• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

ê - Pêveker - Pel 30

Gelarêzan 13, 2015, 10:12

Sînema şewitî bi kevalan hate nexişandin

Amûdê _ Egîd ÇolîDesteya Çand û Huner a Kantona Cezîrê, îro 13’ê Mijdarê di 55’mîn salvegera şewata sînema ’’Şehrzad’’ de pêşangehek ji şêwekarên Cezîrê re vekir.Pêşengeh li cihê Sînema ku îro navê wê “Bexçê Pekrewanan” e hate li darxistin.Seroka Desteya Çand û Hunerê,  Bêrîvan Xalid beriya vekirina.. berdewam...
Gelarêzan 13, 2015, 1:00

Nurten Demirbaş li ser leyistika “Mekîneya Hamlet” nivîsî

Nivîskarê Almanî Heiner Müller, bingeha armanca nivîskariya xwe li ser ‘xerakirin’ê ava dike. Di lîstika xwe ya Mekîna Hamlêt de, kesê/a ku ji aliyê Rojavayê ve dixwaze bê afirandin, bi rêya wendakirina nasnameyê ve mekîneya ku hatiye afirandin parçe dike. Li ber çav raxistina her parçeyên mekînê ar.. berdewam...
Gelarêzan 13, 2015, 10:18

Hêzên Kurd Şengal bi temamî kontrol kirin

Ji doh ve oparasyona girtina Şengalê ji aliyê Hêzên Kurd û piştevaniya firokeyên şerker yên hevpeymanan ve destpêkiribû, îro 13’ê Mijdarê hêzên Kurd karîn navenda bajarê Şengalê kontrol bkin. Lê şer li derdora Şengalê berdewame.Oparasyona azadkirina Şengalê doh bi piştevaniya topxaneya hêzên Pêşmerg.. berdewam...
Gelarêzan 12, 2015, 7:21

Desteya Mafê Mirov a Kurdistanê: îsal rewş metirsîdare

Desteya Mefê Mirovan a Herêma Kurdistanê raporta şeş mehên destpêkê ya sala 2015’ê weşand û ragihand ligor sala borî rewş metirsîdare.Berpirsê Desteya Mafê Mirov a Herêma Kurdistanê, Mihemed Gomeşînî di daxuyaniyekê de ji kanala NRT’ re ragihandiye: ’’ di nava şeş mehan de li parêzgehên Herêma Kurdi.. berdewam...
Gelarêzan 12, 2015, 6:35

Hêzên Kurd li Şengalê di pêşrewiyê de ne

Oparasyona azadkirina Qeza Şengalê ku îro 12’ê Mijdarê ji aliyê hêzên Kurd ve destpê bû berdewame û hêzên Kurd karîne hin xalên stratejîk yên nav bajêr de kontrol bikin.Ligor raportan, hêzên Kurd ji hêzên pêşmerge, gerîllayên PKK, hêzên Êzidî û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ê pêk tê û ji sê cebheyên.. berdewam...
Gelarêzan 12, 2015, 8:01

LEZGÎN | Tevgera Rizgarkirina Şengalê destpê kir

Li gorî agahiyên ji deverê artêşa Pêşmerge vê sibê bi boneya rizgarkirina Şengalê kete nava tevgerê û ji sê baskan ve êrîşî çeper û wargehên hovên Daîş yên Şengalê kir.Li gorî zanyariyan ji bo piştevaniyê hêzên hevpeyman bi rêka asmanî sengerên teroristan dane ber agiri.Hate ragihandin ku nêzîkî 20 .. berdewam...
Gelarêzan 11, 2015, 3:55

KCD: li Farqînê xwedî derkevin

Hevserokatiya KCD’ê derbarê êrişa dewletê ya navçeya Farqînê ya Amedê daxuyaniyek nivîskî weşand.Di daxuyaniya KCD’ê de hatiye, “Faşîzma AKP’ê di serî de gelê Kurd, hesabên bê çawa dikare tevahî muxalîfan bitepisîne û teslîm bigire dike, di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de tevî ewqas zext, hîle û diziya.. berdewam...
Gelarêzan 11, 2015, 1:29

