• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Nûçe - Pel 6

Nûçeyên cîhanê, yên Kurdistanê

Hêzîran 17, 2017, 11:59

Kesek di Çemê Malabadî de xeniqî

Îro kesek di bin pira Mala Badî de di çem de xeniqî. Du kesên hevalên hev di bin pira Mala Badî de rûniştin û li Rûbar meyizandin. Di vê navberê de herdû jî semitîn û ketine çemê Mala Bad&i.. berdewam...
Hêzîran 17, 2017, 12:37

Donald Trump Peymana Kubayê rawestand

Serokê Dewleta Welatên Yekgirtî yên Emerîka Donald Trump daxuyanî da û diyar kir ku peymana di sala 2014 ê de di navbeyna Barack Obama û Kubayê de pêk hatî bêkêr hiştiye. Trump got; Neha serok ezim û dê E.. berdewam...
Hêzîran 17, 2017, 11:37

Li Silêmaniyê êrîşa mizgeftê

Şevîdî li Silêmaniyê hindek kesan di dema kombûna civatê û weza Melê de bombe avetine nav mizgefta bi navê Beheşt. li gorî zanyarîyan tevî melayê mizgeftê Evdillatîf Selefî çar kes birînda.. berdewam...
Hêzîran 16, 2017, 8:53

Helmut Kohl koça dawî kir

Serwezîrê berê yê Elmanya Helmut Kohl îro  koça dawî kir. Sîyasetvanê navdar yê Elman, xwedan dewreke giring bû di nava siyadeta Elmanya û Ewrûpa de  Herweha di siyaseta cîhanê de jî kesek&ici.. berdewam...
Hêzîran 15, 2017, 9:48

Li Xormato du Pêşmerge şehîd ketin

Şeva bihurî di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ du Pêşmergeyên Kurd Şehîd ketin.  Li gorî zanyariyên ji herêmê bidest keftî hêzên terorist di encama tengavbûna Rojavayê Kurdistanê de &ec.. berdewam...
Pûşper 28, 2016, 1:53

Teqîna Qamişlo û Birîna Kurdan

Roja 27’ê Tîrmehê, serê sibê , li Kurdistan’a Rojava, li bajarê Qamişlo 2 teqînên bihêz pêk hatin. Di encama herdu teqînan da 50 Kurd şehîd ketin, 175 Kurd jî birîndar bûn. Xanî û awahîyên ku li Taxa Xerbî li ser xwe mabûn, ji binîva hatin xwarê.Weke hercarê, dinya kerr û lal, cînarên Kurdan, cînarê.. berdewam...
Adar 22, 2016, 10:37

Rewşa Taksîm û cihê teqînê

Îro (roja sêşemê) piştî nîvro min berê xwe ji Goztepeya Stenbolê da Taksîm an Beyoxlû  û kolana Îstiklalê. Bi rastî min pir meraq nedikir lê belê hinek karê min hebû û bi wê ve jî min xwest cihê ku teqîn lê çêbûye bibînin. Berî teqînê an jî berî ku dengê teqînan ji Enqere û derên din bên Taksîm vê s.. berdewam...
Adar 17, 2016, 10:51

Federasyona Rojava û Bakurê Sûrîyê hate ragihandin

Hevserokên Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê Hediye Yûsuf û Mensur El-Selum ragihandin ew dê bibin nimûneyek ji bo çareserkirina krîza Sûriyê.Îro pênşemî Komîteya Amadekar a Kongreya Damezrêner a Sîstema Rêveberiya Pêşerojê ya Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûr.. berdewam...
Adar 12, 2016, 12:24

Artêşa dagirker leşkerên xwe veguhestine Nisêbînê

Artêşa Tirk hejmareka zêde leşker û polîsên xwe veguhestine Nisêbînê. Veguheztina ji îro sibêve destpêkirî hetanî neha jî berdewam dike. Li gorî dîmen û nûçeyên ji navçeyê hatî aşkere dikin ku dewleta dagirker dixwaze bûyerên mezin li navçeyê pêk bîne û diyar dibe nexşek dijî rojavayê Kurdistanê jî .. berdewam...
Adar 11, 2016, 4:33

