• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Nûçe - Pel 73

Nûçeyên cîhanê, yên Kurdistanê

Pûşper 18, 2013, 10:35

PYD pêşnûmeya qanûna bingehîn amade dike

Encumena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) pêşniyar dike li rojavayê Kurdistanê rêveberiyek demkî ji bo birêvebirina deverên kurdî bê avakirin lê Encumena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) jî cuda li vê yekê dinêrin. Endamekî El Partî dibêje: “Hinek mercên me ji bo beşdariya vê rêveberiyê de hene.”D.. berdewam...
Pûşper 18, 2013, 10:24

Serokê evsanewî Mandela 96 saliye

Evro roja ji dayikbûna serokê efsanewî yê Efrîkaya Başûr Nelson Mandela ye. Bijîşkên wî diyar dikin ku rewşa tendurustiya Mandale her diçe baştir dibe.Serokê evsanewî yê Efrîka Başûr Nelson Mandela evro bû 96 salî. Mandela ji ber enfeksiyona kezeba spî zêdetirî mehekê ye di mexweşxaneyê de ye û bijî.. berdewam...
Pûşper 17, 2013, 6:51

Kovara Zenith nexşeya Kurdistanê danî ser bergê xwe

Kovara siyasî û ya lêkolînan ya Elmanî ya bi navê Zenith, di hejmara xwe ya dawî de nexşeya Kurdistanê danî ser bergê pêşiyê. Di hejmara Tîrmeh/Tebax ya kovarê de li ser bergê kovarê sernivîsa “Ma hîn jî ev welat dikare were astengkirin?” û neqşeya Kurdistanê heye.Kovara  Zenith bebetên xwe der barê.. berdewam...
Pûşper 17, 2013, 4:49

Demîrtaş: Hikûmet berpisyariyên xwe pêknayne

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin ku hikûmet berpirsyariyên xwe yên pêvajoya çareseriyê bicih nîne û got, “Ev ne bendewariyek ji encama bazariyekê ye. Weke Serokwezîr we soz dan civaka Tirkiyê, we gotin bila çek bêdeng bibin siyaset biaxive. Niha hûn neçarin pêwistiya vê bicih bînin.”.. berdewam...
Pûşper 17, 2013, 4:45

Opozîsyonê bersiv da daxuyaniya Barzanî

Tevgera Gorran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (YÎK) û Komela Îslamî ya Kurdistanê (KÎK) ku wek opoîzsyona Herêma Kurdistanê tên naskirin, bersiva peyam û daxuyaniya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li ser dirêjkirina heyama serokatiya xwe dan û ragihandin, ew li ser helwesta xwe ya berê n.. berdewam...
Pûşper 16, 2013, 7:46

Emerîka Mûrsî jî Erdoxan jî naxwaze

Di malpeekê Rusî de dariştina pisporê Rojhilata Navîn Stanislav Tarasov hate weşandin û Tarasov di nivîsa xwe de geşedanên li Tirkiyê, Misir û Suriyê dinirxîne û îdîa dike ku sêgoşeya Misir-Tirkiye-Qatarê têk çû.Malpera navdar ya Rusî iarex.ru ku der barê Rojhilata Navîn de lêkolîn û analîzan dike n.. berdewam...
Pûşper 16, 2013, 6:18

Barzanî derbarê sedema dirêjkirina serokatiya xwe peyamek weşand

Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî der bar3e sedema erêkirina maweya serokatiya xwe peyamek weşand:Eve jî dirêjahiya peyamê ye:Ji min re xweştirîn biryar ew bû ku di 16 saliya xwe de bûm pêşmergeyê Kurdistanê, ji bo azadî û mafên neteweyî û demokratîk ên gelê Kurdistanê û rizgarkirina axa Kurdis.. berdewam...
Pûşper 16, 2013, 9:49

