• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

ê - Pêveker - Pel 115

Rezber 21, 2013, 2:02

Derhênerekî kurd bi fîlmekê 13 xelat wergirtiye

Fîlma bi navê “Messiyê Bexdayê” ku ji aliyê derhênerê kurd Sehîm Xelîfe ve hatiye çêkirin, di hefteyekê de 5 xelat wergirt. Derhênerê kurd Sehîm Xelîfe ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku fîlma wî ya bi navê “Messiyê Bexdayê” di hefteyekê de 5 xelat wergir, bi vî awayî xelatên fîlma han bûn 13.Sehîm X.. berdewam...
Rezber 21, 2013, 1:48

Tevgera Gorran: Bila partiyên biçûk beşdarî hikûmetê nebin

Organzîtorê Pêwendiyên Dîplomatîk ê Tevgera Gorran Mihemed Hacî, diyar kir ku ew li dijî wê ne ku hemû partiyên siyasî beşdarî hikûmeta nû bibin û ji partiyên biçûk ên Herêma Kurdistanê jî xwest, bibin opozîsyon.Piştî ragihandina encamên dawî yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, gotûbêj û hevd.. berdewam...
Rezber 21, 2013, 12:43

Kirasê wê bi şîr çêkir

Niha jiber pêşketina di biwarên teknolojiyê de karîne çendîn wêneyên balkêş bigrin û her weha drust bikin bi awayekî kes texmîn nake.Jiber vê yekê niha dikarin li gel vî wênegirî her curên cilan ku tu bixwazî bi madeyên avî bo we dirust bike, ew wênegirê bi navûbang Birîtaniye û navê wî (Caroslav Wî.. berdewam...
Rezber 20, 2013, 10:36

Ji bo iPhone bikirin zarokê xwe firohtin

Li Çînê jin û zilamekê ji bo ji xwe re iPhone, kompyûret û pêlavan bikirin, 3 zarokên xwe bi 13 hezar Dolarî firohtin. Niha jî dê ev dayik û bav di dadgehê de bêne darizandin.Li Çînê jin û zilamê bi navê Teng û Zang 3 zarokên xwe firohtin 13 hezar Dolarî. Li gor nûçeya ajansa Xinhua dê ev dayik û ba.. berdewam...
Rezber 20, 2013, 5:18

Muslim: Fîşeka ku kurê min kuşt ji Tirkiyê hat

Serokê  Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Salih Muslim daxuyand ku ew fîşeka kurê wî Şervan  li Girê Spî  qetil kir, ji Tirkiyê hatiye. Muslim diyar kir ku şehadeta kurê wî, ji bo wî ne surprîzeke û destnîşan kir ku Kurd bêyî ji kesî alîkariyê werbigirin, bi derfetên xwe şer dikin.Serokê  PYD’ê Sali.. berdewam...
Rezber 20, 2013, 5:02

Felah Mistefa: Heger derfet çêbibe dê dewleta Kurdî damezrînin

Berpirsê fermangeha peywendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê Felah Mistefa derbarê damezrandina dewleta Kurdî de ragehand; ’eve xewna hemû Kurdane, lê belê niha rewşa navdewletî rê nade. Heger derfet çê bibe em dê dewleta kurdî damezrînin. Mistefa der barê rewşî Suriyê jî got ku em dest li ka.. berdewam...
Rezber 20, 2013, 10:27

li gel Firîda Cewarî

Firîda Cewarî: Balyoza jiyan, kar û xebatên du Mezinahiyan…Hevpeyvîn: Marîna SiyabendMarîna Siyabend, hevpeyvîneka kêrhatî li gel Firîda Cewarî, a ku keça Heciyê Cindî û hevjîna Fêrîkê Ûsiv e û her wiha rewşenbîreka hêja ye, pêk anî. Di hevpeyvînê de, agahîyên taybet, pirsên balkêş û bersîvên dîrokî.. berdewam...
Rezber 19, 2013, 11:53

Di navbera Efrîn û Kîlîsê de dîwarek din lê dikin

Dewleta Tirk piştî dîwarê navbera Serêkaniyê-Ceylanpinarê û Nisêsbîn û Qamişlo niha jî di navbera Efrîn û Kilisê de dîwaran lêdike. Bi vê awayî hewl dide sînorî Rojava û Bakûr bi dîwarê şermê ji hev veqetîne.Li gor nûçeya Ajansa Firatê Tirkiyê dest bi çêkirina dîwarekî nû yê di navbera Efrîn û Kilis.. berdewam...
Rezber 18, 2013, 9:05

