• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

| - Pêveker

Hêzîran 20, 2016, 10:46

Memikperestî | Kristin Ozbey

Her milletek û nêzikahiya wan a xweşikiyê heye. Mirov carna dinêre ku di çandekê de ji tiştekî pir tê hezkirin lê di çanda din de qet û qet nayê hezkirin. Di kurdande mijar hinekî guheriye lê hema hema îro jî wek berê ye. A ji we re ji bo kurdan berê teswîra xweşikiya jinekê; Serçav mîna tepsiyekê, .. berdewam...
Hêzîran 15, 2016, 11:15

Li ser rastnivîsa Kurdî – 1 | Zanyar Derin

Pîştî xwendinên bi kurdî mîn kir û dikim,  tişta herî pirr bala min kişand; dûpaşên lêker û daçekên zimanê kurdî bûn. Ji bo rastnivîsa ziman, divê   berî hertiştî, yanê berî meriv bizanibe çawa tê nivîsîn, pêwîste merîv bizanibe `çima werre tê nivîsîn.`  yanê divê meriv bala xwe hinek bide etîmoloji.. berdewam...
Gulan 31, 2016, 7:07

Rewşenbîr û Ziman | Rohat Agirî

Ziman, bingeha saziya neteweyan e. Bê ziman hûn nikarin neteweyekî biafirînin û bibin netewe. Dîrokê nîşanî me daye ku gelek netewe dema zimanê wan windabûne, ew jî di zibildanka dîrokê de windabûne.Heger hun bi zimanê dagirkeran fikr û ramanên xwe diyar bikin hun nikarin neteweyeke serbixwe damezrî.. berdewam...
Adar 6, 2016, 5:07

Dîwarên şevê | helbest | Jaffer Joqy

Melûliya agirê mûmekê Li ser pişta dîwar Kevalên reş Yên pêkeke Wêskiyê Pênûseke westiyayî Serê min ê taya nedîtina te girtî Ku bê haya min bi aliyan de diçe Destê min ê ku rengê şêwazên cuhtbûnê nîşan dide bi kexezê re Hêdî hêdî Şepêlên dengên giriyê min Bi laşê bêdengiyê de diçin Ji rajana birînê .. berdewam...
Befranbar 2, 2016, 7:29

VIDEO | Robotê nû kurayiyên deryayê vedikole

Robotê bi navê U-CAT yê jêr deryayê li Estonyayê hate afirandin û bi rengê kîsoyên deryayê hatiye sazkirin. U-CAT ji bo vekolîna jêr deryayê bi taybet xirbe û jibermayiyên şerê cîhanê yê duyem hate çêkirin. Xwedanê sazkirina U-CAT karmendê Zankoya Teknîkê ya Tallîn ê Taavi Salumae weha dide nasîn;Di.. berdewam...
Rezber 20, 2015, 12:59

Çaya tehl û zimanê Kurdî | Heysem Muslim

Cîh : Gundekî KobanêDemsal : Seqema zivistanêEz mêvandarî li gel hevalekî xwe bûm, tevî ku 15 salan ji min mezinire ,lêgelek tiştên hevbeş di navbera min û wî de hene, yek jê em herdu jî çayê giran vedixwin.Di qobeke biçûk de sobeyeke tepikan danî bû , me herduyan ji gurriyên agirê sobê destê xwe di.. berdewam...
Rezber 16, 2015, 9:12

Giring | Facebook hevalên we jêdibe

Facebook ê li gorî rêbazên xwe yên nû hevalên we jêdibe (dema nûçe hatî amadekirin dibe jê biribin jî)Li gorî rêbazên nû yên Facebookê. Kesên ku qet ji were nenivîsîbin ji pişka we ya Facebookê têne avêtin.Ji ber heya kesekî ji vê yekê nebû ji neha ve gelek kes bêyî wan ji hevaltiya wan hatine avêti.. berdewam...
Rezber 9, 2015, 3:22