Artêşa Kongoyê 120 serhildêr kuştin

Di daxuyaniyekê de hate gotin ku Komara Demokratîk ya Kongoyê di operasyonekê de 120 çekdarên serhildêr kuştiye.Rawêjkarê hikumetê Lambert Mende diyar kir ku li gundê Kibatî artêşê operasyonek kiriye û carek din serweriya xwe bi dest ve hîneye. Mande got di dema şer û pevçûnan de 120 çekdarên rêxist.. berdewam...
Pûşper 16, 2013, 9:34

Îran hêza pasdarên Kurd ava dike

Hêzên parastina şoreşa îslamî ya Îranê ku wek hêzên Pasdar tên naskirin, dixwaze li rojhilatê Kurdistanê “pasdarên kurd” di bin navê rêxistinekê de kom bike û wek hêzek taybet bikar bîne.Fermandeyê tabûra Beyt ul Muqedes a hêzên pasdarên Îranê li bajarê Sine yê rojhilatê Kurdistanê diyar kir ku li s.. berdewam...
Pûşper 15, 2013, 10:31

Adil Zozanî: Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara barazê

Ji bo 13 girtiyên nexweş rapora dikarin di girtîgehê de bimînin hatibû dayîn û biryar li ber Girtîgeha Metrîsê bi çalakiyê hate şermezarkirin. Parlamenterê Colemêrgê yê BDP’ê Adil Zozanî diyar kir ku, girtiyên nexweş nabe mijara bazarê.TUAD û Rêxistina BDP’ê ya Stenbolê derbarê 17 girtiyên nexweş an.. berdewam...
Pûşper 15, 2013, 10:26

Ciwanek Kurd weke nûnerê ciwanên Kurd çû Neteweyên Yekbûyî

Ciwanekî kurd ê bi navê  Kurmanc Osman, wek nûnerê Herêma Kurdistanê di saziya gencên aştîxwaz a NY (UNOY) li civata giştî ya NY li bajarê New Yorkê yê Amerîka axaftinek pêşkêş kir.Saziya UNOY ku navenda sereke ya wê li bajarê Lahay yê Hollanda ye, her sal konferansa xwe di bin çavdêriya encumena ew.. berdewam...
Pûşper 15, 2013, 3:50

Mele Bextiyar û Remzî Kartal panêlek hevpar li darxistin

Li bajarokê Rijswijk ê Holandayê, Serokê Kongra Gel Remzî Kartal û Nûnerê Buroya Siyasî ya YNK’ê Mele Bextiyar di panêlekê de axivîn. Kartal bal kişand ser berxwedana 14’ê Tîrmehê û got, “Eger berxwedana li Zîndana Amedê ya sala 1982’an nebûya, em îro nedihatin roja îro.” Nûnerê Buroya Siyasî ya YNK.. berdewam...
Pûşper 15, 2013, 11:44

Rusya: Îsraîl bi rêya Tirkiyê li Suriyê dixe!

Televizyona RT ya Rusyayê îdîakir ku balafirên şer yên Îsraîlê ji firokexaneyên Tirkiyê radibin û Suriy3e bombebaran dikin.Kanala nûçeyan RT ya Rusî nûçeyek weşand û diyar kir ku Îsraîl ji bo êrîşên xwe yên li ser deryayî ku di demên dawî de çendîn car li herêma Latqiyeya Suriyê bombebaran kirin, fi.. berdewam...
Pûşper 15, 2013, 11:14

Li Emerîka kardaneweya li dijî biryara dadgehê zêde dibe

Pêr li Emerîkayê dadgehê biryarek seyr da û kujerê ciwanê reşik yê 17 salî Trayvon Martîn, George Zimmerman serbest berda. Piştî vê biryarê li çar aliyên welat reşikan bi gotina ‘heger dadwerî nebe aşitî jî nîne’ daketin kolanan.Di 26’ê Sibata sala 2012’an de li Florîdaya Orlando ya Emerîkayê George.. berdewam...
Pûşper 15, 2013, 10:13

Yekem serdana fermîya Misirê ji aliyê Emerîkayê ve pêk dihêt

Alîkarê wezîrê derve yê Emerîkayê Bill Burns bo serdaneke fermî çû Misirê.Li gor daxwiyaniya ku ji aliyê wezareta karên derve yê Emerîkayê dê alîkarê wezîrê derve Burns du rojan li Qahîreyê bimîne û di nava vê demê de li gel saziyên medenî, karsazan û her weha li gel berpirsên hikumeta nû hevdîtinan.. berdewam...
Pûşper 15, 2013, 9:47

