• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ocalan: Pêvajo her weke li ser pira siratê ye

Ocalan: Pêvajo her weke li ser pira siratê ye


barkirin: Gelarêzan 10, 2013, 5:55


Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan doh bi şandeya BDP’ê re hevdîtin pêkanî û derbarê pêvajoyê de hişyariya da û got;  “pêvajo her weke li ser pira siratê ye”. Ocalan diyark ku ji bo rêveçûna pêvajoyê pêwîste hikumet “garantiya zagonî û binesaziyê” çêbike.

Nûnerên Koma BDP’ê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken, her wiha Alîkarê Hevserokên Giştî yê ji Pêvajoya Çareseriyê û Muzakereyan Berpirsyar  yê HDP’ê Sirri Sureya Onder doh çûne girava Îmralî û bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêkanîn.

Piştî hevdîtinê Sirri Sureya Onder daxuyand ziman ku Ocalan gotiye “Pêvajo gehiştiye qonaxek cidî. Pêvajo berdewam dike, lê her weke li ser pira siratê ye. Heta zîndiyek jî bimîne, em bi biryarin ku vîna aştiyê berdewam bikin.”

Onder diyar kir ku hevdîtina wan nêzî 3,5 demjimêran ajotiye û wiha axivî: “Ocalan xwest ku mudaxeleya li hemberî vê heyetê bidawî bibe. Ocalan ji me xwest ku spasiya wî pêşkêşî hemû kesên baweriya wan bi aştiyê heye, bikin. Her weha got ku pêvajoya aştiyê gehiştiye qonaxekî cidî, li gel ku pêvajo didome, li ser pira siratê ye.”

Onder ragihand ku, Ocalan got tiştên ku heya niha pêşketine û fedekariyên hatine kirin yek alî pêşketine û ji bo çareserî pêşde biçe bilezgîn pêwîstî bi demokratîkbûyînê heye. Onder da zanîn ku, Ocalan bi diyar kiriye ku, pêwîstî bi “garantiya zagonî û binesaziyê” heye.

Alîkarê Hevserokên Giştî yê ji Pêvajoya Çareseriyê û Muzakereyan Berpirsyar yê HDP’ê Sirri Sureya Onder got, Ocalan ji bo tevkariya pêvajoyê bang li hemû hêzên demokratîk kir û wiha axivî, “Got hûn dê sipasî û heskirinên min destpêkê girtiyên nexweş, hemû girtiyan û gelê me re bêjin.”

Onder ragihand ku, Ocalan gotiye ev rewş dê “di pêvjaoya aştî û çareseriyê de rolek erênê bilîze” û diyar kir ku, “Pêwîste ev pêvajo bi sedemên weke hilbijartin û sedemên din neyê têkbirin.”

dîtin: 388

Pêveker:

ocalan pêvajo her weke li ser pira siratê ye