Saza kevnar û îlahî… TEMBÛR | Dêrsim Oremar

Tembûr, tenbûr, temûre yek ji sazên dêrîn û irfaniya dîroka kevn a Ariyayî ye ku li gor lêkolîn û şûnwarnasan temenê wê digehîje şeş hezar sal beriya niha.Girîngtirîn belege ji bo selimandina wê rastiyê peykerê li nêzî goristana Daniyal Nebî li bajarê Şoşê ye. Li ser peyker wêneyê du zilaman xuyaye .. berdewam...
Êlûn 26, 2015, 9:22

Hevpeyvîn be Koma Awazên çiya re | Dêrsim Oremar

“Li her dera dinê ku îrade û evîn bi hevre bibin heval, jiyan jî rengê xwe yê rastîn derdixe ber ronahiyê. Li serê çiyayên Kurdistanê evîneke mezin li pey gûherandina sîstemên desthilatdar li Rojhilata Navîn di hemû waran da têdikoşin. Ji wan re şev û roj weke hevin. Di qadên siyasî, civakî û hunerî.. berdewam...
Êlûn 10, 2015, 3:45

Ji bo Kurdan Felsefe çima pêwiste? `Alî Gurdilî` | Hevpeyvîn

Mamoste û Felsefevanê Kurd Alî Gurdilî ji bo me behsa felsefê, têgehiştina wê û her wiha pêwîstiya wê kir. Me bi tam û çêja zimanê Kurdî behsa felsefê kir, pirsa pêwîstiya Kurdan ya Felsefê kir. Alî Gurdilî weke mamostayekê behsa xwe û xebatên xwe yên felsefê kir.Em bi nasîna felsefê destpê bikin. F.. berdewam...
Êlûn 10, 2015, 1:45

Şerê îcarê PKK ê | Kemal Çomanî

Kemal Çomanî Şerê îcar yê PKKê bi qasî ku bi Erdogan re ye ewqas bi dewlet û  Hikûmeta Tirkiyê re nîne. Şerê îcar yê PKKê, tenê şerê ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd nîne. Belkî şerê çênebûna Beşar Esedekî din li Tirkiyê ye.Sedema şer Erdogane. Ev tenê boçûna min nîne, rojnamevan û nivîskarên nav.. berdewam...
Gelawêj 29, 2015, 11:04

Teknîk | Herkes dê cilê xwe çap bike

Di rojên bihurî de şêwesazekî Israîlî li Tel Aviv pêşangeheke neasayî lidar xist.Şêwesazê Israîlî Danit Peleg di pêşangeha xwe de berhemên ku bi nivîskera 3D hatî çêkirin pêşkeş kirin.Hemî berhemên pêşangehê ji berhevkara şêwesazê Israîlî derket ku bi nivîskera 3D hatine çêkirin.Danit Peleg bi vê se.. berdewam...
Gelawêj 27, 2015, 9:16

Ziman hem bela hem kela ye | Fergîn Melîk Aykoç

Ziman di jiyana mirovan de, xwerû jî di têkiliyan de organê herî bingehîn e. Ji azmûnê xwe yên bi dehan salan dizanim, gelek kes hene, dilê wan gelek paqij in, lê ji ber ku nikanin bi awayekî kêrhatî lebangî(hîtap) mirovan bikin, tim îzole ne, tersê vê mirovên dilreş hene, bi zimanê xweş li her derê.. berdewam...
Gelawêj 11, 2015, 9:56

Manşetek çawa tê nivîsîn? | Cemîl Oguz

Rexneyek li A. Welat û yên dinMixabin piraniya kurdên me yên di saziyên çapemeniyê de dixebitin hê nizanin ew bi xwe dîrokê dinivîsin; ew dîrok belkî bi xwe re ‘birakujî’yan bîne, yan ‘birakujî’yan ji holê rake.Mixabin hê nizanin rojnamegerî ne tiştek wisa ye; bê delîl sûcdarî nikare bê kirin. Mixab.. berdewam...
Gelawêj 8, 2015, 10:12

Kurdên Nankor | Hayko Bagdat

„Bêdengbe xayîn, te berê ne digot ez Ermenîme“„Hey xafil, ma we berê dikarî qala Cemevi(Mala Elewiyan) bikin“„Herî zêde AKP mafên mezin dane van Kurdên nankor, hîna jî diaxifin“ Ev gotinên jorê ji were nasyarin nizanim lê ez herroj bi dehan peyamên wekî vana werdigrim. Êdî ew zimanê „Berî AKP tofan .. berdewam...
Pûşper 30, 2015, 7:29

