• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
OCALAN | Ku JÎTEM a Rojhilata Navîn bi ser keve pêvajo dê biqede

OCALAN | Ku JÎTEM a Rojhilata Navîn bi ser keve pêvajo dê biqede


barkirin: Rezber 2, 2014, 9:35


Ocalan: Ku Jitem’a Rojhilata Navîn DAİŞ bi ser keve ne tenê destkeftiyên kurdan dê Tirkiye jî têxe pêvejoya derbeyek dom dirêj. Heke hewldana qetliamê biserkeve, dê pêvejoya çareseriê jî biqedîne, hem jî ew ê bingeha pêvejoya darbeyek dem dirêj jî çêbike.

Yê ku bixwaze mijara Kobanê û Rojava rast fêm bikin divê vê rastiyê baş têbigêhêjin. Ez bang li her kesî dikim; kesê ku naxwaze li Tirkî pêvejo û rêwîtiya demokrasiyê têk biçin, bi berpirsiyarî û cîddî li Kobanê xwedî derkevin.

Notên hevpeyvînê û bigiştî yê hevpeyvîna Ocalan wisa ye:

ANF: Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan careke din bibîr xist ku rastiya Kobanê û pêvajo ji hev nayê veqetandin û got, “Bang li her kesî dikim ku xwedî li têkoşîna me ya mirovahiyê û rêwîtiya me ya demokratîk a bi berdêlên mezin tê meşandin, derkevin.”

Heyeta ji Cîgirên Serokê Koma HDP’ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken û Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, duh (01.10.2014) çû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Heyetê cih da van daxuyaniyên Ocalan:

“Em di demeke ku pêşketinên gelekî cidî diqewimin de ne.

Ne tenê ji bo herêmê, ji bo pêşeroja mirovahiyê mirov dikarin bêjin ku em di rojên gelekî hesas de derbas dibin.

Li vir ji hevdîtinên teng, biryardariyek xwedî giraniya muzakereyê derketiye holê û di vî warî de lihevkirin çêbûye. Di nuqteya heyî de plana çalakiyê ya nexşeya rê jî derketiye holê.

Ji niha û pê ve ya herî girîng, bi hevgirtina pîvanên watedare re çarçoveyekirina ve nexşeya rê Û plana çalakiyê ye. Ji ber ku plana çalakiyê ya herî îdeal jî eger li gorî hevgirtineke pîvanî neyê nirxandin, wê ji bilî metnekê neyê ti wateyê. Bingeha ev pîvan lê diyar bibin jî, di serî de deste û komîsyon bi avabûna organên muzakereyê pêkan e. Di vê çarçoveyê de, li pêşiya pratîkbûyîna vîna muzakereyê ku bûye biryara desteya wezîran, ti astengî nemaye. Gelekî girîng e ku di çarçoveya vê metna fermî bûye û li gorî naveroka vê metnê de, muzakere bêyî dereng bimîne, destpê bike. Selamatî û pêşeroja pêvajoya ku me bi cdiyet û fedekariyeke mezin anîn vê nuqteyê, bi lez û cidiyeta gavên bên avêtin ve yekser girêdayî ye. Ji xwe tevahiya cîhan şahidiyê dike ku rexistina hov DAIŞ’ê ya ku em dikarin wê weke JÎTEM a Rojhilata Navîn bi nav bikin, dikare çi bike. Dorpêçiya Kobanê dorpêçiya ji rêzê ya bajarekî nîne. Ne tenê li dijî destketiyên demokratîk ên gelê Kurd e, wê di heman demê de Tirkiyeyê bixe nav pêvajoyeke nû ya darbeyê. Eger ev hewldana komkujiyê bigihêje armanca xwe, hem pêvajo wê bi dawî bibe, hem jî wê bingeha darbeyeke nû û demdirêj bê avêtin.

Her kesê dixwaze mijara Kobanê û Rojava rast fêm bike, divê vê rastiyê baş têbigihêje. Bang li her kesên ku li Tirkiyeyê naxwazin pêvajo û rêwîtiya demokrasiyê têk biçe dikim, ku bi berpirsyarî û cidiyeta pêwîst xwedî li Kobanê derkevin.

Tê dîtin ku di nava dewletê de hînê di navbera yên li gorî çareseriyê tevdigerin û yên ji tinekirinê bi hêvî ne, çûn û hatin heye. Girîngiyeke jiyanî ye ku alîgirên çareseriyê, bi awayekî aktîf û di dema xwe de dest li pêvajoyê û pirsgirêkan werdin. Bi vê îtîbarê careke din bibîr dixînim ku rastiya Kobanê û pêvajo hevgirtiye û ji hev nayê qutkirin. Bang li her kesî dikim ku xwedî li têkoşîna me ya mirovahiyê û rêwîtiya me ya demokratîk a bi berdêlên mezin tê meşandin, derkevin.

Di serî de Kobanê ez tevahiya gelê me yê li Şengal, Cezaa, Rebîa û Mexmûrê li dijî êrîşên DAIŞ’ê berxwedaneke mezin nîşan dide, her wiha hemû derdorên li çar aliyên welêt bi berxwedanê piştigirî û destekê didin, silav dikim.”

ANF.

dîtin: 476

Pêveker:

ocalan ku jÎtem a rojhilata navîn bi ser keve pêvajo biqede