• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Nivîskarê Kurd Mîr Qasimlo li ser rewşa Nivîskar û Weşanxaneyan Şirove kir

Nivîskarê Kurd Mîr Qasimlo li ser rewşa Nivîskar û Weşanxaneyan Şirove kir


barkirin: Pûşper 26, 2013, 1:01


Nivîskarê Kurd Mîr Qasimlo ku bi taybet di rêka romannivîsiyê de baskên erotîzmê yên curbecur dixe mijara pirtukên xwe ya serekî vê carê bi şiroveyeke kur û fireh xwe dighîne xwendevanan. Nivîsa xwe ya ku di aliyekî de ji azmûna salan ya nivîskariyê te li ser rewşa nivîskaran ji aliyê dîtir ve jî li ser rewşa wesanxaneyan radiweste.
Nivîskar Mîr Qasimlo ku di heman demê de Nivîskarê Rewanbej e jî vê rêzenivîsê cara yekeme di virade ji were rave dike.

Fermon nivîsa Mîr Qasimlo

Nivîskarî, têkiliya nivîskar û weşanxaneyan.

Di civatên kolon de, nivîskarî dêtî ye. Ev ne pêdeçûnek fantastîk e.
*
Nivîskar stuneke bi ron e. Heke ew nîn be, odeyên civatan tarî ye..
*
Nivîskar sîwana evîn, sosyolojî, hêvî û rekeftinên nûxwaz yên civak û gerdûnê ye..
*
Nivîskar embara têrandinê ye, şeraba ruh, dilê bedenê ye…
*
Nivîskar aktuelîzekarê hîşê civaka xwe ye.
*
Nivîskar di navbera rabirdû, nihadem û siberojê de pireyek e.
*
Civat û milletên nivîskarên xwe bêqîmet bikin, bi destên xwe ruhê xwe dikuj in, ji ber ku nivîskar vejîner e, bi romantîk bûn, afirînerî û filozofiya xwe ve şadkerê ruh e. Ruh bi wî/ê dibe Mîr, bê wî/ê zuwa dibe, vediguheze boxeyekî hatî xesandin…

