• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
PEN a Kurd û Komeleya Nivîskarên Kurd diçin Cizîrê

PEN a Kurd û Komeleya Nivîskarên Kurd diçin Cizîrê


barkirin: Êlûn 11, 2015, 2:02


PEN a Kurd û Komeleya Nivîskarên Kurd ragihandin ku dê sibê (12.09.2015) li Amedê bicivin, daxuyaniyeka çapemeniyê bidin û berbi Cizîrê ve bikevin rê.

Desteya Rêveber ya Komeleya Nivîskarên Kurd îro daxuyanî da û di daxuyaniya xwe de bang li Nivîskar û Rewşenbîran kir da ku beşdarî rêvingiya wan bibin.

Banga Komeleya Nivîskarên Kurd wehaye;

 

BANGAWAZÎ

11.09.2015

KURDÎ
Ji bo Endamên Komeleya Kurd û hemû nivîskar û rewşenbîran;

Sibê (12.09. 2015 / Şemî – Mêvanxane) li ber mêvanxaneya Ofîsê; saeü oi 11:00an de, ew ê di pêşkêşiya Komeleya Nivîskarên Kurd û PENA KURD de rewşenbîr û nivîskaren Kurd wê daxûyeniyeke kurt ya çapemeniyê bidin û ji wir jî wê ber bi Cizîrê ve bê bi rê bikevin. Nivîskar û rewşenbîrên ku bixwazin beşdarî vê çalaki û meşê bibin bila ji kerema xwe re bi lezgînî me agahdar bikin.
Digel silav û rêzan


Desteya Rêveber ya Komeleya Nivîskarên Kurd

dîtin: 447

Pêveker:

pen a kurd û komeleya nivîskarên kurd diçin cizîrê