• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Otîzm û Tevgerên Mêjiyê Kesên Bi Otîzmê

Otîzm û Tevgerên Mêjiyê Kesên Bi Otîzmê


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Rêbendan 2, 2018, 7:20


Lêkolînerên ji Zanîngeha Gentê ya ku li Belçîkayê ye, encama xebatên xwe yên li ser mêjiyê kesên bi nexweşiya otîzmê nexweş ketine, eşkere kirin. Kesên bi nexweşiya otîzmê nexweş ketine, dema navê xwe dibihîzin, li beramberê kesên ne nexweş, pirr giran tevdigerin û bertekên xwe diyar dikin.

Dema em li bazarê, li kûçe û kolanê, li dawetekê an jî dema dixebitin, navê xwe dibihîzin, bala me dikişîne û nişka ve em tevdigerin û berteka xwe diyar dikin. Tevger û bertekên me bi xwe xwe rûdidin ku tiştekî pirr normal e, lê ev yek ne ji bo her kesî tiştekî hêsan û normal e, kesên bi nexweşiya otîzmê nexweş ketine, nikarin zû bi zû tevbigerin û bersiva xwe bidin.

Ji xebatên cihêreng yên li ser xort û ciwanên bi otîzmê diyar kiriye ku dema meriv di zarokatiyê de bi navê wî/wê ban lêdikir, zû bi zû tevnedigerîn û hinek jî qet hema qet bersiva xwe nedidan. Lêkolînera ji Zanîngeha Gentê, Annabel Nijhof wiha dibêje; “Ji bo tespîtkirina nexweşiyê tiştê bivê-nevê ev e; dema tu bi navê wî/wê ban lêdikî, divê ew guh bide banga te û bibersivîne.”

Nijhof ji xwe pirsiye û gotiye; “Xort û ciwanên bi otîzmê jî zû bi zû tevdigerin û bertekên xwe diyar dikin an na?” Ji ber ku piştî salên dûr û dirêj, xort û ciwanên bi nexweşiya otîzmê navê xwe elimîne, Nijhof bi xêra xebateke li ser mejiyê kesên nexweş tevger û bertekên kesên nexweş tespît kiriye. Nijhof berdewam dike; “Xebata me eşkere kir ku mêjiyê kesên nexweş pirr giran tevdigerin û bertekên cihêreng pêk dihînin. Mesela dema navê xwe, an navê hevalek an jî navê kesekî nenas dibihîzin, çalakiyên di mêjiyê kesên nexweş de rûdidin, giş jî wek hev bûn.”

Lêkolîner radigîhinin ku bi vê xebatê nepeniya li ser nexweşiyê hebekî din radibe û dikare zû bi zû rê li ber tedawîkirina nexweşiyê vebike.

Çavkanî: Belga

dîtin: 247

Pêveker:

zanist otîzm xebat zanîngeh gent profesor nijhof