• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Nîyeta çê û xirabîya rê!..

Nîyeta çê û xirabîya rê!..


nivîskar: Îkram Oguz
barkirin: Gelawêj 28, 2017, 7:35


Çend roj berê li mala hevalekî bûm. Di televîzyona wan da kanalên Tirkan û Kurdan hebûn. Min aletê lêgerînê girt destê xwe û di nav kanalan da gerîyam.

TRT- Kurd bala min kişand.

Dest ji gerê berda û çend xulek li kanala kurdî ya dewletê temaşe kir.

Rêzefilmeke ketûber dilist…

Zimanê rêzefîlmê Kurdî, lê belê di bin ekranê da jî binnivîsa bi zimanê Tirkî…

Ev yek bêtir bala kişand. Ji min û xwedîyê malê ra mijarek derket. Me dest ji temeşekirina televîzyonê ber da û em li ser sedema binnivîsandina bi Tirkî ketin gengeşîyê…

Xwedîyê malê got; „ji bo Tirkan e…“

Min got; „ji Kurdên zimanTIrk in…“

Me bi hev nekir.

Malîvana malê, piştgirîya min kir û got:

„Tu rast dibêjî. Bi sedan kanalên Tirkî hene û di wan da jî rêzefilmê gelek baş tên weşandin. Kîjan Tirk ew rêzefîlmên baş dihêle û li van rêzefîlmên ketûber temeşe dike mêjûyê xwe dike çeqilmast…“

Ez bi piştgirîya wê kefxweş bûm, lê belê piştgirîya wê jî dilêşa min a ji kurdên zimanTirk kêm nekir. Heta êşa min bêtir zê de bû…

Çil sal şûnda çûm…

Di nav çil salî da ji Kurdên zimanTirk çend keş li ser zimanê xwe yên zikmakî vegerîyan û fêrbûn, ya jî weke xwe çend kes kirin zimanTirk, tenê xwedê dizane…

Lê ya ku dizanim ew e ku, nîyet çi dibe bila bibe, Kurd her roj ji zimanê xwe dûr dikevin û mala xwe bi destê xwe xirab dikin…

Her kurdek li jîyana xwe bîne ber çavên xwe û li der dora xwe binihêre, dibîne ku ji nîyeta çê jî xirabî pêk tê…

Sala 1977…

Ez xortekî panzdeh salî…

Destana Memê Alan di nav weşanên Rîya Azadî da hatibû weşandin…

Pirtûkeke bi navê Kurdî û bi zimanê Kurdî…

Navê wî û wêneyê li ser berga wê merîya ber bi xwe dikişand…

Qalindîya wê çavê merîya ditirsand…

Jiber ku bi du zimanî hatibû weşandin.

Du pirtûk bi hev ra…

Nivê wê destana bi Kurdî, nîvê din jî bi Tirkî…

Di derbarê weşana bi du zimanî da rêvebirên weşanxanê, di pêşgotina pirtûkê da digotin: „Kurd bi pirranî zimanê xwe yên zikmakî nizanin, ji bo ku ew jî bixwînin me bi du zimanan weşandîye.“

Bêguman nîyeta wan xirab nebû. Lê belê encama nîyetê jî xizmeta ziman nedikir…

Kurdên ku zimanê dayîka xwe nizanîbûn ji xwe bi beşa Tirkî va dest pê dikirin û dixwendin, yên zimanê xwe dizanîbûn ew jî dîsa bi Tirkî dixwendin…

Jiber ku xwendina bi Tirkî li wan jî hêsan dihat…

Weke binnivîsa TRT-Kurd, xwendevanên Kurd li berga pirtûkê ya bi Kurdî dinihêrîn û dilşa dibûn, mixabin vedigerîyan bi Tirkî dixwendin…

Di destpêka salên nodî da min jî di karê çapemenîyê da cîh girt û me kovar û rojnameyên bi navê Kurdî weşand.

Kovara Deng û Rojnama Azadî…

Navên wan bi Kurdî, naveroka wan ji sedî nod Tirkî bûn…

Nivîsên girîng û dewlemend bi Tirkî, rûpelên çand û hûner, mesele û metelok, henek û çîrok jî bi Kurdî bûn…

Xwendevanên me nivîsên bi Kurdî vala didîtin û li rûyên wan mêzenedikrin…

Di navenda salên 90’i da hatim Almanya.

Di wan salan da li her bajarekî Almanya komelên Komkarê hebûn.

Di komelan da zimanê fermî, heta zimanê rojane jî Tirkî bû.

Endam û rêvebirên komelan bi hev ra bi Tirkî diaxifîn û civîn û konferansên ji alî wan va dihatin li dar xistin jî bi Tirkî bi rêve dibirin…

Axaftvanên civîn û konferansan bi Kurdi silav li beşdarvanan dikirin û dû ra vedigeriyan ser zimanê Tirkî û axaftinên xwe bi Tirkî didomandin.

Komelên Kurd, li derveyî welat, rêvebir û endamên wan kurdên zimanTirk…

Gelek caran ji bo bikaranîna zimanê Kurdî pêşnîyar dihatin kirin.

Mixabin di her carê da hevalên giregir digotin; „girseya me hê Kurdî baş fêhm nake, heta ku ew fêrî ziman bin, em mecbûrin ku civînan bi Tirkî bi rêve bibin…“

Ji wê demê heta îro, hema hema bist sal derbas bû, pirranîya komelan hatin girtin. Di yên mayîn da, qasî ku ez dibihîzim hê jî li benda fêrbûna Kurdî sekinîne û civînên xwe hê jî bi Tirkî li dar dixin…

Ev pirtûk û rojname û kovar û komelên ku min weke mînak nîşan dan, parçeyek ji dîroka kurdan in û ji yên din jî cûda nînin…

Sedem vê yekê ye ku em roj bi roj ji ziman û koka xwe dûr dikevin…

Jiber ku em bi nîyeteke çê û pîroz derdikevin serê rê, di nîvê rê da rîya xwe şaş dikin û jı nîyeta xwe dûr dikevin…

Wek gotina dawîyê; ji bo encamdayîna çê û pîroz, nîyet tenê ne bes e, rêyeke rast û rêwîtîyeke di demê da pêwîst e!..

28.08.2017

ikramoguz@navkurd.net

dîtin: 98

Pêveker:

nîyeta çê û xirabîya rê!..