Hişyarî ji bo malperên Kurdî | Kurdhosting

Saziya malpersazî û bernamegeriya Torê ya Kurdî Kurdhosting ji Rewanbêjê re ragihand ku li gel rewşa dawî ya Tirkiyê û êrîşên dijî Kurdan, di van rojên dawî de êrîşên torê jî li ser malper û pergalên Kurda zêde bûne.Li gorî dazanîna bernamegerên Kurdhosting ya ser bi Hevi Group ve hate diyarkirin ku.. berdewam...
Pûşper 28, 2015, 9:05

Teknîk | KITT a nûjen, Navgihîna zane

Navgihîna bi şêweyê KITT ya salên 80 yan de ji aliyê derhênerên navgihîna yên Çînî ve hate çêkirin. Navgihîna ji aliyê Youxia X ve hatî çêkirin wekî jibergirtina modela Tesla ya Emerîka hate dîtin.Navgihîn bixwe wekî navgihîneka Elektronîk hate avakirin.Di dawiya sala 2016 an de dê navgihîn bi hejma.. berdewam...
Pûşper 14, 2015, 1:15

Hevpeyvîn li gel Fermandarê YPG Rêdûr Xelîl | Zanyar Umranî

Di odeyekê de ku bêhna şer jê nayê, bi berdevk û fermandarê giştîyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û (YPJ) Rêdûr Xelîl re derbarê çar salên şerê hêzên wan li Sûriyê axivîn. Grûbeke biçûk ku di kêmtir ji çar salan de karî artêşeke 35 hezar kesî pêk bîne û bibe sedema pesin dayîna rayedarên fermî yên h.. berdewam...
Pûşper 13, 2015, 2:37

Şengal; welatê efsaneyên di bendê de | Zanyar Umranî

Zanyar UmranîWergera ji farsî: Dêrsim Oremar Îro di bazara Dêrikê de çavê min bi kel û pelên zilamekî ket ku gihayekî xwerû difrot. Gihayek ku li herdera Şengalê tê dîtin. Beriya derbazbûna bo Rojavayê Kurdistanê, çend rojan di dilê Mezopotamya û nav bajarê efsaneyên bêdawî de mam.Şengal, bajarê ku .. berdewam...
Rêbendan 1, 2015, 11:10

Mîrê wergêrê Kawa Nemir | Revîn Dostkî

Li hêwaneke şahiyan performansa dastaneke Kurdî tê xwendin, tiştekî trajedîk wekî Romeo û Juliet ya Shakespeare.Ev şanogerî bi destê helbestvan Kawa Nemir hatiye berhemdan. Nemir li ser zaroktiya xwe ye dijwar dipeyive, ewê zaroktiya ku hişt xebatê bike da zimanê kurdî sax bimîne.Kawa Nemir 89 pirtû.. berdewam...
Befranbar 9, 2015, 3:48

Pirtûk | ‘Dilperest’ a Şivan Zeren DERKET

Piştî pirtûka Kurdistanbûl’ê, Dilperest, pirtûka Şivan Zeren ya duyemîn e. Pirtûk ji komek helbestên kurdî/kurmancî pêk tê. Taybetiyek Şivan Zeren heye ku li Stenbolê çêbûye û li wir mezin bûye û piştî 15 saliya xwe hînî kurdî bûye û dest bi xwendina kurdî kiriye. Di helbestên wî de her tim hisreta .. berdewam...
Sermawêz 23, 2014, 11:43

Kulname | Şivan Zeren

Hey hewar û sed gazind ji mixî ko xemê dixwe li ser pêtsoja dilî di destê hunerevîniyê de dijene. Bêhna wê hinava min dikeve wek bayeke li pizotî dikeve pêdikeve.Hilma lêvên xonceyî li stûyê min digire. Min taya şehwetê digire dilbijokî. Destê min bipêçe bi hestên germedor. Dînokeyî, fûriyayî min he.. berdewam...