• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Pêşmerge Bersiv Da Fermandarê Îranê

Pêşmerge Bersiv Da Fermandarê Îranê


barkirin: Gelawêj 19, 2017, 9:42


Wezareta Pêşmergeyan bersiv da fermandarê Îranê Muhamad Bakirî ya der barê referandûmê de ''Ev ne karê wî ye..''

Berdevkê Wezareta Pêşmergeyan daxûyanîyeke wiha li ser gotina Bakirî ya ku gotibû ''Pêkanîna referandûma kurdistanê ne mimkûn e.'' 

''Li gorî nûçeya ajansa Tensîmê fermandarê artêşa Îranê Bakirî gotiye  referandûma ku dê di 25 îlona 2017'an de ji bo kurdistaneke serbixwe pêk were ne mimkûn e.''

Berdevkê Wezareta Pêşmergeyan di daxuyaniyê de got:  ''Em li vir ji her kesî re eşkere diyar dikin ku axaftina der heqê mafê gelê kurd de ne karê wî kesî ye. Em vê nêzîkatiyê wekî mudaxaleyeke karê hundirîn dihesibînin. Pêkanîna referandûmê mafê gelê kurd ê xwezayî ye û ji bilî gelê kurd mafê tu kesî nîn e ku di vê mijarê de biaxive.''

Bakirî ev gotina navborî dema ku Tirkiye ziyaret kiribû, gotibû.

dîtin: 324

Pêveker:

referandûma kurdistanê fermandarê îranê serxwebûna kurdistanê