Helbest-Govend

Hatin govendê zerî ji ber hindê ez vemamHejandin porên serî wan torîna min xulam Gulav ji bejnê dipejin leqandin kêl û bejinWan rend û perî renga mil wek bihan dihejin Şîrîna min lewendê were biçin govendêDest li bendê bigirîn ne zêdeyne ji vê çendê Pê kêm nabin em nebîn lê fihête di gel nebînEm tev.. berdewam...
Rezber 18, 2013, 7:50

Qeymaqamê Lîceyê peyama cejnê bi Kurdî weşand

Qeymaqamê navçeya Lîceya Amedê Tunahan Efendîoglu ji bo xwe li ber çavê Kurdan şîrîn bike, di malpera fermî ya qeymeqamiyê de cejna qurbanê bi peyameke Kurdî pîroz kir.Di peyama qeymaqamiyê bi sernivîsa ”Hemwelatiyên Nirxdar” destpê dike. Di peyamê de dihête gotin cejn, parvekirinên xwarinê, êşê, te.. berdewam...
Rezber 18, 2013, 5:03

Pakêta AKP’ê bidawîbûna pêvajoyê ye

Hevseroka KCK’ê Besê Hozat diyar kir ku pêvajoya aşitiyê eve sê mehin xetimiye û pakêta demokratîkbûnê  ya AKP’ê jî weke beyana qedandina pêvajoyê ye. Endamê Desteya Serokatiya KCKê Mûstafa Karasû jî destnîşan kir ku tenê hêzên qirkirina çandî pêktînin daxwazên Kurdan red dikin.Hevseroka KCK’ê Besê .. berdewam...
Rezber 18, 2013, 12:14

YPG li Efrînê tangek din jî desteser kir

Li Rojavayê Kurdistanê şer û pevçûnên di navbera YPG û komên ser bi El Qaîdê de bi dijwarî berdewam dikin.Fermandariya Qada Efrîn-Heleb a YPG’ê, encamê pevçûnên ji ber êrîşên komên çeteyên El Qaîdê yên di dema cejna Qurbanê de rû dan, aşkera kir. Di pevçûnan de 24 çete hatin kuştin, panzêrek û tevî .. berdewam...
Rezber 17, 2013, 9:33

Serok Barzanî li ser mafê dewletbûnê rijd e

Yek ji mezintirîn rojnameyên almanî “Die Welt“ bala xwendevanên xwe kişandiye ser kêşeya kurdî û diyar dike ku “serokê Kurdên Iraqê Mesûd Barzanî mafê Kurdan yê hebûna dewleteke kurdî dubat dike. “Die Welt“ bi çavkanînîşandana ajansa nûçeyan AFP diyar kiriye ku li gor Barzanî mafê dewletbûnê “mafekî.. berdewam...
Rezber 17, 2013, 1:02

NASA Ji bo roja kiyametê dîrokek avêt rastê! (16 Adar 2880)

NASA, dibêje astroîda DA sala 1950 de hatîye dîtin, di rîya wêde Dinya heye û tê hizirkirin ku dibe li erdê bikeve. Astroîda di sala 1950 de hatîye dîtin, mezinîya wê wekî teqîna 44 hezar û 800 megaton dînamite. Mezinîya teqînê dibê himberî wextê qiyameta dînazora ku li ser erdê qeliyane. Zanyarên N.. berdewam...
Rezber 17, 2013, 12:46

Spînoza di navbera ayin û fîlosofiyê de

Kêşeya serekî di çerxê Spînoza de çî ye?Erê kêşeya serekiya bi dirêjiya 300 salan ji pêkînana nûxwaziya ewropî çî ye? Ew jî kêşeya ayinî û tundrewiya ayinî ye. Heger em ji vê xalê negehîn, heger em giringiyê nedinê, anku em ji gewherê nûxwaziyê û şerên wê yên mezin negehiştîne. Demê Spînoza pirtûka .. berdewam...
Rezber 17, 2013, 11:44

