• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
PDK û PKK, hevrikeke dîrokî, yan hevpeymantiyeke stratêjîk? | Dêrsim Oremar

PDK û PKK, hevrikeke dîrokî, yan hevpeymantiyeke stratêjîk? | Dêrsim Oremar


nivîskar: Dêrsim Oremar
barkirin: Êlûn 6, 2014, 12:35


Bi destpêka şoreşa rojavayê Kurdistanê tengejeyên di navbera du hêzên siyasî yên mezinên Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de zêdebûn û rojavayê Kurdistanê bûye cîhê hevrikiya herdu partiyan.

Li aliyekî PDK, Partiya Yekitiya Demokratîk PYD tawanbar dike ku li rojavayê Kurdistanê takrewiyê dike û li aliyê din jî nêzî sê salane Herêma Kurdistanê ambargo xistiye ser rojavayê Kurdistanê. Şerê ku berovajî salên 1990ê îcar ketiye ser milên dezgehên ragehandin û medyayên nêz û alîgirên herdu partiyan. Hevrikiya ku bandor li ser lidar xistina kongireya Netewî ya Kurdistanê jî kiriye û heta niha hatiye paşxistin.

Bi derkeftina hêzeke derekî û şerê li dijî başûrê Kurdistanê piraniya hêzên Kurdistanê û bi taybet PDK û PKK li dora hev kom bûne. 3 yê Tebaxê ev bûyer qewimî: û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji rojavayê Kurdistanê ji bo hevkariya pêşmergeyan derbasî başûrê Kurdistanê bûn û mil bi milê pêşmergeyan li hember dijminekî hevbeş şer kirin, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Mexmûrê serdana gerilayan kir û destxwşî li wan kir. Lê herkes bi guman li wan nêzikatiyan dinêre û jê du dile, piştî aramiyê cardin dezgahên ragehandinê û alîgirên herdu partiyan şerê xwe destpê kirine, lê pirsa serekî eve: gelo ev hevkarî dikarin bibine sedema nehiştina hevrikiyan û hevpeymanitiyeke demdirêj û stratejk!?

Rojnamevan û çalakvanê siyasî, Ebdulah Hicab bawere ku: ”tawanên DAIŞê xemsariya Kurdan bi xwe venaşêre. Berpirsyarên hêzên pêşmerge li herêma Şengalê, erka xwe ya leşkerî bi cîh neanîn û bêguman lazime bersiva wê qusûra mezin bidin. Lê kêmasiya destpêkê, nabe bibe eger ku hêzên siyasî hesabên xwe yên rêkxistinî niha û di wê dema hesas de ji hev bipirsin”.

Navbirî dibêje: ”şerê DAIŞê li hember Başûrê Kurdistanê, derfetek zêrîn pêk anî ku Kurd pêvajoya yekitiya neteweyî bi pêş ve bibin. Beşdariya pêşmerge û gerîlayan, serdana rêzadr Barzanî ya gerîlayan û beşdariya pêşmergeyên rojhilatê Kurdistanê dîmenên herî bedew in”.

 

Çavdêrên siyasî û raya giştî ya Kurdistanê bawerin êrişa DAÎŞê bo ser Herêma Kurdistanê û şerê nexwestiyê Kurdan bi DAÎŞê re tevî komkujî û hebûna qurbaniyan hin mifa jî ji bo Kurdan hebûne.

Rojnamevan û çavdêrê siyasî, Kemal Çomanî dibêje : ” nêzîk bûna partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê di şerê bi DAÎŞê re bo cara yekem û di praktîkê de selimand ku tenê yekitiya netewiya Kurdan garantiya parastin û mayîna Kurdan weke hêz li navçeyê ye. Navbirî dibêje ji sala 2011ê û bi destpêka şoreşa gelên Sûriyê re lazim bû Kurd bibin yek, lê Kurdan ev rastî qebûl nekirin, îcar DAÎŞê cardin ev rastî ji bo Kurdan dubare kir.

