• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
PDK li ser “Kantona Şengalê” Daxuyanî da

PDK li ser “Kantona Şengalê” Daxuyanî da


barkirin: Befranbar 19, 2015, 1:23


Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî hewlên avakirina “Kantona Şingalê” ji aliyê PKKê ve nerazîbûnek tûj nîşan da û ragihand, PKK bi vê yekê dilê DAIŞê û neyarên gelê kurd xweş dike.
Polîtburoya PDKê li ser hewlên avakirina “Kantona Şingalê” û “Encumena Êzîdiyên Şingalê” ji aliyê PKKê ve daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de nerazîbûnek tûj li dijî wan hewlên PKKê hatiye nîşandan û wiha hatiye gotin:
“Di vê demê de ku hemû gelê Kurdistanê û netewa me ya xebatkar û cîhana azad li benda azadkirina Şingalê û tinekirina terorîstên DAIŞê û vegerandina aramî û aştiyê bo wê deverê ye, taximek bi pêşengtiya PKKê û hevkarên wê bi darê zorê xwe bi ser êzîdiyan de disepînin û bi rêya avakirina encumeneke kartonî û avakirina kantonê, Şingalê ji Herêma Kurdistanê veqetînin.”
Li gorî daxuyaniyê, ev hewlên PKKê “fermaneke nû” ye li dijî kurdên êzîdî her wiha dijberiyeke tund e li dijî yekîtiya netewî û yekparçebûna welat û îradeya kurdiniyê ya hemû êzîdiyan.
Di beşek din a daxuyaniya PDKê de hatiye ziman ku Şingal û êzîdiyên Başûrê Kurdistanê xwedan îrade ne û lazim nîne kesek ji derve were û li şûna wan biryar bide û wiha hatiye gotin: “Lewma ev hewlên han, tenê xizmeta bername û komployên kirêt ên neyarên kurd dike û li deverê aloziyê çêdike.”
Di dawiya daxuyaniyê de PDKê wiha hişyarî daye PKKê: “Em hewlên PKKê û hevkarên wê yên ji bo veqetandina Şingalê ji Kurdistanê riswa dikin û em ji wan dixwazin ku demildest vê yekê ji Herêma Kurdistanê dûr bixin û bi derxistina nakokiyan di nav netewa me de û jihevxistina rezên gelê, dilê DAIŞa terorîst û neyarên gelê Kurdistanê xweş nekin.”

 

Rûdaw

dîtin: 408

Pêveker:

pdk li ser