• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Papîrûsên Misira Kevn û Teknîka Nû

Papîrûsên Misira Kevn û Teknîka Nû


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Befranbar 1, 2018, 7:31


Lêkolînerên Londrayî vedîtina teknîkeke nû ya lêgerînê pêk anîn, bi teknîka nû bi hêsanî li ser pelên papîrûsê çi nivîsîne û darbestên mûmyayê yên ji pelên papîrûsê ne li kuderê çêkirine, dihêt dîtin û xwendin.

Darbestên mûmyayê bi awayeke pirr baş bi pelên papîrûsê xemilandî ne û meyîdê kesên mirî, mûmyakirî ne û di darbestê de veşartî ne. Misiriyên ji wê serdemê bi xêra pelên papîrûsê danûstandinên xwe yên rojane û dana baca xwe ya salane pêk dianîn. Bi xêra teknîka nû perdeya li ser jiyana rojane ya li Misira kevn radibe.

Ji hiyeroglîfên li ser dîwar û gorên Farao/Fîrewûn dihêt zanîn ku kesên dewlemend û bihêz bi çi awa û rengê jiya ne ku di wê serdemê de eyankirina hêz û dewlemendiyê weke nirxeke pirr bilind dihat qebûlkirin. Profesor Adam Gibsonê ji University College London wiha dibêje; “Zanyarên Misira kevn bi alîkariya teknîka nû dikarin agahiyên rast û berfireh ji jiyana rojane ya Misira kevn werbigirin.”

Darbestên mûmyayê nîşana îtibarê bûn lê tiştê balkêş, darbest ji pelên papîrûsê (kaxiz) dihatin çêkirin. Nivîsên li ser darbestê ji ber şîrqalê ku pê jîps li hev dizeliqandin, nediyar bûn. Lêkolîner bi teknîka nû dikarin nivîsên di binê şîrqal û jîpsê de mane, bibînin. Lêgerîna li nivîsên li ser darbestê bi tîrêjên cihêreng yên nivîsên li ser papîrûsê ronî dikin, pêk dihêt.

Lêkolîner diyar dikin ku bi teknîka nû astengî û zehmetiyên li ser dîtin û xwendina nivîsên li ser darbestên mûmyayê ji holê radibin. Xebata pêşin li ser baholeke piçûk ya mûmyayê ya li muzeyeke li Chiddingstone Castle ya li Kentê ye, pêk hatiye û encameke serkeftî diyar kiriye. Lêkolîner nivîseke ku meriv bi çavên serê xwe nedikaribû bibîne, bi bikaranîna teknîka nu tespît kirine. Di nivîsa nedîtbar de naveke ku li Misirê pirr dihat zanîn, hebûye. “Irethorru” û wateya Irethorru jî ev e: “Çavê Horus li hember dijminên min e.”

Lêkolîner heya vê gavê ji bo dîtin û xwendina nivîsên li ser papîrûsê xebateke dûr û dirêj pêk dianibûn û bêgav diman ku darbestê ji hev bikin. Bi teknîka nû pêdivî bi ji hev kirina darbestê namîne.

Çavkanî: BBC

dîtin: 280

Pêveker:

zanist misir kevn teknîk lêkolîner mûmya