• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Nurten Demirbaş li ser leyistika “Mekîneya Hamlet” nivîsî

Nurten Demirbaş li ser leyistika “Mekîneya Hamlet” nivîsî


barkirin: Gelarêzan 13, 2015, 1:00


Nivîskarê Almanî Heiner Müller, bingeha armanca nivîskariya xwe li ser ‘xerakirin’ê ava dike. Di lîstika xwe ya Mekîna Hamlêt de, kesê/a ku ji aliyê Rojavayê ve dixwaze bê afirandin, bi rêya wendakirina nasnameyê ve mekîneya ku hatiye afirandin parçe dike. Li ber çav raxistina her parçeyên mekînê armanca sereke ya nivîskar e. Fikreke wî ye tamîrkirina mekînê tuneye.

 

Müller, wexta Hamlet’a Shakespeare li nav dîroka Ewropaya bi xwîn bi cî dike; çerxa ku Shakespeare dibêje Pergala Gerdunî derdixe ber çav. Li gor wî divê ev çerx bê xerakirin. Ji ber vê yekê jî ji tekstan dest bi parçekirina pergalê dike. Her tişt tê beravajîkirin. Mekan, kes û çîrok bi rêya pevxistinê li pey hev tên rêzkirin. Lewre di lîstikê de îmkana xwendina çîrokeke temamî, çavdêriya avakirineke dramatik ya ku bi pêş ve diçe namîne. Zemanê qalkirinê û zemanê niha dikeve nav hev. Pevxistineke bi vî rengî biyanîbûneke bi gellek tebeqeyî jî bi xwe re tîne. Kesên lîstikê yên ku bi jêwergirtinan derbasî nav hev bûne, di nav dîroka xwe ya nivîsê de hatine qefaltin ji xwe û pê ve herkes in. Hewldana Müller jî wek a Brecht ew e ku dixwaze ya heyî biguherîne. Li gel Brecht çi dixwest têxe şûna tişta xera bike û hêviya ji temaşevên zelal bû jî, Müller hew tenê “guherîn”ê ji xwe re dike armanc. Brecht bi hişmendiyê ve lebikiye, Müller jî bala xwe daye ser derveyî hişmendiyê.

Mekîneya Hamlêt ya Heiner Müller ya di nav mînakên sereke yên tiyatroya Post-dramatîk de tê hesibandin, bi şîroveya Ayşe Emel Mesci li Şanoya Dewletê ya Stenbolê derdikeve ser sehnê. Lîstik fikra şoreşê bi îroja me ve girê dide û careke din li ser disekine.

Müller, bi rêya qalkirineke hêmayî ya xurt hewl dide “atmosfera erjeng” biafirîne. Di lîstikê de gelek hêmayên wekî ‘cesedê bav ê hatiye parçekirin’, ‘jinika rehê wê yê ber stû hatiye jêkirin’, ‘dilên ji ciye xwe hatine derxistin’, ‘malzarokên bûne hêlîna maran’, ‘mejiyê bûye birîneke xwîn jê tê’ yên erjeng têne dîtin. Zêde bikaranîna van hêmayan bi kêrî “şanoya hilweşînê” tên.

Di şîroveya sehnê de; giyana Hamlet a parçebûyî bi atmosfereke surrealist tê dayîn. Pêşkêşkirina bi sînevizyonê ya dîroka Ewropaya bi xwîn, li paş sehnê dikare wekî metafora herî girîng bê dîtin. Erjengiya ku pergala kapîtalîst afirandiye; bi Elmanyaya Hîtler û dîmenên Wietnamê tê xurtkirin û dîmenên protestoya li dijî Fîloya 6. ya di heman katê hatiye kirin jî dixwaze dîroka Tirkî nîşan bide. Hamletê ku li nav kavilên Ewrûpayê digere, wekî mişkekî ku ketibe nav feqa pergala kapîtalîst e. Xelkên li ser barûyên hesin û Hamlet li kêleka hev in. Cenabên arîstokrat li şaneşîna jorê hatine bicîkirin. Hamlet di vê tabloyê de wekî lehengekî li kêleka gel sekinîbe û xwekuştina çînî pêk anîbe tê dîtin.