Rojên Filmên Kurdî ya 6. li Hamburgê destpêkir

6’emîn Rojên Fîlmên Kurd yên Hamburgê bi nîşandana fîlmê ‘Rînga Şîn’ li salona Audîmax ya Zanîngeha Hamburgê bi tevlibûna hezkiriyên sînemeyê pêk hat.Organîzasyona ji aliyê Yekitiya Xwendekarên Kurdistan Navenda Jinan a Nujiyan ve pêk hat û diyariyê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hat ki.. berdewam...
Rezber 17, 2013, 10:52

Xortê Kurd di nava hêza asmanî ya Iraqê de pêşdene

Berpirsên kurd hêvîdar in ku bi heman awayê salên borî xortên kurd pêşwaziya vê bangewazê bikin ku hêza ezmanî ya Iraqê belav kiriye û dozê li xortên Iraqê dike ku pêwendiyê bi hêza ezmanî re bikin. Efser Azad Ibrahîm Şalî di wê baweriyê de ye ku niha Kurd “xwedî roleke girîng in di nav hêza ezmanî .. berdewam...
Rezber 17, 2013, 1:07

Xwedanê şirketa Harîbo Hans Riegel mir

Xwedanê şirketa mezin ya cîhanî, ya şekirên lastîk Hans Riegel mir.Hans Riegel di 90 saliya xwe de xwedan û rêvebirê companyaya mezin ya cîhanî ya Harîbo bû. Şirketa Harîbo di sedsala dawî de şirketek ji ya herî mezin ya cîhanî bû. Bi şekirên nerm ve li Elmanya xwedan 15 karxaneyên mezin bû. Company.. berdewam...
Rezber 16, 2013, 10:45

Ocalan: Divê ji bo hevdîtinan mekanîzmayek bête danan

Parlamenterê BDP’ê İdrîs Balûken der barê hûrdekariyên hevdîtina li Îmralî ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivî û got ku Ocalan xwestiye muzakereyên kûr destpê bikin. Her wiha Balûken diyar kir ku Ocalan helwesta hikûmetê jî rexne kiriye û gotiye ji bo derbazî muzakereyên kûr bibin jî pêwîstî.. berdewam...
Rezber 16, 2013, 9:33

DMME biryara der barê Xetîp Dîcle li dijî azadiya ramane

Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê îtîraza serokê berê yê DEPê Xetîp Dîcle nirxand û biryar da ku dewleta Tirk mafê azadiya raman binpêkiriye.DMME yê der barê serlêdana serokê berê yê DEP’ê û siyasetmedarê Kurd Xetîp Dicle ya sala 2004 de rûnitinek encam da û biryar da ku dewleta Tirk mafê azadiya ram.. berdewam...
Rezber 16, 2013, 8:50

Fitch şiyarî da Amerîkayê

Saziya navdar ya diyarkirina krediyan Fitch da zanîn ku çê dibe asta krediyên Amerîkayê dabeze. Asta krediyên Amerîkayê heta niha AAA anku pir baş bû.Gotubêjên der barê deynên hikûmeta Amerîkayê de ku di kongreyêkê de hatibû şirovekirin, berdewam dikin. Piştî ku plana Meclîsa Nûneran nehate pesend k.. berdewam...
Rezber 16, 2013, 8:05

YPG: Li Çilaxa 84 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku di şerê li herêma Çilaxa ku bi êrîşên komên çete destpê kiribûn de 84 hatine kuştin, tangek, 48 kelaşnîkof, 8 BKC, 2 RPG, 7 cîhazên ragihandinê, 5 dûrbîn hatine desteserkirin. Hate gotin ku di pevçûnan de 15 şervanên YPG’ê jî jiyana xwe ji dest dane. Li Efrîn.. berdewam...
Rezber 16, 2013, 11:29

Sûdên Qehwê çine

Lêkolînên zanistî aşkere dikin ku sûd û zirarên qehwê wek hevin.  Patolog û toksikologê Zanîngeha Kolnê Kuno Guttler dibêje ku qehwe hişyariyê dide sîstema esab û herika xwînê bi hêz dike, dihêle ku mirov rehet oksîjenê bikêşe û ji ber vê mirov xwe zînde dibîne. Bi vî awayî mirov baştir hizir dike.G.. berdewam...