• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Pengûenên Bejndirêj

Pengûenên Bejndirêj


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Sermawêz 17, 2017, 12:28


Paleontolog li Zelandaya Nû, vedîtina cureyeke nû ya pengûenê ragihandin. Pengûena nû heya a niha ji pengûnên heyî û yên tunebûyî ya herî mezin e. Pengûeneke bi qasî bejna benî-adem dirêj, balkêş e ne? Pengûen bi qasî 60 mîlyon sal berê, piştî tunebûna îzdeharan jiya ye. Lêkolîner danasîna pengûena mezin ya ji beriya dîrokê di kovara Nature Communicationsê de pêk anîne. 

Pengûena ji beriya dîrokê 1,77metre dirêj û bi qasî 100 kîloyê jî giran bûye ku ji pengûena herî bejndirêj ya bi navê împarator-pengûenê, pirr mezintir e. Împarator-Pengûen bi bejna xwe ya 1,20metreyê dikare rasterast li nava çavên zarokekî 7-8 salî bimeyzîne. Lêkolîner ji berê ve dizanibûn ku bejna pengûenên ji beriya dîrokê ji bejna pengûenên ji sedsala me dirêjtir bûye. Lê pengûena nû ji pengûenên sedsala me û ji fosîlên pengûenên bidest xistî, pirr mezintir e. Navê cureya nû ya pengûenê jî “Kumimanu biceae”ye.

Paleontolog Lars van den Hoek Ostendeyê ji Naturalisê li Leidenê ye, li ser bejndirêjiya pengûenê wiha dibêje; “Meriv pêdihese ku piştî tunebûna îzdeharan, bejna pirraniya endamên malbata guhandaran û balindeyan dirêj dibe, helbet pengûen jî para xwe jê distîne. Lê pengûena mezin li hember hût, fok, şêrê deryayî û guhandarên din nikare li ber xwe bide û tune bûye.” Van den Hoek Ostende berdewam dike; “Hût, fok, şêrê deryayî û guhandarên din jî weke pengûena bejndirêj bi masiyên mezin têr dibûn. Bextê pengûenên bejnkurt ne weke ya pengûena bejndirêj reş bûye, lewre pengûenên piçûk bi masiyên piçûk têr dibûn û ajalên din ên bi pengûenên piçûk re berevaniyê bikin jî pirr kêm bûn.”

Dema em pengûen dibêjin, helbet cemed jî dihêt bîra me lê Kumimanu biceae li ciheke germ jiyaye ku ne sar bûye û ne jî cemed hebûye. Komeke paleontologên Almanyayî vedîtina fosîla kumimanu biceae li giraveke, li başûrê Zelandaya Nû pêk anîne. Dema pengûena bejndirêj jiya ye, Zelandaya Nû bi cemsera başûr ve girêdayî bûye lê li wir çend mîlyon sal şûnde tebeqeya cemedê çêbûye.

Çavkanî: De VolkskranT

dîtin: 316

Pêveker:

zanist lêkolîn pengûen zelandaya xebat

Babetên nêzîk