• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Parkinson û Hunera Joy Milneyê

Parkinson û Hunera Joy Milneyê


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Sermawêz 24, 2017, 1:47


Zanyar û lêkolînerên ji seranserê cîhanê bi salan e dixebitin ku ji nexweşiya parkinsonê re çareyekê peyda bikin. Heya vê gavê xebatên li seranserê cîhanê pêk hatine, çareseriya wê nexweşiyê diyar nekirine, lêbelê lêkolînerên ji du zanîngehên li Îngiltereyê bi xêra jinikeke bihuner gihîştinê wê qonaxê ku vedîtina testekê pêk bihînin.

Navê wê xanima bihuner Joy Milne ye, hemşîreyeke ji Îskoçyayê xwediyê hunereke nenas û nedîtî ye. Joy Milne dikare kesên bi nexweşiya Parkinsonê tespît bike û vê yekê jî bitenê bi rêya bêhnkirinê pêk dihîne. Xanima ji Îskoçyayê dikare bêhna ji laşê kesên bi nexweşiya parkinsonê difûre bêhn bike. Joy Milne ji vê hunera xwe 20 sal berê agahdar dibe. Joy Milne 20 sal berê pêdihese ku bêhneke xerab ji mêrê wê yê bi navê Les, difûre ku mêrê wê a niha çûye ber rehma Xwedê. Bêhna ji laşê mêrê wê difûre weke bêhna dara hişkbûyî bûye.

Xanima hunerwer ji mêrê xwe Les gilî û gazincê xwe dike û gumana wê jê hebûye ku Les serê xwe naşo û laşê xwe jî paqij nedikiribûye. Mêrê wê dike-nake bi jina xwe nikare bide fahmkirin ku serê xwe dişoye û xwe paqij dike. Joy bi ya xwe dike, çendekê serê mêrê xwe dişo û wî paqij dike lê piştî mehekê dîsa heman bêhn ji laşê wî dihêt û bêgav dimîne dest ji şûştinê berdide. Lê rojekê li nexweşxaneyê bi çend kesên nexweş yên bi nexweşiya parkinsonê konferensek dihêt lidar xistin ku bêhna ji çend kesên li wir amade bûne û bêhna ji laşê mêrê wê dihat, heman bêhn bûye. Jixwe deh sal li pey wê konferensê di mêrê wê de nexweşiya parkinsonê tespît dikin.

Dema lêkolînerên ji zanîngeha Edinburgh û Manchesterê bi hunera wê xanimê dihesin, diherin bi wê re diaxivin û ji wê dixwazin ku bihêt zanîngehê da ku bi wê re hin testên cihêreng pêk bihînin. Lêkolîner bi çend penyeyên cihêreng yên kesên nexweş û ne nexweş testên xwe pêk dihînin. Joy Milne testên cihêreng bi rengekî serkeftî pêk dihîne û yek bi yek penyeyên kesên nexweş û ne nexweş destnîşan dike. Ji penyeyên kesên ne nexweş penyeyekê jî weke kesekî bi nexweşiya parkinsonê destnîşan dike ku lêkolîner matmayî dimînin, xebatên xwe li ser xwediyê wê penyeyê pêk dihînin lêbelê nikarin tespît bikin xwediyê wê penyeyê nexweş e an na, lê piştî çend salên din pêdihesin ku Joy Milne mafdar bûye, lewre di xwediyê wê penyeyê de tespîtkirina nexweşiya parkinsonê pêk hatiye.

Lêkolînerên ji her du zanîngehên li Îngiltereyê ji ber encamên girîng û serkeftî xebatên xwe berdewam kirine. Lêkolînerên ji zanîngeha Manchesterê bi berdewam kirina xebatên xwe vedîtina deh molekûlên nû pêk anîn. Deh molekûlên nû bi awayeke pirr zêde di mêjiyê kesên nexweş de dihêne dîtin û lêkolîner jî ji vê yekê pirr bihêvî ne ku wê bikaribin vedîtina testekê pêk bihînin. Lêkolîner dixwazin xebatên xwe berdewam bikin û têkiliya deh molekûlên nû bi nexweşiyê re heye an na, tespît bikin. Eger bikaribin têkiliya molekûlên nû bi nexweşiya parkinsonê re bipeytînin, wê destpê perwerdekirina kûçikan bikin.

Çavkanî: BBC, The Telegraph

dîtin: 370

Pêveker:

zanist parkinson joy milne vedîtin bêhnkirin nexweşî