• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Partî û kultîlxwerên pergalê; hin ji serkeftina HDP ê, hin ji binkeftina HDP ê ditirsin

Partî û kultîlxwerên pergalê; hin ji serkeftina HDP ê, hin ji binkeftina HDP ê ditirsin


nivîskar: Eliyê Koçer
barkirin: Rêbendan 7, 2015, 2:22


Partiya Demoqratîk a Gelan HDP e ji bonî hilbijartina heftê hezîrana 2015 an zend û bendên xwe hildane û xwe ji vê hilbijartinê re amade dike. Piştî ku HDP ê biryar da, ne bi namzêtên serbixwe, wê li ser navê partiya xwe têkevê hilbijartinê agir girteye delinga partiyên pergalê û Netewperes- tên tirkan. AKP dibejê ku HDP bendava hilbijartinê derbas bike wê peşiya min bigre, jibonî vê yeke diçe ser HDP ê û her roj bi dehan endamên HDP dişînê girtîgehan. partiyên pergalê yên wekî CHP ê û MHP ê û wan kesên ku qaşo ji xwe re dibejin em nivîskarin, rojnemavanin û ronakbîrin ku bi salane pênûsên xwe ji bonî pergala netewperest bi kar tênin û li ser pişta pergalê diçêrin, zike xwe diwerimînin û derdora pişta guhên xwe qalin dikin, ji tirsa pêşketina AKP ê ketine nava liv û tevgerekê de. Netewperes- tên tirkan û partiyên ku li ser pişta pergalê xwe bi rêvedibin di hilbijartina heftê hezîranâ pêşiya me de ne ji serkeftina HDP ê, ji binkeftina HDP ê ditirsin, dibejin waxta ku HDP e ji sedî dehan bendava hilbijartinê derbas nekê wê parlementêrê HDP ê hamû ji AKP ê re harin, wî wextî we AKP bi tena serê xwe bighêjê mekezagonê biguherê, pergala serokatiye (başkanlık sîstemî) di tirkî de rûnênê û wê jiyanê li me bikê wekî dojehê. Wekî ku tê zanîn AKP e jî partiyeke pergalê ye, lê ji roja ku ev DAÎŞ a qaşo dibin navê îslamê de li rojhilata navîn derketiye holê, AKP e û Teyib Edoxan ji bonî ku pêşiya kurdan bigrê piştgirîya DAİŞ ê, hizbil qontra ( Hûda-par) ê, Cebhet El Nusra û hin rêxistinên din yên îslamî dike, avê daye bin partiyên Netewperest û nîjadperestan, dibejin Teyib Erdoxan wê Dewletê veguherî- ne Dewleteke îslamîst û şerîatê. jiber van sedeman kezebên wan ji AKP ê diqetê, nizanin bê wê çi bikin. Nîjadperest û Netewperestên tirkan ev duwanzdeh salin dikin û nakin nikarin pêşiya AKP ê bigrin, çiqasî bi pêşve diçe AKP hîn bêhtir bi hêz dibe, tenê hêviya wan maye HDP, dibejin ku ne HDP pêşiya AKP bigrê û bisekinîne bi tu awayî em nikarin pêşiya AKP bigrin û weya bê hêz bikin. Mînaka wêya jî em dikarin rojnemevana ku bi dehên salana pênûsa xwe ji bonî nîjadperestên tirkan bi kar tîne Nazlı ILICAK bidin nîşandan. Nazlı ILICAK dinivîsa xwe û televisyonan de dibejê ez ê di vê hilbijartinê de dengên xwe bidim HDP ê. Ha yek dikarê bibejê li gorî aqilê wan evya jî siyasetek bê, jibonî ku HDP ê teşvîk bikin ku bi partiyê têkevê hilbijartinê, bê çawabê HDP e bendava hilbijartinê derbas nakê û wi wextî AKP wê hîn behtir bi hêz bibe.
