• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Nûçe - Pel 71

Nûçeyên cîhanê, yên Kurdistanê

Gelawêj 16, 2013, 9:56

Putîn soz da ku pêwendiyên Rusya û Çînê pirr baş bike

Serok dewletê Rusyayê Vladîmîr Putîn digel wezîrê karên derve yê Çînê Yang Jiechi hevdîtinek pêkanî û soz da ku ew dê pêwendiyên her du welatan di astek pir bilid de baş bike.Serokê dewleta Rusyayê Vladîmîr Putîn li Mokovayê digel wezîrê karên derve yê Çînê Yang Jiechi hevdîtinek pêkanî. Di hevdîtin.. berdewam...
Gelawêj 16, 2013, 3:20

Kongreya Netewî ya Kurd hate paşxistin

Di civîna komîteya amadekar ya Kongreya Neteweyî ya Kurd de biryar hate dayîn ku kongre di meha îlona îsal de bê sazkirin.Komîteya amadekar di civîna xwe ya doh de biryar da ku Kongre bihête paşxistin. Endamên komîteya amadekar ya kongreya neteweyî doh heta derengiya şevê civiyan û li ser hinek mija.. berdewam...
Gelawêj 16, 2013, 3:12

Muslim behsa hevdîtinên xwe yên Tirkiyê kir

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim der barê hevdîtinên xwe yên li gel rayadarên Tirkiyê de axivî û diyar kir ku di hevdîtinê de li ser rewşa Suriyê û El Nusra jî hatiye axivîn lê rayadarên Tirkiyê bi awayek zelal negotine ka dê çi bikin.Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ku ji aliyê wezareta karên derve yê Tirk.. berdewam...
Gelawêj 16, 2013, 2:12

Emerîka li dijî terorê piştgiriyê dide Îraqê

Îraqê û Emerîkayê li hevkirin ku Bexdayê ji qeyrana Sûriyê dûr bixin û li dijî terorê jî Emerîka hevkariya Îraqê bike.Li Îraqê bi taybet di meha remezanê de ji ber teqînqan û rûdanên terorîstî nêzîkê hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Neteweyên Yekbûyî û Emerîkayê li hember van rûdanan nîgeraniya x.. berdewam...
Gelawêj 16, 2013, 12:51

Di 6 mehande li rojava dê hilbijartin pêk bên

Li Rojavayê Kurdistanê xebatên ji bo xweseriyê bi lez dewam dikin. Serokê Meclîsa Gel a Rojava Yûsif Hecî der heqê xweserî û sîstema piştî wê de ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ew Sûriyê parçe nakin, lê dixwazin di nava 6 mehan de ji bo xweseriyê hilbijartinan pêk bînin.Serokê Meclîsa Gel a Rojava .. berdewam...
Gelawêj 15, 2013, 7:02

Barzanî: Divê berjewendiyên neteweyî beriya hemû tiştekî be

Serokê herêma Kurdistanê û Serokê giştiyê Partiya Demokrata Kurdistanê Mesud Barzanî bi boneya şêstûheftemîn salvegera damezrandina PDK’ê peyamek weşand. Barzanî diyar kir ku di vê qonaxê de pêwîstiya me zêdetir bi yekdengî, yekrêzî û helwestek Kurdperwerî hey.Barzanî diyar kir ku avabûna Partiya De.. berdewam...
Gelawêj 15, 2013, 11:50

The Washington Post: Obama şîrîkê El Sîsî ye

Rojnameya navdar ya Emerîkî The Washington Post diyar kir ku rêveberiya Obama bi polîtîkayên xwe bûye şîrîkê tawanên El Sîsî ku li Misirê bi sedan xwepêşander kuştin.Di sernivîsa rojnameya The Washington Post de hate gotin ku beriya derbeya 3 Tîrmehê rêvebiriya Obama ji artêşa Misirê xwest ku destka.. berdewam...
Gelawêj 15, 2013, 12:46

