• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Nikolay Meledinov nûnerê YN yê iraqê bûyera Hewlêrê şermezar kir

Nikolay Meledinov nûnerê YN yê iraqê bûyera Hewlêrê şermezar kir


barkirin: Êlûn 29, 2013, 10:28


Nûnerê NY yê Iraqê îro daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de êrîşa ku îro li Hewlêrê ji aliyê terorîstan ve hatî kirin şermezar kir.
Meledînov di daxuyaniya xwe de da diyarkirin ku serî lê zîviriye û mat maye. Di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bi salane li hewlêrê bûyerên bi vî rengî rû nedane û Paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêr ciyekî aram bûye. Meledînov ji bo windayiyan sersaxî ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê xwest.  Li gorî  nûçeya Pukmedia Meledînov di daxuyaniya xwe de bang li rêvebiriya Herêma Kurdistanê kir ku gel yekdest bigrin û hewil bidin ku aramî û dilniyabûna herêma Kurdistanê bête parestin û kirdarên bûyerê bêne dadgehkirin.

dîtin: 303

Pêveker:

nikolay meledinov nûnerê yn iraqê bûyera hewlêrê şermezar kir