Beş 1:
Nivîskar-beşa pêdeçûna wêjeyê, bi tevlihevbûna ruh û lewazbûna aktivîteyên bedenê ve, ber bi afirandinê ve diherik e. Rêkeftina afirandinê, bi jehrîbûna şîrîn ya ruh û li xwe komkirina mêjî ya bi dehan karekter û temayan ve dest pê dike. Ew êdî bi giyanekî agirdojehî ye, erê rekeftiyeke nola jineke avis e. Bi tivance ew. Di her kêliya afirandinê de, bi tivancên carnan bi kêf, carnan bi trans, carnan bi reşbîn û carnan jî bi şadîbûnê ne ve tê dorpênckirin.. Heke afirîner ne kurd be, derfetên wî hene ku riyên hesakirinê ji tivancên bi eş re peyda bike. Mînak; Sefereke demkin, ligel çend maqulan vexwarina şerabê, bi xweştaya/yê xwe re li odeyek pencera wê li deryayê vedibe, rabûna reqsê û bihevşabûnê, bi mabesta avjenîkirinê çûna avbîrê…. Meriv dikare vê lîstiyê bi gelek çalakiyên jiyanhez, ruh û derûnsihêlker û fantastîk ve li ser hesabê nivîskar dirêj bike…Ev hemû çalakiyên bi binyada hesayîkirinê ne, di binyada bîra nivîskar de zemîna afirandinê gur û kûrtir dikin û dibin sedem ku bi dehan mijarên enteresand wer in bîra nivîskar…Lê heke afirîner kurd be, berkî yek dudi sisê, de hûn jê re; „deh“ bibêjin, ne tê de, yên mayî, hem bi aborî û hem jî bi zemînî û sosyaliteyî, xwedî derfet nîn in ku bi pêkanîna aktivîteyên têrker û fîtker yên jor rabin. Axîrî ev nivîskarên bêderfet, di heyam û seansên afirandinê de, ji ber xwenexweyîkirinê hêdî hêdî stewr dibin û wekî erebeyekê li çemûrê asê bibe û xwe bilewitîne, xwe dilewitînin.
*
Zayîna Nivîskar û piştî zayînê.
Hestên nivîskar dayîkî ne. Çawa ku berdêyek bi avismayîn û bi heyama berzabûnê û ta zayînê, her bi hestên pir mehsun û tenik ve tê pêçandin û ruhuyata wê vediguheze şuşeyekê, şuşe ku ji zûşikestinê re destdayî ye, her wisa jî ev hemû nermînî û dilperperokî, bi heman adaniyê ve, bo nivîskar jî xwedî hikm in. Çawa ku bi zayînê re, dê-yek bi ser zaroka xwe de dilerize û bi mezinkirin û zewicandinê wê/î re, dixwaze bi çawabûna kudandiniya jiyana wê/î bihese, bêguman e ku ev hesta diljin bo nivîskar jî xwedî heman dilî ye..
*
Axirî Nivîskarê zayî yanî piştî kutakirina berhema xwe, di ruh û binyada bedena xwe de, hesabûneke biharî hîs dike, wêdatir, ew xwe wekî ji sînorê mirinê filîtî be radibihîse. Ji bo wî/ê, heyama zehmet kuta bûye. Ew berhema xwe bi şadîbûneke kûrbin ve dişîne weşanxanê û heke… heke ew-nivîskar Awropî be, nexwe bi hesta heyfhilanîna wê dema xwe ya ku wî/ê ew daye nivîsandinê, tevlî jiyanê dibe ta dema berhema wî/ê ji aliyê weşanxanê ve hate amade kirin. Na, heke nivîskar kurd be, bi zehmetiyên ji zehmetiyên heyama afirandin û nivîsandinê girantirin re rû bi rû dimîne. Çi ne ev zehmetî? (Di beşa din ya vê nivîsê de, ez behsa zehmetiyên navhatî bikim)
*
Kargerî û awayên weşangeriya Awropa-nexasim Almanya û têkiliya bi nivîskar re.
Hema hema her weşanxaneyek ekîbeke xwe ya wêjezan ligel edîtorekî ango dizaynkarekî/ê taybet heye. Piştî stendina berhema nivîskar, berhem ji aliyê ekîba wêjeyê ve tê nirxandin. Ji bo wê ekîbê, tiştên esas ku ew lê digerin kêm zêde ev in: Honandin, vîzyon, asta zimanê wêjeyî, teknîk, wênekirina bûyeran, pêdeçûnên şovenistî, bi devê lehengan heqaretkirina ol û kulturan, kûrahî û şax û kapasîta hişê berhemê û pîleya derûniya berhemê ye û herwekîdin. Heke di ev babetên me behsê kirî de, nivîskar atmosfereke raser û bêalî bi destxistibe û di berhemê de hişmendiya wêjeyê dabe rûniştandin, nexwe ew berhem tê ecibandin, bêyî li sekina nivîskar ya siyasî, îdeolojîk, ji kû bûn û jiyana wî ya sexsî bê hizirîn. Piştî vê heyamê, berhem diçe ber destê dizaynkar.. Erk û sînorên dizaynkar diyar in, ew ev in: Serastkirin, yanî ravaçkirina rêziman û rastnivîsê, temamkirina cumleyên kêm mayî ye…. Bi tevî vê, çi edîtor û çi jî ekîba raçavkar a wêjeyî ya weşanxanê xwedî wê mafê nîn in ku bi zimanê nivîskar bilîzin, bi gor sosyalît e, bîrdozî, mêzekirina xwe ya li jiyanê û fêmkirina xwe ya ji wêjeyê nêzîkê metnê bibin, hevokan biguherin, dizayneke nû bidinê an jî serî li rêbazên wek; sansûr, derxistin û avêtina hevokan ya ji metnê ku bêyî haya nivîskar jê hebe, bixin. Bes ew dikarin vê bikin: Destnîşankirina zêdeyî û kêmayiyan û heke hin tiştên ne bi gor rêbazên weşanxanê di berhemê de hebin, ew wan not digirin, reng didinê, li nivîskar vedigerin û bi xebateke hevpar li riyên çareserkirina wan digerin. Piştî vê saensa dawî, heyama lihevkirina bi nivîskar re tê.
Ev babet li cem kurdan bi kîjan awayî pêk tê? (Di beşa din a vê nivîsê de, ez ê behsa versiyona kurdî ango kurdan bikim)
*
Lihevkirina Weşanxanê ya bi nivîskar re.
Ji bo çapkirina berhema nivîskar, ji nivîskar pere nayê xwestin. Heke yên bixwazin hebin jî, teqez ya ew biçûk in, yan jî lokal in. Her weşanxane, ligel mecbûriyetê-xwe dispêre hiqûqa etîkê û pêkanîna kirineke wiha hem li Almanya û hem jî li hemû welatên pêşdehatî yasayî û qanûnî ye, bi nivîskar re peyman çêdike. Li gor lêkolîn û lêpirsîna min, di wê peymanê de, bi tevî gelek tiştên hûr, heqê telîfê bo nivîskar tê mîsogerkirin. Bi gor peymanê, kêm zêde serê her kitêbek ji sedî 8-9 heta 13 dehan dirêj dibe ev, ev reqem piştî çapbûn û derçûna berhemê, ji aliyê weşanxanê ve sê heman carekê bo nivîskar tê şandin. Hin weşanxanên mezin, dayîna heqê nivîskar mehê carê pêktînin. Kêm zêde du sê mehan carekê jî, bi raportdayînê ve nivîskar di derbarî firotîna berhemê de tê serwextkirin.
Baş e, gelo li cem me kurdan ev kar çawa tê meşandin?. Têkiliya nivîskar û weşanxaneyan bi çî rengî ye? Weşanxaneyên kurd bo çapkirina pirtûkan pere ji nivîskar dixwazin? Heke dixwazin, baş e sedemên xwestinê çi ne? Heqê telifê heye an na? Weşanxaneyên kurd, piştî derçûna berheman, nivîskaran di derbarî çawa çûyîn û çarenûsa berhemên wan de serwext dikin? Sozên didin nivîskaran çiqas pêktînin? Xwediyê weşanxaneyan, edîtor û dizaynkarên kurd yên serbixwe û yên girêdayî weşanxaneyan çima bo xwe maf dibînin ku bi zimanê nivîskaran bilîzin?. Sedemên vê derûniya midehalekar çî ye? Çima bi dehan nivîskarên kurd berhemên xwe yên bi salan e ku kuta kirine, nadin çapkirin? Di nivîsa bê de, ez ê li ser van babetan û hin babetên di vê çerçevê de ne bisekinim.
Mîr Qasimlo/Almanya”

dîtin: 235

Pêveker:

nivîskarê kurd mîr qasimlo li ser rewşa nivîskar û weşanxaneyan Şirove kir