PYD: Peyama Barzanî bi wateye destwerdan bi Rojava nîne

Hevserokê partîya yekîtîya demokratîk (PYD) Salih Muslim ragihand, ku peyama Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê ya bo amadebûna herêma Kurdistanê bo bergirîkirin li Kurdên Rojavayê Kurdistanê, bi wateya destwerdan di rewşa Rojavayê Kurdistanê de nîne, belku bo encamdana lêkolînê derbarê komkujîy.. berdewam...
Gelawêj 14, 2013, 9:39

Muslim li Tirkiyê hevdîtinan dike

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ji bo hind hevdîtinan cara duwem çûbû Tirkiyê. Hate gotin ku Muslim di gel berpirsên wezareta Karê derve û serokê MİT’ê hevdîtin pêkaniye. Lê wezîrê karê derve yê Tirkiyê jovan nedaye Muslim. Tirkiye daxwazên xwe di 3 xalan de ragehandiye Muslim.Hevserokê PYD’ê Salih Mus.. berdewam...
Gelawêj 13, 2013, 9:23

Li Rojavayê Kurdistanê rêveberiya demkî ava dibe

Li Rojavayê Kurdistanê amadekariyên avakirina rêveberiyekê demkî dihête kirin. Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah, destnîşan kir ku projeya wan a ji bo rêveberiya demî ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê gelek derdoran ve bi erênî hatiye pêşwazîkirin û bal kişand ku ew di vê xebatê de derbasî asta duyemîn bû.. berdewam...
Gelawêj 13, 2013, 7:24

Serokê efsanewî yê Kubayê Castro dibe 87 salî

Serokê efsanewî yê şoreşa Kubayê Fîdel Castro dikeve 87 saliya xwe. Castro piştî şoreşê 47 salan serokatiya Kubayê kir.Serokê efsanewî yê şoreşa Kubayê Fîdel Castro ji sala 2006’an vir ve ji ber sedemên tendurustiyê desthiladariya welat dewrê birayê xwe Raul Castro kiriye. Her çend niha ji xebatên s.. berdewam...
Gelawêj 13, 2013, 1:02

Li Agirî Festîvala Evdalê Zeynikê li dar dikeve

1’emîn Festîvala Navneteweyî ya Evdalê Zeynikê di rojên 17-18’ê mehê de li dar dikeve.Di 17-18’ê gelawêjê de wê li bajarê Agirî “1’emîn Festîvala Navneteweyî ya Çand û Hunerê ya Evdalê Zeynikê” bê lidarxistin. Di çarçoveya festîvalê de, wê bi beşdariya gelek lêkolîner, dengbêj û hunermendan hin semî.. berdewam...
Gelawêj 13, 2013, 10:49

Tirkiyê alîkarî ji Îranê xwest

Li gor nûçeya Ajansa Fars rayadarên wezareta karên derve yê Tirkiyê ji bo rizgarkirina her du pîlotên Tirk yên li Lubnanê hatibûn revandin ji rayadarên karên derve yê Îranê alîkarî xwestin. Tirkiye dixwaze Îran bi rêya pêwendiyên xwe yên li Lubnanê pîlotên Trik Murat Akpinar û Murat Agca azad bike.L.. berdewam...
Gelawêj 13, 2013, 2:17

Muslim carek din diçe Tirkiyê

Serokê PYD’ê Salim Muslim beriya serdana xwe ya Tirkiyê mijarên di rojevê de û der barê serdanên xwe yên Tirkiyê û Îranê axivî.Serokê Partiya Yekitiya Demokratîk PYD Salih Muslim diyar kir ku îro yan jî sube dê serdana Tirkiyê bike. Muslim beriya serdana xwe ya Tirkiyê der barê mijarên di rojevê de .. berdewam...
Gelawêj 12, 2013, 1:20

Ji bo Rojavayê Kurdistanê lijneyek ava dibe

Hate zanîn ku îro di nava komîteya amadakar ya Kongreya Netewî ya Kurd de lijneyek ji bo here Rojavayê Kurdistanê dihête avakirin. Ev lijne dê rûdanên li Rojava lêkolîn bike û bersiva îdîayên ku Cebhet el-Nusra û Dewleta Îslam ya Îraq û Şamê komkujî pêk aniye, bide.Piştî ku di hema remezanê de li Ro.. berdewam...
Gelawêj 12, 2013, 12:13