Wekî ku em dizanin damezrendina partiya Demoqratîk a gelen HDP e projeya Rêberê gelê kurd birêz APO ye, pêdewiya gelên ku li tirkî dijîn wekî nan û avê bi projeyeke wisa heye, çimku ji roja ku komara tirkan hatiye damezirandin heya wekî îro partiyên pergalê û rêvebirên Dewletê jiyan li gelên ku dinava sînorên tirkî de dijîn veguherandine taxek ji taxên dojehê. Li vira barekî giran dikevê ser milên HDP ê de, waxta ku HDP e pervira xwe baş bi lîze, namzêtên xwe baş hilbijêrê û wekî dihilbijartina derbasbûyî ya serok komar de erka xwe biceh bênê ez diwê bahweriyê deme wê bi ser bikevê û ji hamû gelên ku dinava Dewleta tirkî de dijîn re wê bibe hêvî, azadi û wekheviya gelên ku li dijî pergalêne. Kurdan li vira tiştekî baş bi dest xistine, siyasetvanek û cewherekî wekî birêz Selehedîn Demşrtaş ji nava xwe derxistiye, dive kurd bi qîmetê veya baş bizanibin. Kurd dikarin bibejin bi hezaran siyasetvanên kurdan çêbûne, evya jî raste, lê wekî ku em dizanin siyaset hûner û pîşeye ke, her kes nikarê bi rêve bibe. Birêz Selehadîn Demîrtaş vêya pirr baş birêve dibe, wekî însanekî kurd bi sekna xwe, gotinên xwe û bi diristbûna xwe bandorê li her kesî dike, serê nîjadperest û Netewperestên tirkan tevlîhev kiriye û xwe bi gel daye qabûl kirin, evya pirr gîrînge jibonî kurdan. Em di nava gel û civakê dene,kesên ku bi çavên dijminahîyê li kurdan meyzedikin ne tê de,wekîdin gel hamû kêfa wan ji birêz Selehadîn Demirtaş re tê, qadr û qîmet didinê.
Em li vira naxwazin nakokî û xire cira navbera kurdan hamuyan bi rêz bikin, waxta ku em secera xwe diber çavan re derbas bikin, çi rêxistin be, rêberbê, serokbe, rêvebirbe anjî kurdekî ji rêzê be dikar û barên xwe de serkeftîbe, dive hin kurdên me astengiyan ji wanre derxin, bê wê çawa serkeftina wan bê bandor bikin dikevin nava hewldanande. Mixabin evya jî kevneşopiyake me kurda ye. Wekî ku em di zanin piştî hilbijatina şareda- ri yan ya derbasbûyî de hin kurdên me hewqasî ketin pey berjewendiyên xwe de jibonî ku bibin şaredar, kirin ku birêz Selehadîn Demirtaş dev ji hamû kar û barê xwe berdan û çû mala xwe rûnişt, nêzî du mehan derne- kete nava gel. Di aslê xwe de birêz Selehadîn Demîrtaş biryara xwe dabû ku dev ji siyasetê berdê û dev jê berdabû jî, çimku ez pê dizanim ku bi dehan kesên ku tu nikarê pêl gotinên wan bike çûne cem birêz Selehadîn, lê razî nebû. Şensê me kurdan heye ku serok û rêberekî me wekî birêz APO heye, birêz APO Şand û got bila Selehadîn vegerê ser pervira xwe. Ma dinava gelê kurd de kesek heye ku gotina birêz APO pişt guh bike, bi rêz Selehedîn Demirtaş hate ser pervira xwe. Pirr baş çêbû. Bangewaziya me ji wan kesan ku bibin namzêt û rêvebirên kurdan re eve, di haftê meha hezîrana pêşiya me de hilbijartinek heye, ev hilbijartina ji bonî gelê kurd pirr girînge, man û nemana kurdane, bila tu kes nekevê pey berjewendiyên xwe de, berjewendiyên xwe bidin aliyekî, destên xwe bidin hevûdin, ji bonî serkeftinê bi rih û can bixebitin. Rêbertî, rêvebirî û serkêşiya gelê kurd pirr zor û zehmete, kirasekî ji agire, tu berjewendî tê de tuneye, kesên dixwazê biryara xwe bide û bibe namzêt, bila nivîsa rojnamevan bi rêz Ferda Çetîn ya ku 02.02.2015an de dirojnameya özgûr gundemê de hatiye weşandin de bixwînê û bi şunde serlêdana namzêtiya xwe bike.

dîtin: 271

Pêveker:

partî û kultîlxwerên pergalê hin ji serkeftina hdp ê hin ji binkeftina hdp ê ditirsin