• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Nûnera Yekitiya Ewropayê di gel Mursî hevdîtinek pêk anî

Nûnera Yekitiya Ewropayê di gel Mursî hevdîtinek pêk anî


barkirin: Pûşper 30, 2013, 2:23


Nûnera karên derve û polîtîkayên ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê Catherine Ashton di gel serokomarê berî yê Misirê Muhemed Mursî hevdîtinek pêk anî. Ashton pêşniyar kir di berdêla serbestberdana Mursî û rêvebirên Brayên Misliman de xwepêşandan bêne rawestandin.

Nûnera karên derve û polîtîkayên ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê Catherine Ashton duwemîn car ji bo hevdîtina gehişte Misirê û di gel serokomarê berî yê Misirê Muhemed Mursî hevdîtinek pêk anî. Li gor agehiyên nûnerên dîplomatîk Ashton di gel serokkomarê demkî Adlî Mansur û wezîrê paraztinê Abdulfettah Es-Sisî hevdîtinek pêk anî. Piştî vê hevdîtinê jî di gel Muhammed Mursî hevdîtinek encam da.

Hate gotin ku di hevdîtina li gel Mursî de Ashton pêşniyar kiriye ku di berdêla serbesberdana Mursî û rêveberên Brayên Misliman de xwepêşandanên li dijî rêvebiriya nû bi dawî bihîne. Der barê berferehiya hevdîtinan de û her weha nêrînên Mursî de jî çi agehiyek din nehate dayîn. Ashton diyar kir ku wê di gel Mursî bi du demjimêran hevdîtin pêkaniye û rewşa tendurustiya Mursî jî baş bûye. Ashton got:’Yekîtiya Ewropayê dixwaze ji bo vê qeyranê çareseriyê peyda bike. Parastina canê xwepêşanderan erkê rêvebiriyê ye. Heger aliyên li Misirê daxwaza çareseriyê bikin em dikarin harîkariya wan bikin’.

Hêjayê gotinêye ku Ashton di 17 Tîrmehê de jî seredana Misirê kiribû.

dîtin: 150

Pêveker:

nûnera yekitiya ewropayê di gel mursî hevdîtinek pêk anî