• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Pergala Kurdhosting êdî bê kêmasî di xizmeta Kurdan de ye

Pergala Kurdhosting êdî bê kêmasî di xizmeta Kurdan de ye


barkirin: Nîsan 29, 2014, 6:26


Pergala Kurdhosting ya ku proje û karên Torê yên pêşketî pêk tîne û birêve dibe êdî bi hemî aliyên xwe ve qediyayî kete xizmeta Kurdan de.
Malpera ku gelik karên taybet di nava xwe de radigre ji aliyê Hevî Media Group ve bi dawî bû û wekî pergal dest bi kar kir.
Karên torê ji aliyê Hêvî Media Group ve eve demeke dirêje têne meşandin. Hêvî Media Group ev karên xwe û sîstema torê bi navê Kurdhosting binav kir. Di nava van 5 salan de gelik malper û karên Kurdewarî ji aliyê Kurdhosting ê ve hatine pêkanîn. Hetanî neha bi dehan malper, xizmeta server û cih, navê cihan, amadekirina reng û şêwazên cûrbecûr yên torê qedandin.
Lê wekî sîstem û pergal, bi hemî aliyên xwe ve Kurdhosting ji dihunê ve (28.04.2014) kete xizmetê de.

Kurdhosting berî bi salekê helmeta – Ji bo her nivîskarekî Kurd malperek- dabû destpêkirin. Wekî dîtir jî ji bo gelik kovar, malperên zimanê Kurdî û karên dîtir yên di xizmeta Kurdan de arîkarî û piştevanî kiribû.

Li gorî ku bernamegerê Kurd Xêro Mîrza ragihandî karên ku di pergala Kurdhosting de pêk tên evenene.

– Kurdhosting bi hemî cûreyî serverên ewle û mezin û saxlem raveyî mişteriyên xwe dike.
Ji bo Kurdan û bikarhênerên torê yên Kurdan ewlekariya cih(server), ewlekariya tiştên di nav cih de gelekî giringe. Him li himber êrîşên hêzên ku hez li Kurdan nakin, him jî li himber welat û dewletên ku dixwazin zanyariyên Kurdan     bidest    bixin û wan bişopînin. Ji bo van sedeman ewlekariya cih gelek giringe. Kurdhostîn vê berpirsiyariyê radike û xizmeta serverên bi lez û saxlem dide.

– Kurdhosting serverên ji bo Radyoyên torê jî pêşkeşî mişteriyên xwe dike. Bi hemî rengî ji 10 hetanî 1000 guhdaran serverên cûrbecûr têne ravekirin.

– Kurdhosting bi gelik dirêjekên nû ve navên cihan(domain) bi rêkên gelek hesan yên kirînê ve pêşkeş dike. Herkesek dikare li gorî daxwaziya xwe bi hemî dirêjekan ve ji Kurdhosting bi bûhayekî erzan ve domainan bikire.

– Karek ji karê herî giring yê Kurdhosting ewe ku bi hemî awayî sîsteman dikare ava bike, Malperên kesane, malperên nivîskaran, malperên komeleyan, malperên tîmên gokê, malperên komên muzîkê, malperên weşanxaneyan, malperên karxaneyan, malperên mezin yên torbendên civakî, malperên muzîk û vîdeoyan, malperên wêne û wênegiran, malperên kovar û rojnameyan, malperên televizyonan, û wekî dîtir sîstemên herî pêşketî yên nexweşxane, banqe, sazî û dezgehên mezin, zanko û dibistan, şaredarî û rêxistin, artêş û hêzên leşkerî û hwd. hemî pergalên ku li ser torê Kurdhosting dikare ava bike û xizmeteke teknîkî ya bêdawî bide xwedanê malperan.

ARÎKARÎ Û PARESTINA XWEDANÊ MALPERAN

Bernamegerê Hêvî Media Group Xêro Mîrza eve jî ji bo bikarhênerê torê yên Kurd diyar kir û got;
Aliyê herî giring ewe ku Kurd bibin xwedî sîstemeka baweriyê, ewle û temendirêj. Kurdhosting hertim li gel xwedanê malperaye û her 7 rojê heftiyê û 24 demhijmêran desteka teknîkî dide xwedanê malperan. Ji bo vê yekê jî di malperê de rasterast cihê arîkariya zindî heye ku herkesek dikare yekser xwe bighîne bernamegerên me yên Kurdhosting. Wekî dîtir jî bi rêka telefon, facebook, skype, twitter û nameyên elektronîk ve dê piştevanî û arîkariya mişteriyan bête kirin.

Malpera Kurdhosting serrûpelê xwe bi Ingilîzî dest bi kar kir, lê xizmet û karên Kurdhosting bi gelek zimana tê kirin. Di nava van zimanan de ji zaraveyên Kurdî Soranî û Kurmancî jî dê hebin.

Ji bo hun cih bikirin
Ji bo hun navê ceh bikirin
Ji bo pirs û bersivan

Hindek ji karên ku ji aliyê Kurdhosting ve pêk hatî;

Malpera Nivîskarê Kurd Helîm Yusiv – www.helimyusiv.com
Malpera Nivîskarê Kurd Konê Reş – www.koneres.com
Malpera Zanyarê Kurd Ali Gurdilî – www.felsefevan.org
Malpera Radyoya Kurdî KurdFM – www.kurdfm.com
Malpera Radyoya Duhok – www.duhokradio.org
Malpera Rêvebiriya Rewşenbîrî û wêjeyî ya Duhok – www.rweje.com
Malpera Helbestvanê Kurd Hebîb Keleş – www.hebibkelesh.net
Malpera Kovara Wêje û Rexne – www.wejeurexne.com
Malpera Nûçevanî û wêjeyî Rewanbêj – www.rewanbej.com
Malpera navê gund û bajarên Kurdistanê – www.gundubajar.com
Malpera wênevaniya Kurdî(hîna ne qediyaye) – www.wenevan.com
Torbenda Kurdî wekî Facebook – www.ezuem.com

Gelik malperê gelik nivîskarên Kurd di dema amadekirinê de ne.

REWANBEJ

dîtin: 689

Pêveker:

pergala kurdhosting êdî kêmasî di xizmeta kurdan de ye