• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Pêşmergeyên li Çiyayê Şingalê êrşîeke DAIŞê pûçkirin

Pêşmergeyên li Çiyayê Şingalê êrşîeke DAIŞê pûçkirin


barkirin: Rezber 23, 2014, 7:10


Êrîşa çekdarên DAIŞ`ê ya bo ser gundekî nêzîkî Çiyayê Şingalê û Gora Şêx Şerfedîn, ji aliyê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve hat pûçkirin.
Di vê debarê de, Fermandeyê Pêşmergeyên li Çiyayê Şingalê Qasim Derbo ji Basnewsê re got:“ Hêzên Pêşmerge bi çekên giran bersiva êrîşa çekdarên DAIŞê daye û nehîştin pêşdeçûnê bikin û di wî şer û pevçûnê de, zirareke mezin  bi çekdarên DAIŞê bûye û neçarkirin , ku berve qezaya Şingalê pêşdeçûnê nekin“.
Herwiha navburî aşkere kir û got:“ Pilana wan heye bo êrîşkirin bi ser pêgehên DAIŞ`ê de yên li navçeya Şingalê, lê ew li benda fermana serkirdeyatiyê ne“.

dîtin: 378

Pêveker:

pêşmergeyên li Çiyayê Şingalê êrşîeke daiŞê pûçkirin