LEZGÎN | Li Nisêbînê kombûna mezin ya leşkerî

Li Nisêbînê îro bi hezaran leşkerên dewleta dagirker kom bûn. Beriya neha jî di medyayê de belav bûbû ku dê DAÎŞ ji Nisêbînê êrîşî Rojava bike. Li gorî nûçeyên ji navçeyê ev derbirîn rast derket. Bi hezaran hêzên terorist bi çekên giran ve li Nisêbînê kom dibin. Tête gotin ku dê roja duşembê dîsan q.. berdewam...
Adar 4, 2016, 11:02

Rêvingiya Helîm Yusiv ya Amûdê

Nivîskarê Kurd Helîm Yusiv; serdan û rêvingiya xwe ya axa welat, welatê ji aramiyê berbi dojehiyê ve diçe û ji dojehbûnê berbi azadiyê ve diçe bi hurehur û berfirehiyên wê ve raveyê xwendevanên zimanê Kurdî kir.Gotara Helîm Yusiv ya di Buyerpress de hatî weşandin em jî raveyî zimanhez û wêjehezên zi.. berdewam...
Adar 2, 2016, 11:16

Îro Amed meşiya Sûrê

Piştî banga Selahattin Demirtaş îro ji bo parestina Sûr ê ji zilma dewleta dagirker ya Tirk gelê Kurd yê Amedê bi girseyî meşiyan Sûr ê.Meşa girseyî ya Kurdan hemî bend û astengiyên dewleta dagirker rûxandin.Bi hemî derfetên xwe ve çeteyên dewletê xwestin pêşî li girseya mezin bigrin lê belê Kurdan .. berdewam...
Rêbendan 27, 2016, 4:31

Rewşenbîrên Kurd li hev dicivin

Komek Rewşenbîrên Kurd destbi hewldana kirin da ku Tevayî Rewşenbîrên Kurd yên li Kurdistanê û Cîhanê li hev bicivînin û bo Kurd û Kurdistanê destpêşxeriyeke rewşenbîrî ava bikin û bi vê armancê jî Konferansekê lidar bixin. Koma Amadekar di derbarê vê Însiyatîfê de belavokek belav kir û bang li hemî.. berdewam...
Rêbendan 25, 2016, 11:57

Ez çûm Amedê – Serdana Saziyên Kurd – 3

Di heman roja (12.02) de ez û hevalê xwe yî ku li Amedê dimîne û pîsporê xizmeta civakî bi hev re di bin dengê çekên Sûrê de ber bi Komeleya Nivîskarên Kurd ve dimeşin. Em dengê çekan jî yek bi yek li gor xwe bi nav dikin, “ev ya keleşê bû, ev ya tiştekî hê cûda”. Pîspor dibêje, em jî bi damezrandin.. berdewam...
Rêbendan 18, 2016, 10:22

Di teqîna dijî teroristan de hejmara kuştiyan zêde dibe

Di çalekiya dihunê ya li Enqerê de hejmara terorîstên kuştî zêde dibe.Li gorî daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirkiyê yên piştî çalekiyê hejmara kuştiyan 18 hatibû dayin. Li gorî agahiyên dawî, di encama teqîna Enqerê de hetani neha 28 kes mirine û ji 70 yî bêhtir jî birîndar hene.Li gorî daxuyaniya E.. berdewam...
Rêbendan 6, 2016, 9:07

Navenda PEN a Kurd jî rastî êrîşên dagirkeran hat

Dorpêça li hember herêma Sûra Amedê zêdetirî 40 rojan e tê berdewam kirin, Navenda PEN a Kurd ku, di Mala Dengbêjan de dimîne, ket ber êrîşên hêzên ewlekariya dewleta Tirk.Roja Înê 05.02 navenda PENa Kurd li Amedê, ku weke saziya yekane ya ronakbîrî ya kurdan di nava saziyên navnetewî de tê naskirin.. berdewam...