• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Nûnerê Ban Ki-moon li Hewlêrê ye

Nûnerê Ban Ki-moon li Hewlêrê ye


barkirin: Rezber 12, 2014, 3:32


Nûnerê taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li İraqê Nikolay Mladenov ji bo gotûbêjkirina pirsa koçberan û şerê DAİŞ’ê gehişte Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Hevdem ligel gehiştina Hewlêrê, Nûnerê taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li İraqê Nikolay Mladenov bi armanca gotûbêjkirina rewşa navçeyê û pirsa koçberan ligel Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yusif Mihemed civiya.

Ji aliyekî din ve ligel hatina şanda Neteweyên Yekbûyî bo avahiya Parlamentoya Kurdistanê hejmarek hevwelatî û piştîvanên Kobanê li ber Parlamentoyê kom bûn û daxwaz kirin ku Parlamentoya Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî kar ji bo şikandina dorpêçkirina Kobanê bikin ku ji aliyê DAİŞ’ê ve hatiye kirin.

dîtin: 130

Pêveker:

nûnerê ban ki moon li hewlêrê ye