• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
PDK û YNK li Silêmaniyê dicivin

PDK û YNK li Silêmaniyê dicivin


barkirin: Rezber 12, 2014, 12:59


Îro Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Silêmaniyê dicivin û bi peywendiyên navbera xwe gotûbêj dikin.

Di vê derbarê de Sekreterê Polîtburoya PDK’ê Fazil Mîranî ji BasNewsê re got: ‘’Îro herdu polîtburoyên PDK û YNK li Silêmaniyê dicivin û armanca civînê jî organîzekirina bêserûberiya peywendiyên navbera me ye.’‘

Fazil Mîranî derheqa endamên şandê de jî wiha axifî: ‘’Cîgirê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî serokatiya şanda me dike û ez, Hoşyar Zêbarî, Mehmûd Mihemed û İzedîn Berwarî di nav şandê de cîh digirin.’‘

Li ser heman mijarê BasNews ligel endamên Polîtburoya YNK’ê Ednan Muftî û Sadî Ehmed Pîre ket têkiliyê, lê belê bersiv nedan. Li gor zanyariyên BasNewsê, Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl serokatiya şanda YNK’ê dike û Mele Bextiyar jî têde cîh digire.’‘

Sê meh dibe herdu polîtburoyên PDK û YNK’ê neciviyane û niha sarbûnek di peywendiyên navbera herdu aliyan de heye. Bi taybetî di şer û pevçûnên vê dawiyê yên dijî DAİŞ’ê de ku YNK zêdetir piştgiriya PKK û PYD’ê dike.

dîtin: 343

Pêveker:

pdk û ynk li silêmaniyê dicivin