• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Nivîskarê Kurd Çiya Mazî êdî di Rewanbêj de dê bo we binivîse

Nivîskarê Kurd Çiya Mazî êdî di Rewanbêj de dê bo we binivîse


barkirin: Gelarêzan 22, 2013, 8:41


Nivîskarê Kurd Çiya Mazî êdî di malpera me Rewanbej.com de dê dem dem bo we xwendevanên hêja hizir, bîr, nêrîn, şirove û pexşanên xwe rave bike.

Çiya Mazî kiye?

Çiya Mazî nivîskarekî kurd e ku di sala 1960’î de li gundê Kufraga Şemrexa bi ser Mêrdînê ve hatiye dinyayê.

Çiya Mazî ji sala 1993’an û vir ve bi kurdî dinivîsîne. Ji wê salê û heta niha gelek helbest, kurteçîrok, zargotin û nivîsarên wî di kovar û rojnameyên wek Zend, Jiyana Rewsen, Welat, Azadiya Welat, Avaşîn, Hîwa, Mehname, Avesta, Amûdê, Nûbihar, Tîroj û Kevanê de weşiyane. Çiya Mazî demekê di kargeriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye. 25 salan di daireyên mîna îdareya herêmî ya Mêrdînê û di şaredariya Şemrexê de xebitiye û malnişîn bûye. 5 zarokên wî hene û li navenda Mêrdînê dijî.
Berhemên Nivîskarê Kurd Çiya Mazî

Mistek jiyan (çirok, 2003). Weşanxaneya Sî, Stenbol.
Ferhenga Gotinên pêşiyan (2005). Elma, Stenbol.
Ferhenga Gotinên Pêşiyan (bi tîpên erebî, 2006). Spîrêz, Duhok.
Palûte (helbest, 2008). Do, Stenbol)
Ahuzin (Muslum Yucel) (wergera helbestan, 2008). Do, Stenbol.
Mijarên Mîqro (çirok, 2009). Do, Stenbol.
Bahol, çîrok 2011 weşanxane; Evrensel Basın, Stenbol.
Peyarêk – Çîrok, weşanxaneya Berbang, 2013 Stenbol

Nivîsa Destpêkê ya Nivîskarê Kurd ya di Rewanbêj de bixwînin.

 

JI STENBOLÊ BERBI DUHOKÊ VE

dîtin: 258

Pêveker:

nivîskarê kurd Çiya mazî êdî di rewanbêj de bo we binivîse