• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
PEN’a Swêdê xelat da parêzvanê mafê mirovan Mûharrem Erbey…

PEN’a Swêdê xelat da parêzvanê mafê mirovan Mûharrem Erbey…


barkirin: Gelarêzan 4, 2014, 5:27


PEN a Swêdê, ‘Xelata Tucholsky’ ya sala 2014’an da parêzvanê mafên mirovan parêzer Mûharrem Erbey ê 4 sal û nîvan di doza KCK’ê de girtî ma.
PEN a Swêdê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku ji ber xebatên zimanî û civakî û parêzvaniya mafên çandî yên hindikahiyan bi navgînên aştiyane, ‘Xelata Tucholsky’ didin Erbey.
PEN a Swêdê diyar kir ku Erbey salên dûr û dirêj bi xebatên xwe yên li nava Komeleya Mafên Mirovan re ku rêxistineke îdeal e, alîkariya hiqûqî daye mirovên rastî zextan hatine û destnîşan kir ku Erbey çîrok û pirtûkên zarokan nivînandiye û ji bo pirtûkên bi zimanê dayikê jig irtiyên Kurd ên li girtîgehên Tirkiyeyê re bê dayîn, têkoşiya ye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Erbey di êvara Noelê ya sala 2009’an de, bi bi sedan Kurdên di qada polîtîk û çandî de aktîf hatiye binçavkirin û bêyî derkeve pêşberî dadgeiryê 4 salan di girtîgehê de hatiye ragirtin û wiha dewam kir: “Mûharrem Erbey, ji bo naskirina mafên çandî yên Kurdan, yek ji şervanên pêşeng ên bi metodên qanûnî û aştiyane têdikoşiya bû û di sala 2010’an de weke endamê Rûmetê yê PEN a Swêdê hat hilbijartin. Di dema ragirtina li girtîgehê de ji rojnameya Dagens Nyheter û malpera înternetê ya PEN’ê re gotar nivîsand. Di Nîsana 2014’an de serbest hat berdan.”
Rayedarên PEN’ê dan xuyakirin ku Erbey wê bi malbata xwe re di 12’ê Mijdarê de bê Stockholmê, di êvara 15’ê Mijdarê de beşdarî merasîma li Navenda Perwerdeya Kar (ABF) de bibe û xelata xwe werbigire. Tê payîn ku Wezîra Çandê ya Swêdê Alice Bah Kunke jî beşdarî merasîmê bibe û xelatê bide Erbey.
Erbey wê piştî 5 salan di 13’ê Mijdarê de li Parlamenta Swêdê, li ser binpêkirina mafên mirovan û azadiya ramanê ya li Tirkiyeyê de beşdarî konferansekê bibe.
XELATA KURT TUCHOLSKY
PEN a Swêdê her sal ji nivîskarekî/e li sirgûnê dijî, di bin zextê de ye yan jî tê darizandin, ji bo bîranîna nivîskarê Elman Kurt Tucholsky xelatê dide. Tucholsky yê di destpêka salên 1930 de ji zexta Naziyan reviya û xwe li Swêdê girt, serlêdana penaberiyê kiribû. Lê belê ji ber ku hikûmeta Swêdê mafê penaberiya siyasî nedabû nivîskar, destûra xebatê jî wernegirtibû.
Tucholsky ê tengav bûbû û ketibû nav buhranê, di sala 1935’an de dawî li jiyana xwe anîbû. PEN a Swêdê ji bo û xelatdayîna li azadiya ramanê ji sala 1985’an û vir ve ji her nivîskarekî/e rastî zextê tê, Xelata Tucholsky dide.
Ji Tirkiyeyê edîtora kovarên Atilim û Îşçînîn Yolû Asiye Guzel Zeybek a ji doza MLKP’yê 5 salan di girtîgehê de hatibû ragirtin, di sala 2001’ê de ‘Xelata Tucholsky’ wergirtibû.
ANF

dîtin: 399

Pêveker:

pen