• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Partiya mezin a Bakûrê Kurdistanê kiye?

Partiya mezin a Bakûrê Kurdistanê kiye?


barkirin: Gulan 26, 2015, 8:22


Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê di van 12 salên borî de Partiya Dad û Geşedanê AKP xwe weku partiya herî mezin li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê nîşan dida û bi navê ku ew partiya mexduran û mazlumane bi vî awayî desthilatdariya xwe didomand. 
Lê belê Partiya Demokratîk a Gelan HDP`ê ku mezintirîn partiya Kurdiye li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê vê carê zora AKP biriye û ketiye hevrikiyeke dijwar û cara yekeme weku Partî beşdarî hilbijartinên parlemanî a 2015`an dibe.
Li gor lêkolîna ku zanîngha Şehîr a Stenbolê bi hevkariya navenda lêkolîna zanistî û teknolojî ya Tirkiyê hatiye encam danê .
Li gorî nivîseke nivîskara rojnameya Radîkalê Ezgî Başran ku îro hatiye belav kirinê. Belav kiriye ku li gorî rapirsiya li ser pirsa gel mezintirîn Partî li bakûrê Kurdistanê kiye? li bajarên bakûrê Kurdistanê li (Pirsûs, Agirî, Elih, Çewlîk, Amed, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Şirnex, Dersîm, Riha û Wanê) hatiye encamdanê.
Her weha li gor encamên hilbijartina sala 2011`an ya parlemana Tirkiyê, %47.1 dengê Kurdan bo HDP`ê bûye û %39.2 dengên Kurd bo AKP`ê bûye.
Di hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê ku sala 2014`an de birêve çû de %52 Kurdan dengê xwe dane HDP`ê û %42.1 dane AKP`ê û di nava gêncan de jî rêjeya dengên HDP her zêde dibe.
Li gorî lêkolînê HDP`ê li ser asta qeza û bajarokên bakûrê Kurdistanê yekemîn û mezintirîn partiye lê belê li bakûrê Kurdistanê bi giştî ku (ereb, Tirk û kêmnetewên dinê jî hene) dengên AKP`ê zêdetirin. Lê belê li ser asta Tirkiyê AKP`ê bi partiya herî mezin tê zanînê.
Li gor rapirsiyê, %56.2 Kurd dengên xwe didin HDP û %38.4 jî dengê xwe didin AKP`ê. Kurdên Zaza û Elewî jî herî zêde dengên xwe didin HDP û di hilbijartinên serokomariyê de a îlona 2014 de %75 elewiyên Kurd piştevaniya Selahedîn Demirtaş kirin.
Li dawiya nivîsa xwe de Başaran aşkira dike ku di 30 salên dawî de yên herî zêde zere dîtine û mexdûr bûne Kurd û zaza ne, ên ku gundên wam hatine şewitandin û valakirin, bi hezaran ku mirovên wan ketine zîndanê ya hatine kuştinê ya koçber bûne…. ji ber vê jî mirov dikare bêje ku HDP partiya maxduran e û Kurd û Zaza wê %71.3 dengên xwe bidin HDP û %23.3 wê dengên xwe bidin AKP`ê.

  

dîtin: 482

Pêveker:

partiya mezin a bakûrê kurdistanê kiye