Ako Mihemed li ser rewşa Kurdistanê nivîsî

Eger rewşa Kursistanê weha bimîne dê biftise.Eger rewşa Kurdistanê bi vî rengî be dê bifetise ji ber wê jî îro ji hemû demekê zêdetir, pêwîstiya Kurdistanê bi vebûneke hundir paşê jî vebûneke derve heye.Helbet ev demek e ev hesta li ba piraniya xelkê Kurdistanê çêbûye lê dema rojnamevanekî biyanî ji.. berdewam...
Gelarêzan 9, 2015, 11:13

VIDEO | Li Ferqînê terora dewleta tirk 6 Kurd şehid kirin

Dewleta Tirk li Ferqînê bi tanq û topa kete bajêr. Di nava dorpêçê de di heftiyekê de 6 Kurd hatine kuştin. Li Ferqînê bi hezaran niştecî bi rojane rastî terora dewleta tirkan tê.Li navçeyê elekterik hatiye birîn, internet hatiye birîn, astengiya aborî û civakî berdewame. Wekî dîtir jî kuştin berdew.. berdewam...
Gelarêzan 8, 2015, 9:22

Terora Dewleta Tirk dijwar dibe

Dewleta Tirk kuştinên dijî sivîlan an ku dijî gelê Kurd her diçe xurttir dike.Li Ferqînê kuştinên dirinde pêk tên.Li gorî çavkaniyên herêmî li ser bana kujer her kesekê dibînin didin ber gula, birîndara dikujin û teroreke bêsînor dimeşînin. Piştî destpekirina nû ya kuştina kurdan ya berî bi çend meh.. berdewam...
Gelarêzan 7, 2015, 10:07

Amûratên laş êdî têne çapkirin

Çîn ewqasî pêş ket wisan diyare dê salên pêş me bi teknîkê mirovan jî çêbikin.Li gorî nûçeya euronewsê li çînê bi rêka çapê rayên laş hatine çêkirin.Hate diyarkirin ku eve salên dirêjin zanyar hewil didin ku parçeyên laş amûratên nava mirov bi rêka teknîkê biafirînin. Ev xeyalên zanista pêk hatin û .. berdewam...
Gelarêzan 7, 2015, 9:09

Erda ku penabera têde veşêrin nema

Li girava Midili ya Yunan soysebateka mirovatiyê tê jiyandin. Êdî erd têra termê penaberan nake. Li girava Midili penaberên berhev bûyî ji aliyê rayedarên Yunan ve bi keştiyan bo Yunan têne vegihestin. Lê belê rayedaran tenê amadeyî bo 3 hezar kes kirine. Piştî vê bernamê 23 hezar penaber di giravê .. berdewam...
Gelarêzan 6, 2015, 10:53

Buhayê rojaneyê dolar xelkê Rojava perîşan kiriye

Cezîrê-EGID ÇOLIRewanbêj – Piştî ne tebabûna buhayê dolarê ku rojane ber bi bilindbûnê ve diçe, welatiyên herêma Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê şopandina nirxê dolarê  ji xwere kirine karê herî giring.Her ku nirxê dolarê buha dibe, pêwistîyên rojane yên xelkê li Rojava weke xwarin, sotemenî û gelek t.. berdewam...
Gelarêzan 6, 2015, 10:25

Pişlûk ji bîra Amûdiyan naçe

Egîd Çolî- RewanbêjBajarê Amûdê yek ji bajarên herî kevnar  li rojavayê Kurdistanê ye. Amûdê bi dîrok û kevinbûna xwe tê naskirin.Dema mirov cara yekem serdana bajar dike, balkêştirîn tişt zêdebûna  xanî û avahiyên ku ji heriyê hatiye çêkirin e.Rêjeya Malên ku ji kelpîç “Ax” hatin e avakirin li Amûd.. berdewam...
Gelarêzan 6, 2015, 2:06