 

Rojnamevan Kakşar Oremar dibêje: ” Nêzîkbûna hemû partiyên Kurdistanê û di serî de jî PKK û PDKê xewna dehan salane ku hemû Kurd li benda rojeke wiha bûn. Hêrişa DAİŞê zirareke mezin daye hemû kesên ku di nava sinorên siyasî yên Îraqa îro de dijîn, lê Kurd gehandin wê baweriyê ku êdî divê biyek bin. Ger wiha nekin, yê yek bi yek ji holê rabin û li rex wê jî mîrasê bajarvaniyeke mezin a Kurdistanê bi rêya DAIŞê yê bi yekcarî ji holê rabe. Ger partiyên Kurdan beriya êrişên DAÎŞê hevgirtiban hingî gel rastî vê tirajêdiyê nedihat ku îro li Şingalê hemû cîhan sosretgirtî kiriye.

 

 

Qonaxa piştî şer û hin eger

 

Hevkarî û beşdariya PKK û PDKê di şerê li hember DAÎŞê bi taybet piştî şerê sar yê di navbera ragehandinên herdu aliyan de ji bo Kurdan hem dilxweşker bû hem jî cîhê sosretê. Lê ka ew peywendî dem dirêjin yan piştî nemana şerê bi DAÎŞê re ev peywendî jî vedigerin rewşa berê.

 

Oremar di vê derbarê de dibêje: ” Heta niha wan di axaftin û ragehandina xwe de wiha dane diyarkirin ku dixwazin xwedî stratêjiyek hevpar û yekgirtî bin. Ger ev peywendî di sewiyeke bilindtir de berdewam nebin, dagîrkerên Kurdistanê yê dîsa bêne cem hev. Îran li rêyekê digere ku li bakur, başûr û rojava, Kurd heta pêngavekê jî ber bi diyarkirina qedera xwe nehelînin, lê êdî Kurd ketine nava vê qadê û veger jêre nîne. Karekî wiha li ser Kurdên rojhilatê Kurdistanê jî bandoreke rasterast heye. Bi vê pêngava dîrokî a vê dawiyê ku hemû hêzên Kurdistanê li dijî DAÎŞê ketin çeperekî û bi hemû eşqa xwe li berxwedan, heza hemû Kurdên Rojhilata Navîn ji bo azadî û serxwebûn zêdetir bûye. Ev hesret û xweziya sedan salane. Bi wê hîvîyê ku hevgirtina partiyên Kurda hemû xewnên me cî bi cî bike.

 

Çomanî bawere ku nêzîk bûna PDK û PKK stratêjîk nîne, belkî lazime bibe stratêjî. Heta peywendiyên YNK bi PKK re jî taktîkin. Niha dema hatiye ku hêzên Kurdistanê berê ji bîr bikin û hewla çêkirna peywendiyên nû bidin.

Lazime PDK ê dest ji heza hejmonîk berde û bizane ku xwedî hêzeke mezin nîne û nikare bibe hêza Pan-Nasionalîst ya ku dixawze. Ev hêz sinordare û nikare sînorên Duhok û Hewlêrê derbaz bike.

Navbirî balê dikşîne ser daxuyaniyên ragehandin û medyayên partiyan, mixabin bi dîtina daxuyanî û medyayan bi taybet yên nêzî PDK ê hesteke wisa çêdibe ku nêzîk bûna PDK û PKK zêde berdaw nabin.

 

Ebdulah Hicab vê yekê bi çend egeran ve girê dide : ” Eger partiyên Kurdî gotinên ku niha dibêjin bibin serî û bi awayek taktîkî nêzîk pêvajoya niha nebin, wê demê mijara yêkitiya neteweyî û dariştina stratêjiya hevbeş bo tevgera kurd mumkîn e. Heya niha rêkxistinên me nîşan dane ku di dema tengasiyan de pir zû dikarin netifaqiyan danên kêlekê û bi hev re kar bikin, lê di dema berfirehiyê de rewş tê guhertin”.