Pêwendiyên Emerîka û Rusyayê sar dibin

Serok dewletê Emerîkayê Barack Obama bi daxuyaniyên xwe yên dawiyê tekez kir ku pêwendiyên di navbera Emerîka û Rusyayê sar bûne û pêdivî heye ku pêwendiyên wan bo demekê rawestin. Obama ji bo Olîmpiyatên Soçî yên ku li Rusyayê dihêne pêkanîn jî got: ‘Em dikarin bi yarîzanên xwe yên homoseksuel jî j.. berdewam...
Gelawêj 12, 2013, 10:21

Îsrail 26 dîlên Filistînî azad dike

Desteya wezîrên Îsraîlê piştî destpêkirina hevdîtina di navbera her du aliyan de biryar da ku 26 mehkumên Filistînî yên di destê xwe de serbest berde.Şêwirmendiya ragehandina serokatiyê derengiya şevê daxuyaniyek nivîskî belav kir û da zanîn ku desteya wezîran di bin serokatiya wezîrê bergiriyê Moşe.. berdewam...
Gelawêj 11, 2013, 7:18

Li Parîsê jî Kurd ji bo Rojava meşiyan

Meşên Kurdistaniyan ya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê li gelek bajarên Ewropayê berdewam dikin. Vê carê jî komkujî û êrîşên çekdarên El Qaîdeyê yên li dijî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate şermezarkirin. Di meşê de banga xurtkirina de.. berdewam...
Gelawêj 11, 2013, 4:24

Qeyrana li Tunusê kûr dibe

Li Tunusê qeyrana di navbera desthilat û opozîsyonê de mezin dibe. Serok wezîr Elî El-Urayyid bang li hemû aliyan kir ku hevkariyê bikin. Opozîsyonê jî daxwaz kir ku hikumetek alternatîf bihête avakirin û endamên serbixwe jî di nav de bin.Li Tunusê ku yekem car xwepêşandanên Bahara Erebî lê destpêki.. berdewam...
Gelawêj 11, 2013, 3:30

Li Almanyayê ji bo Rojava meş

Êrîşên komên çekdar yên El Qaîde yên li dijê Kurdên Rojavayê Kurdistanê li bajarê Berlîna Almanyayê jî bi meşekê hete şermezar kirin. Bi hezaran kes beşdarê meşê bûn.Meş ji aliyê Meclîsa Gel a Rojava û Meclîsa Gel a Demokratîk a Berlîn ve hate organîzekirin li qada Hermenplatz pêk hat. Saziyên weke .. berdewam...
Gelawêj 11, 2013, 9:57

PDK, YNK serdana PKK li Qendîlê kirin

Endamê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Kemal Kerkûkî û nûnerê YNK’ê Sedî Ehmed Pîre di roja duwem ya cajnê de (9 Tebaxê) serdana Qendîlê kirin û li gel hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik civiyan.Di demekê de ku sebaret bi rûdanên Rojavayê Kurdistanê di navbera hêzên K.. berdewam...
Gelawêj 10, 2013, 7:06

YPG’ê agirbesta cejnê bi dawî kir

Fermandariya Giştî ya YPG’ê daxuyand ku wan li ser daxwaza hind hêzên niştimanî, demokrat û dostan, her wiha li gor kevneşopiyên civakê di 3 rojên Cejna Remezanê de agirbest îlan kiribû, lê komên çete êrîşên xwe yên li dij exlaqî domandine, lewre agirbest bi dawî bûye. YPG’ê diyar kir ku ew ê bersiv.. berdewam...
Gelawêj 10, 2013, 5:24

Tirkiye leşkerên xwe yên li Lubnanê vedikêşe

Dewleta Tirk biryar da ku 280 leşkerên xwe yên li Lubnanê vekêşe. Rawêjkarê Neteweyên Yekbûyî Andrea Tenenti, diyar kir ku ev biryar beriya revandina her du pîlotên Tirkiyê yên li Lubnanê hatibû standin.Rawêjkarê Neteweyên Yekbûyî Tenenti ji rojnemeya Daily Star ya Lubanî re got ku 338 leşkerên Tirk.. berdewam...