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa ragihand: “Derdora 3 hefteyane yan bêhtir ku keç û kurên qehreman yên Yekîneyên Parastina gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) li kantona Kobaniyê berevaniyê di ber şeref û kerameta miletê Kurd e dikin.”

Newşîrwan Mistefa peyama xwe pêşkêşî Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê kir û wiha got: “Xebat û têkoşîna wan ku parastina welatê xwe dikin, berxwedana neteweyî ya berfireh e ku ji Xaneqîn û Mexmûr û Kerkûk û Zûmar û Şingalê heta Kobanî û Cezîrê û Efrînê ye.”

Mistefa wiha domand: “Em şanaziyê dikin ku miletê me xwedî van pêşmergeyên qehreman e, ku sînorê Kurdistanê bi dirêjahiya 1000 km diparêzin. Em serbilind in û şanaziyê dikin ku miletê me xwedî van keç û kurên qehreman in, wek wan şervanên ku li Kobaniyê berevaniyê li şeref û kerameta miletê me dikin.”

Organîzatorê Giştî yê Tevgera Goranê ragihand: “Tişta ku ji destê me bê li Başûrê Kurdistanê di warê siyasî, dîplomatîkî û di warê leşkerî û her warekî din de jî be, piştrast bin ku xelk û welatiyên me li Başûr dê pêşkêşî Rojavayê Kurdistanê bikin. Herwiha piştevaniya Bakurê Kurdistanê jî bikin di xebat û têkoşîna wan û yan perçeyên din de jî. “


Newşîrwan Mistefa di dawiya peyama xwe de wiha got: “Niha çavê hemû miletê kurd li dest û zendên Hêzên Pêşmerge û şervanên Kobaniyê ye. Ez piştrastim ku serkeftin her ji bo miletê me ye û şikestin ji bo dijmina ne.”

 

dîtin: 149

Pêveker:

newşîrwan mistefa peyamek pêşkêşî hêzên pêşmerge û şervanên ypgê kir