 

Egera dubare bûna şerê Kurdan!?

piştî arambûn û nemana metisriya DAİŞê bo ser şêniyên Şingalê medyayên nêzî PDK û beşek ji raya gişti ya başûrê Kurdistanê behsa mayîn, bi cîh bûn û heta avakirina kantona Şingalê ji aliyê PKKê ve dikin, îdiaya ku ji aliyê berdevkê PKK, Demhat Egîd ve hatiye red kirin. Gelo PDK ê piştî nemana şerê DAÎŞê dê qebûl bike ku hêzên PKK li Şingalê bimînin yan ev yek bi îtîfaqê pêk hatiye?

Oremar bawere: Piştî tevkujiya Şingalê senga hêzên siyasî û leşkerî jî hatiye guherandin. Ez naxwazim behsa tiştên din bikim, lê hîvîdarim şer di navbera wan de çênebe. Îcar her du halet mumkine rû bidin, lê ger gel biryarê bide û di qada xebata siyasî de îrada xwe bikar bîne, hingî hemû partiyên Kurda (ger di piraktîkê de jî nebe) lê yê di gotinê de xwedî stratêjiyek hevpar bin. Êdî demeke nû li Rojhilata Navîn dest pêkiriye û di vê dema nû de hem ji hêla aborî û hem jî hêla siyasî Kurd jî wek faktorekî bihêz li herêmê xuya ne. Bi li ber çavgirtina faktorên dîrokî ev dimîne li ser fîdakarî, şehrezayî û dûrbîniya rêberên Kurd ka dîsa yê berjewendiyên rêxistin û partiyên xwe di ser hemû tiştekî re bibînin an jî yê ji wan re berjewendiyên gelê Kurd li pêşiya her tiştekî bin.

Kurdên başûr di warê aborî de û Kurdên bakurê Kurdistanê jî diwarê siyasî de xwedî şiyanên mezinin. Dewleta Tirkiyê di warê siyasî de sal bi sal li hemberî Kurdan xwe kêm kiriye û li başûrê Kurdistanê jî Kurd xwedî hêz, dîplomasî, enerjî û gelek îmkanên dinin ku cîhan hisabê li ser dike.”.

Çi bê kirin?

 

Ebdulah Hicab dibêje: ”Rêkxistinên siyasiye Kurdistanê pir aliyên hevbeş hene ku dikare cudatiya di navbera wan de bê reng bike. Siyaset, îdeolojî, rêkxistin û tevger hemû emrazên gehîştina armancên mezintirin, armancên weke; Azadiya Kurdistanê bi mirovên xwe ve, wekhevî, mafê mirovan û demokrasî ku ji partiyan, takekesan û rêberan mezintire. Hemû ev destkeft bi ked û xebata mirovan, partiyan û rêberan têne bi destanîn. Niha pêwîste ku piştî tevşikandina êrişa DAIŞê jî hêzên kurd xebata ji bo avakirina stratêjiyek hevbeşe neteweyî kêm nekin.

 

Oremar bi derfeta pêşhatî xweşbîne: ” Êdî ji xeynî xweşkirina rêyên peywendî û hevgirtinê ti çareyeke din a Kurda nîne. Ger wiha nekin yê dîsa 500 salên din jî ev rewşa niha berdewam be ku ji 1514 heya roja îro didome. Kurd êdî di encama şerê dehan salan mandî bûne û xwezî û hesreta wan ya herî mezin çêbûna hêlînekê ye ku di nava çar dîwarên wê de xwedî nasname û kerameta xwe ya millî bin. Gelo ma lîderên Kurda vê rastiyê bêtir ji me nizanin?!!”.

 

Çomanî vê meselê bi pratkîka partiyan ve girêdide: ” bo nêzîk bûneke cidî, lazime hêzên Kurdistanî di zûtirîn demê de bicivin û nîgeraniyan ronî û îzah bikin û rê nedin medya wî şerî bike, medya hertim pirsgirêkan kûrtir dike. Piştî civînan lidar xistina Kongireya Netewî pêwîstiyeke hetmî ye û cardin neyê paşxistin da peywendiyên partiyan di çarçoveya manîfestoyeke netewî û nîştîmanî de bêne rêkxistin û kes jî nikaribe hêlan derbaz bike”.

dîtin: 675

Pêveker:

pdk û pkk hevrikeke dîrokî yan hevpeymantiyeke stratêjîk dêrsim oremar