• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Paşgir û amraza (PAT) jî heye.

Paşgir û amraza (PAT) jî heye.


nivîskar: Qandîl Şeyxbizînî
barkirin: Pûşper 15, 2017, 8:03


Paşgir û amraza (pat) di Kurdî de.

Di zimanê Îngilîzî de pêşgira û amraza (re) ‘rî’ heye li hemberê paşgir û amraza (Pat).

mînak:

Play - Replay

Start - Restart

View - Review  

Û....

di Kurdî de jî paşgir û amraza (pat) heye ku di herêma Mukiryanê de xweş tê bikaranîn, mînak:

*Dupat - Dubare

*Werpat - Car din bi ser de hatin

Û....

zarê Kurmancî û hem jî zarên din yên Kurdî dikarin sûdmend bin û vê kêmasiyê tejî bikin bi paşgir û amraza (pat)ê.

paşgir û amraza (pat) dikare hem ji tunebûnê bê rizgarkirin û hem jî xizmetekî mezin bike û peyv zelal, kurt û tejî wate bike.

Hinek mînakan ji bo berçav ronî:

*Dîpat- car din lê nêrîn

*Rapat- tekrar û dubare û sêbare

*Werpat- car din bi ser de hatin

*Lîzpat- car din lîzîn û lîstin

*Lezpat- car din lezkirin  

*Corpat- Car din sererastkirin, Tb: (Cor) di Mukiryanê de ango: (sererast).

*Nivîspat- Car din nivîsandina her tiştekî be.

Û....

Ji bo zimanê serdem û zimanê ku bi hemû pajên pêwîstî yên jiyanê bikane, em gelek wêsîstarê van amrazên zimanî ne, yek ji wan paşgir û amraza (pat)e, ji aliyekî din ve dibe sedema parastin, mayina van pêşgir û paşgir û amrzanan, herwiha nêzbûna zarên Kurdî û zengînbûn û rengînbûna zimanê Kurdî.  

//Qandîl Şeyxbizînî

dîtin: 60

Pêveker:

paşgir û amraza (pat) heye.