Di şîroveya sehnê de Hamlet, gotyarekî ku hayê wî ji her tiştî heye ye. Gotyar nêzîkî nêviyê lîstikê vediguhêze entelektuelekî ku puroya xwe pê xistiye û qala dramaya xwe dike. Êş, gava Hamlet dikeve nav lîstikê derdikeve pêş. Êşa entelektuelî ji tengezariya nasnameyê bêtir li pêş e. Her ku lîstik bi pêş diçe ji dêvla ku parçe bibe û veguhêze qelafetekî qertonî, heta sahneya dawî jî em Hamletekî zindî û li ser piyan dibînin.

Ophelia, jinên li Ewrûpayê dinimîne. Jinika bi ben daliqandiye, jinika rehê wê yê stû hatiye jêkirin… dibêje ‘Do min biryar da ezê xwe nekujim… Ez amûrên bindestiya xwe dişikînim.’ û gotinên wê serîhildanekê nîşan didin.

Di derxistina ser sehnê de jî Ophelia, wekî parçeyekî êşa entelektuelî tê dîtin. Gava bi kincên xwe yên bi xwîn tê ser sehnê; li dawiyê, li ser têlê, kincên jinan ên bi xwîn tên dîtin. Opheliaya li gel di wateya sembolîk de qêrina jinên mirî ye; li ser sahnê xweşik, xeternak û serhildêr e. Wekî dramaya Hamlêt temam dike ye.

Di teksta bingehîn de em Hamletekî ku naxwaze rista ji bo wî hatiye nivîsîn bilîze dibînin. Li pêşberî me Hamletekî ku serî li hemberî nivîskarê xwe radike heye. Lê belê sazkirina dekorê li dawiyê didome. Ji lîstinê û pê ve şansekî wî ya din tuneye. Dibêje ‘Eger qala dramaya min hîna jî bête kirin divê di serdema raperînê de pêk were.’ Lê vê hevokê jî ji bîr nake û pê ve dike. ‘Eger dramaya min hîna jî pêk were ez dibêjim bila li herdu aliyên eniyê jî be. Di navber, li ser û li jora herdu eniyan.’ Di tekstê de Hamlet di kateke ku tu veguhestin temam nebûne û sînorên tu nasnameyan nehatine avêtin de ye.

Müller, ezayetiya Hamlêt ya heliyaye, wenda bûye di nav qêrîna Opheliayê ya pêçayî de vedişêre. Di beşa dawî ya tekstê de, du zilam bedena Opheliayê ya ku li ser kursiya bi teker rûniştiye, bi paçikên dirêj, dipêçin. Ophelia dest bi gotinê dike û dibêje ‘Ez Elektra me… Ez dinyaya ku min welidandiye, jiyana ku min daye dîsa distînim.’ Zilam derdikevin. Ophelia bi bedena xwe ya pêçayî tenê dimîne. Di şîroveya Ayşe Emel Mesci jî, lîstik, ji dêvla Opheliayê ji aliyê karakterê Hamlêtê ku bi xusletê leşkerekî lîstikvanên xwe top bike ve tê bidawîkirin. Qêrîna Opheliayê tê fetisandin.

Di derxistina ser sahnê de, lîstikvaniyên binesaziya parçekirî û aksiyona navxweyî ya tekstê berevajî dikin tê dîtin. Lîstikvaniyên car carên ku diherikin nav qalkirineke dramatîk binesaziya parçekirî ya tekstê davêje paşiyê.

Di şîroveya Ayşe Emel Mesci de fikra serhildanê bingeha fikariya derxistina ser sehnê pêk tîne. Hevoka ‘Bi Gezintiyê dest pê kir…’ dixwaze bûyerên geziyê nîşan bide. Bi vî awayê xwe lîstik tam dibe dijberî nêrîna Müller. Müller şoreşê jî wekî amûreke rûxandinê dihesibîne. Û Ayşe Emel Mesci jî dixwaze bibêje divê fikra şoreşê di îroja me de ji nû ve bête nirxandin. Bi vê yekê hewl dide nasnameyeke nû li kesê/a ku Rojava dirisîne bike.

dîtin: 273

Pêveker:

nurten demirbaş li ser leyistika