• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ocalan: Qonax karaktera xwe diguhere, çê dibe çareserî bibe jî û şer jî derbikeve

Ocalan: Qonax karaktera xwe diguhere, çê dibe çareserî bibe jî û şer jî derbikeve


barkirin: Nîsan 26, 2014, 8:45


Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, di hevdîtina xwe ya digel şanda BDP-HDPê de, vê carê jî behsa karakterê qonaxê kir û diyar kir ku îhtimala derketina şer û pevçûnan jî heye. Ocalan got ku li Tirkiyê vê gavê him derfetên çareseriya bingehîn heye him jî îhtimala derketina şer û pevçûnan heye.

Şanda BDP-HDPê ku ji wekîlên koma BDPê Pervîn Bûldan, parlamenter Idrîs Balûken û parlamenterê HDP ê Sirri Sureya Onder pêk dihat, îro li girtîgeha Îmraliyê bi rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî.

Di vegerê de şandê daxuyaniyek nivîskî li ser naveroka hevdîtina li gel Ocalan belav kirû da zanîn ku Ocalan gotiye ew ne poşmane ku ev pêvajo daye destpê kirin lê ji destpêka pêvajoya aştiyê ve heta niha, bo cara yekemîne ku behsa îhtimala derketina şer û pevçûnan li Tirkiyê kir û got ku, qonax karaktera xwe diguhere, vê gavê li Tirkiyê him derfetên çareseriya bingehîn heye him jî îhtimala derketina şer.

Ocalan her wiha diyar kiriye ku hikûmeta Tirkiyê bi avêtina gavên pêwîst û guhertinên qanûnî dikare îhtimala derketina şer û pevçûnan ji holê rabike û pêvajoya çareseriyê jî bi formateke nû hîn kûrtir bike. Ocalan her weha ji hemû aliyên têkildar xwestiye ku erkên xwe yên li hember pêvajoyê bicîh bînin, her wiha eger hikûmet bixwazê hêzên çekdar tevlî nav civakê bibin divê demildest dest bi derxistina qanûnên pêwîst bike.

Li gorî daxuyaniya şanda BDP-HDPê, Ocalan di beşek din a hevdîtinê de behsa hilbijartinên herîmî yên Tirkiyê kiriye û gotiye, ligel zext û sextekariyên ku di hilbijartinan de çêbûne, gelê kurd karî îradeya xwe ya demokratîk nîşan bide lewma divê saziyên siyasî vê yekê baş binirxînin.

Ocalan li ser roja 1ê Gulanê, Roja Karkerên Cîhanê jî got, ez 1ê Gulanê li hemû karker û kedkaran pîroz dikim lê ezê vê rojê bi nameyeke berfireh pîroz bikim û wê nameyê beriya 1ê Gulanê bişînim destê kedkarên Tirkiyê.

dîtin: 312

Pêveker:

ocalan qonax karaktera xwe diguhere çê dibe çareserî bibe û şer derbikeve