• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Nûnerê Yekîtiya Ewropayê li Misrê bi Birayên Misliman re hevdîtinek kir

Nûnerê Yekîtiya Ewropayê li Misrê bi Birayên Misliman re hevdîtinek kir


barkirin: Pûşper 17, 2013, 10:28


Nûnerê polîtîkayên derve yê Yekitiya Ewropayê Catherine Ashton bi serdaneke fermî gehişte paytexta Misirê Qahîreyê û di gel rêveberin rêxistina Birayên Misliman hevdîtinek encam da.

Di hevdîtinê de serok wezirê ku ji wezîfeyê hatiye girtin Hişam Qendîl û payebilindê rêxistinê Amr Dereq amade bûn. Hevdîtina di nevbera aliyan de bi qasê 45 xulekan ajot. Piştî hevdîtinê Dereq daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku ji bo çareseriya qeyrana li welat çi pêngevek nû nehatiye avêtin. Dereq diyar kir ku ji xwe ew li benda harîkariya ji çi kesî nînin û got: ‘Me tenê pişta xwe spartiye xwe’.

Di çapemeniya cîhanê de li ser vê hevdîtinê şirove hatin kirin û hate diyarkirin ku Birayên Misliman harîkariya ku hêvî dikirin ji nûnerê Ewropa jî peyda nekirin.

Rewanbêj.com

dîtin: 334

Pêveker:

nûnerê yekîtiya ewropayê li misrê bi birayên misliman re hevdîtinek kir