• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Nivîskarê Elman Gunter Grass jiyana xwe jidest da

Nivîskarê Elman Gunter Grass jiyana xwe jidest da


barkirin: Nîsan 13, 2015, 3:26


Nivîskarê ku serdemên şer yên Elmanya jiyayî û bi rengekî çalek di navde cih girtî û di heman demê de xelata Nobelê wergirtî Gunter Grass, Îro li bajarê Elmanya Lubeck ê jiyana xwe jidest da.

Nivîskarê Elman Gunter Grass Di sala 1927 an de li Polonya ji dayik bûye. Di temenê 15 salî de tevlî artêşê dibe û bi rengekî çalek dinava şerê cîhanê yê duyem de cih digre. Gunter Grass li gel Nivîskariya xwe him wênevan, lêker û şêwekar jî bû.

Nivîskarê Elman îro 13.04.2015 an li bajarê Elmanya Lubeck ê jiyana xwe jidest da.

Jiyana Gunter Grass di HERTIŞT de bixwînin

 

Nivîsa Husên Duzen li ser Gunter Grass

DUNYA WÊJEYÊ ZILAMEKÎ MEZIN WENDA KIR

Min ҫiqas hêvî kiribû ku ez destpêka adarâ îsal wî bibînim. 11 nivîskarên Almanyayî bijarte li Lübeckê mêvanê wî bûn. Yek ji wan Sherko Fatahê ku ez wan rojan bi wergera romana wî mijûl bûm. Êvara ku nivîskarên mêvan ji berhemên xwe xwendin, ez jî li wir bûm. Cihê min û nivîskarê mezin Gunter Grass di heman rêzê de ne dûrî hev bû. Berî ku civîn dest pêk bike nûҫeyek hat ku Grass nexweş e û nikare beşdarî civînê bibe. Min got heyf.
Berî bi kêliyekê min nûҫeya koҫa wî yî dawî bihîst. Xemgîniyekê ez girtim. Ez êvara Lübeckê careke din jiyam; bêhêziyekê ez girtim. Yekser ew zilamê silbêlqalind î bi deng û awaza xwe yî xweser hat ber ҫavê min.
Sala 1997 Yaşar Kemal, xelata Yekîtiya Weşangerên Almanyayê ya aşitiyê wergirtibû. Günter Grass roja ku xelat hat dan li Dêra Paul axaftina laudatio ji bo Kemal pêşkêş kir. Min hingê ji nêzîk ve li wî zilamê ku bi ser sedan mêvanên serokwezîr, wezîr û gelek kesayetiyên bijarte de diqîriya; Mîna dozgerekî tewanên dewleta Almanyayê yek bi yek li ruyê wan bi nav dikirin.
Kesên wisa bi rengê xwe û dengê xwe û xwedî berhemên mezin kêm in.
Günter Grass jî ҫû. Cihê wî buhuşt be.
Husên Duzen, 13.04.2015

 

Gotinên Helîm Yusiv li ser Gunter Grass

Îro li bajarê Lübeck ê Elmanyayê nivîskarekî 87 salî
pirtûkên xwe, xelatên xwe, qelebalixa salan, qalûna xwe,
zarokekî seqet yê romana xwe û jiyaneke gewrik,
hemû li pey xwe hiştin û çû.
Oxir be Günter Grass

dîtin: 519

Pêveker:

nivîskarê elman gunter grass jiyana xwe jidest da