• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Obama digel Ruhanî axivî

Obama digel Ruhanî axivî


barkirin: Êlûn 28, 2013, 7:02


Serokê Amerîkayê Barack Obama bi awayek suprîz diyar kir ku ew digel serokomarê Îranê Hesen Ruhanî axiviye. Piştî 34 salan cara yekemîne ku serokê her du welatan bi hev re diaxivin.

Serokê Amerîkayê Barack Obama di destpêka civîna li ser mijara bûtçeyê daxuyand ku wî digel Ruhanî bi telefonê axiviye. Obama got: ‘Kêliyek beriya niha min digel serokomarê Îranê Hesen Ruhanî bi telefonê axiviye.’

Der barê naveroka hevdîtinê de jî Obama diyar kir ku her duyan li ser mijara nukleerê axiviye, di vê mijarê de dê bigehin peymanekê û wî ji Ruhanî re gotiye ku her çend asteng hebin jî ew bawer dike ku dikarin bigehin çareseriyek mayînde.

Her weha Obama da zanîn ku ji bo berdewam kirina hevdîtinên sebaret vê mijarî ewî wezîrê karên derve John Kerry wezîfedar kiriye. Obama got: ‘Ji bo çareseriyê bingehek heye. Ji xwe serokê ruhanî yê Îranê jî li dijî çekên nukleerî fetwayek weşand.’

Bi vê awayî serokê her du dewletan piştî şoreşa Îranê ya 1979’ê cara yekemîne li gel hev pêwendiyê dikin û diaxivin. Serokê her du welatan 15 xulekan bi hev re axivin û di dumahîka axavtinê de jî her du serokan bi zimanê xwe ji hev re gotin ‘Xudahafîz û roj baş.’

Li ser hesabê Twitterê yê serokomarê Îranê Hesen Ruhanî jî hate gotin ku Ruhanî ji Obama re gotiye ‘Xudahafiz’ Obama jî bi gotina ‘Roj baş’ bersiv daya.

Her weha hete gotin ku Ruhanî ji bo mêvanperweriya Amerîkayê spasiya Obama kiriye.

 

dîtin: 188

Pêveker:

obama digel ruhanî axivî