• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Nivîskarên Kurd Rêvingên Rojava li ser Sînor rawestiya ne

Nivîskarên Kurd Rêvingên Rojava li ser Sînor rawestiya ne


barkirin: Êlûn 27, 2013, 8:41


Rêveber û endamên Komeleya Nivîskarên Kurd ji bo piştgiriya Rojava îro ketin rê, diçin Rojava.
Li gorî Nûçeya Diyarname yê Nivîskarên Kurd berbi Rojava ve ketin rê. Berdewamiya nûçeyê bi vî rengî ye.
 
15 nivîskarên kurd ên rêveber û endamên Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê, vê serê sibê saet li dor 10.30’yan ji Amedê ketin rê û dê biçin Rojava. Heyeta komeleyê di bin Hevserokatiya Mehmet Yilmaz de ev demekê ye ji bo herin Rojava di nav hewldanê de bû. Di dawiyê de vê sibê ji bo herin Rojava ji Amedê ketin rê. Li gor agahiyên ku me ji Yilmaz girtin ewê herin ber deriyê Dirbêsiyê û hewl bidin ku ji wir derbasî Rojava bibin. Yilmaz dibêje ji bo ji wî deriyî re derbas bibin serî li Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê jî dane û destûr xwestine. Dîsa Yilmaz got ku ger destûrê nedin dê ji wir derbasî Başûr bibin û hewl bidin ji Deriyê Sêmalka derbasî Rojava bibin.
Komeleya Nivîskarên Kurd bi vê hewldanê dixwaze têkiliyê di navbera Rojava û Bakur de xurtir bike, çepera ambargoyê bişkîne, ji nêz ve Rojavayê bibîne û bişopîne.
 
Di nav kesên ku diçin Rojava de ji rêveberên Komeleyê Mehmet Yilmaz, Remziye Aslan, Rodî Zinar, Hogir Berbir, Gulgeş Deryasipî, her wiha nivîskarên din Sîdar Jîr, Azad Zal, Eyup Guven, İsmail Dindar, Mehmet Deviren, Rizoyê Xerzî, Cihan Yildirim, Feratê Dengizî, Vedat Çetin û Cafer Yamiş hene. Her wiha Lokman Ayebe ji ber paseportê wî negiha bi wan re neçû, lê li bendê ye ku îro paseportê xwe bigire û xwe bigihîne wan.
li gorî nûçeya nû ya Diyarname yê, nivîskarên Kurd li ser sînor rawestiyane. Berdewamiya nûçeyê bi vî rengî ye.
Rêveber û endamên Komeleya Nivîskarên Kurd gihîştin ber deriyê Sînor ê Dirbêsiya Serxetê lê hê jî destûr nedane wan ku derbas bibin.
Vê serê sibê 15 rêveber û endamên Komeleya Nivîskaran ji bo herin Rojava ji Amedê ketin rê û gihîştin ber deriyê sînor ê  Dirêsiya Serxetê. Nivîskar ev bi saetan e li benda destûrê ne ku derbasî aliyê Rojava bibin.
Rawestina nivîskaran a li ber derê didome. Ji bo destûrê serî li Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê dane lê hê destûr negirtine.
dîtin: 483

Pêveker:

nivîskarên kurd rêvingên rojava li ser sînor rawestiya ne