• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Nivîskarên Kurd ji ber Helîm Yusiv xwe ji Hevbenda Nivîskarên Sûrî vekişandin

Nivîskarên Kurd ji ber Helîm Yusiv xwe ji Hevbenda Nivîskarên Sûrî vekişandin


barkirin: Pûşper 14, 2015, 12:36


Piştî biryara Hevbenda Nivîskarên Sûrî ya rawestandina Endamtiya Nivîskarê Kurd Helîm Yusiv, gelik nivîskar û rewşenbîrên Kurd yên endamên vê hevbendê jî bi boneya piştevaniya Helîm Yusiv xwe ji endamtiya hevbendê vekişandin.
Li gorî daxuyaniya nivîskarên xwedî vê biryarê; 15 nivîskarên ku yek ji wan Ereb yên dîtir Kurdin bi boneya piştevaniya Helîm Yusiv helwestê xwe dijî hevbenda Nivîskarên Sûrî danîn û xwe ji endamtiyê şûnve kişandin.

Daxuyaniya ku nivîskaran kaşeya xwe li jêr xistî wehaye;

“Destjêberdana komî ji Hevbenda Nivîskarên Sûriyê

Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê re, xewna welatekî hevbeş dûrî gemkirin û zorê, ku hemû netewe, ol û mezheban di hundir xwe de bihewîne, geş bû. Avakirina Hevbenda Nivîskarên Sûriyê jî di vê çarçoveyê de bû; em wekî nivîskar û rewşenbîr bibin xwedî dezgeheke wisa, dûrî rê û rêbazên Yekîtiya Nivîskarên Ereb kar bike. Ew dezgeha ku xwedî yek raman, yek ziman û yek rengî bû. Wisa jî hemû mafên her kesê derveyî wî rengî û wê ramanê dihatin binpêkirin. Çawa ku rêjîmê dest danîbû ser siberoja kesên Sûriyê û her tişt bi xwe ve girê dabû, wisa hin alî û siyasetan dest danîn ser şoreşê û ew xistin bin baskên xwe. Bi vî awayî xwediyên şoreşê yên rasteqîne di navbera du aliyan de asê man. Yek jê diz û zorker û yê din korsanekî durrû û jiserxweçûyî. Hêviyên pir mezin li ser çandê û rewşenbîrên Sûriyê hatin girêdan. Her wiha zemîneke wisa peyda bû, ku çanda Sûriyê li hember van hêzên ku dest danîne ser vîna xelkê û siberoja wan, bibe çavkaniya geşbûn û pêşdeçûnê. Ji ber vê, hêviya me ji damezirandina Hevbenda Nivîskariyên Sûriyê ew bû ku bibe bingeheke rexneyî ji şoreşê re, wisa jî ji çandeke pirrengî û hevbeş re, bêyî biryargirtina xwe bispêrin navendên derve. Lê bûyer û gengeşiyên ku di vê dema dawiyê de di navbera hin endamên hevbendê de qewimîn, bi derxistina daxuyaniyên dijî hev û desttêwerdana hevbendê wekî aliyekî û rawestandina endametiya nivîskar Helîm Yûsiv bi hin behaneyên ku kenê mirovan tînin, ev hemû metod û awayên cezakirina xwediyên dîtinên cihê, metod û awayên cezakirinê yên Yekîtiya Nivîskarên Ereb tînin bîra mirov. Wisa jî ev nîşana wê yekê ye ku, Hevbenda Nivîskarên Sûriyê xwe eşkere li kêleka aliyekî siyasî dibîne. Ji ber van sedeman, em yên ku vê daxuyaniyê îmze dikin destjêberdana ji endametiya xwe ya vê rêxistinê eşkere dikin û van şêweyên cezakirin û gemkirina nivîskar û rewşenbîrên xwediyên dîtin û nerînên cihê şermezar dikin.

Yên ku îmze kirine

– Ehemdê Huseynî – Endamê birêveberiya giştî

– Dr. Serbest Nebî – Endamê hevbendê

– Taha Xelîl ・ Endamê hevbendê

– Ebdusselam Helûm – Endamê hevbendê

– Mihemed Silêman Zade – Endamê hevbendê

– Ciwan Teter – Endamê Hevbendê

– Taha Elhamid – Endamê hevbendê

– Ibrahîm Ibrahîm – Endamê hevbendê

– Abdulkader Mûsa – Endamê hevbendê

– Ciwan Yûsif – Endamê hevbendê

– Abbas Abbas – Endamê hevbendê

– Sîhanok Yûsif Dîbo – Endamê hevbendê

– Nezîr Melle – Endamê hevbendê

– Mesûd Mihemed Ebas – Endamê hevbendê

– Helîm Yûsiv – Endamê birêveberiyê”

dîtin: 415

Pêveker:

nivîskarên kurd ji ber helîm yusiv xwe ji hevbenda nivîskarên sûrî vekişandin