Li Rojava rêveberiyek demkî ava dibe

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) xwe ji bo avakirina hikûmetek demkî li rojavayê Kurdistanê amade dike. Endamê rêveberiya tevgera demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl diyar kir ku hikûmeta han dê hikûmetek hevbeş be û deverên rizgarkirî yên rojavayê Kurdistanê birêve bibe.Endamê rêveberiya TEV-DEMê Ald.. berdewam...
Pûşper 14, 2013, 10:20

Balyozê Emerîkayê derdikeve çiyayê Agirî

Balyozê Emerîka yê Enqerê Francis Ricciardone di gel hevjîn û keşa xwe derdikeve çiyayê Agirî (Araratê)Riccairdone doh danê nîvro di gel hevjîna xwe û keşa xwe cihên dîrokî yên bajarê Agiriyê geriye û paşî hate Bazîdê. Ricciardone evro danê sibê berê xwe da çiyayê herî mezin yê Kurdistanê çiyayê Agi.. berdewam...
Pûşper 14, 2013, 10:00

Rojnameya Guardian: Metirsiya herî mezin ya Erdoxan ew bi xwe ye

Rojnameya Guardian ya Brîtanî di çarçoveya bûyerên dawî yên li Tirkiyê de analîzek li ser serokwezîrê Tirkiyê R. Tayyîb Erdoxan  kir û diyar kir ku metirsiya herî mezin bo Erdoxan ew û derdora wî bi xwe ye.Rojnameyê cîh da gotinên rawêşkarê Erdoxan yê nû Yigit Bulut ku dibêje: ‘hewl didin ji dûr ve .. berdewam...
Pûşper 14, 2013, 9:31

Li Kerbela teqîn; 6 kes mirin

Li gor agehiya jêdere herêmê li navenda bajarê Kerbela ya Îraqê wesayitek bombebarkirî teqiya û di encam de 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 22 kes jî birîndar bûn.Jêderekê ji polîsênKerbela ji malpera PUK media re ragehand ku evro danê êvarî wesayitekê bobebarkirî di nava bazara millî de hatiye teqa.. berdewam...
Pûşper 14, 2013, 8:31

Zêbarî: Îraq nikare çekên ji Îranê diçin Sûriyê rawestîne

Wezîrê derve yê Îraqê Hoşyar Zêbarî li Parîsê ragihand ku, karê wî yê serekî di wê serdanê de aşkira kirina helwesta Êraqê ji aloziya Sûriyêye, her weha Zêbarî teqez kir ku Bexda di navbera agirê Îran û Emerîkayê deye .Li gor rojnameya Şerqil Ewset doh Hoşyar Zêbarî da zanîn ku wî welatên rojava aga.. berdewam...
Pûşper 14, 2013, 2:31

Kozakçîoxlû xwe nekuştiye!

Der barê rûdana xwekujiya Hayrî  Kozakçîoxlû de serdozgeriyê raportek weşand û diyar kir ku li gor lêkolînan çi burhanekê xwekujiyê nîne.Hayrî Kozakçîoxlûyê ku parêzgarê berê yê Herêma Rewşa Awarte (OHAL) bû û navê wî di gelek bûyerên tarî û qirêj yên li dijî Kurdan de û her weha kuştinên kiryarên w.. berdewam...
Pûşper 14, 2013, 1:03

Xebatên Konferansa Netewî didomin

Ji bo amadekariyên Konferansa Hewlêrê ku weke “Konferansa Netewî ya Kurd” tê binavkirin, tê payîn nûnerên partiyên siyasî yên ji çar parçeyên Kurdistanê, di nava vê hefteyê de li Hewlêrê bênin cem hev.Ji bo amadekariyên Konferansa Hewlêrê ku weke “Konferansa Netewî ya Kurd” tê binavkirin û ji bo çar.. berdewam...