• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Nivîskar û Lêkolînvanê Kurd Xerzî Xerzan êdî di Rewanbêj de dê bo we binivîse

Nivîskar û Lêkolînvanê Kurd Xerzî Xerzan êdî di Rewanbêj de dê bo we binivîse


barkirin: Gelarêzan 27, 2013, 12:31


Nivîskar û lêkolînvanê Kurd û di heman demê de berhevkar û xwedanê malpera Mezopotamya Xerzî Xerzan êdî dê di Rewanbej.com de bo we xwendevanên hêja, xwendevanên zimanê Kurdî binivîse. Bi mijar û babetên xwe yên dewlemend û curbecûr, nivîskarê Kurd dê we ronak bike û bighîne anîşk û kuncikên tarî yên dîrokê. Bi taybet jî bi lêkolînên xwe yên giranbûha û bêhempa ve Xerzî Xerzan êdî dem dem dê bi were be.

Xerzî Xerzan kiye?

Xerzî Xerzan, nivîskar-lêkolînerekî kurd e. Di sala 1978-an da, li herêma Xerzan hatiye dinyayê. Kurdî, tirkî, îngilîzî û erebî dizane. Malpera Mezopotamyayê, a ku malpereka di der barê çand, dîrok, wêje û zimanê kurdî de ye, ji hêla wî ve hatye ava kirin. Hê jî berpirsyar û rêveberê  malperê ye, û diafrîne.  Gelek gotarên wî ên zanistî û nivîsên wî (kurdî û tirkî), li malper, kovar û rojnameyan de hatine weşandin. Her wiha, lêkolîneke berfireh di der barê serhildanên Sasûnê de amade kirye, a ku mijareke veşartî ya dîrokê ye, û ew lêkolîn,  wek pirtûk li benda weşandinê ye.

 

Nivîsa yekem û beşa Xerzî Xerzan bibînin

 

 

dîtin: 242

Pêveker:

nivîskar û lêkolînvanê kurd xerzî xerzan êdî di rewanbêj de bo we binivîse