KCK: Dê dest bi çalakiyan bikin

Roja pêncşemê 5’ê Mijdarê, Koma Civakên Kurdistanê (KCK)’ê di daxuyaniyekê de ragihand dê li Bakurê Kurdistanê û Trkiyê çalakiyên xwe destpê bikin.Di daxuyaniya KCK’ê de hatiye, agirbesta yek aliya ku ji aliyê me ve hatibû ragihadin, prsgirêkan çareser nake û Dewleta Tirk jî naxwaze ti pêmgavên çare.. berdewam...
Gelarêzan 6, 2015, 1:13

Li Oremarê şer û îdîayên cuda

Çend roje li herêma Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê di navbera Gerîllayên Kurd û artêşa Tirk de pevçûnên dijwar rû dane.Ligor daxuyaniya nivîskî ya Navenda ragehandina HPG’ê du roj berê, roja 4’ê Mijdarê danê sibehê demjimêr 06.00’an artêşa Tirk hewl da bikeve xeta sînorê herêma Avaşîn û.. berdewam...
Gelarêzan 6, 2015, 12:51

Li Mêrdînê êrişa polîsan 9 kes hatine girtin

Li navçeyên Şemrex û Nisêbînê yên Mêrdînê di serdegirtinên malan de 9 kes hatine girtin.Tê gotin di nav girtiyan de Hevşaredarê Şemrexê, Alî Ozkan jî heye û ji 11 kesên hatibûn binçavkirin, 9 kes hatin girtin.Roja 3’yê Mijdarê, jendermeyan li navçeya Şemrex û Taxa Girêmîra ya girêdayî navçeya Nisêbî.. berdewam...
Gelarêzan 5, 2015, 4:29

Penaberên Kurd û Îranî li kampa Rutenbêrgê di grevê de ne

Hat ragehandin ku hejmareke penaberên Kurd û Îranî yên di Kampa penaberan a Rotenburg a li Eyaleta Hesse ya Elmanyayê de dest bi greva birçîbûnê kirine.Sedema grevê diyar nekirina rewşa wan penaberan û hilbijartina dosyeyan ligor dilê xwe ji aliyê berpirsan ve hatiye ragihandin.Rojnamevan û çalakvan.. berdewam...
Gelarêzan 4, 2015, 2:03

Ji ber arîkariya Penaberên Kurd xelata cîhanî wergirt

Karmendê çalak û serkeftî yê Kurd Hamdi Ulukaya xelata “Lîderiya Cîhanî”wergirt. Weqfa Neteweyên Yekgirtî ji ber arîkarî û piştevaniya karmendê Kurd Hamdi Ulukaya ya ji bo penaberan û bi taynet ji bo arîkariya penaberên Kurd ew hêjayî xelata lideriya cîhanî dît.Xelata ku dihunê şev hatî dayîn bi beş.. berdewam...
Gelarêzan 4, 2015, 12:53

Şer piştî hilbijartina dijwar dibe 2 şehîd

Dihunê li Geverê artêşa Tirkiyê ya dagirker êrîşî ciwanên Kurd kir. Êrîşa bi navê girtina xendeka di nava taxên Geverê de dijwar bû. Leşkerên bi navgîn û çekên giran êrîş birin ser Kurdên nava bajêr 2 ciwanên Kurd şehîd kirin.Di êrîşê de ciwanê bi navê Çetin Dara (20) û Dogan Dogma (18) jiyana xwe j.. berdewam...
Gelarêzan 3, 2015, 11:48

Nivîskar Çiya Mazî li ser hilbijartina şirove kir

Gellek kesan tiştek gotin li ser hilbijartina Tirkiyeyê. Ya ku pir di medyaya civakî de bal kişand ji alî mirovên ku bi partiyan ve ne girêdayî bûn ev bû ku digotin “bila kurd bi çepê tirkan re hevkariyê nekin” an jî “bila kurd vegerin li Welatê xwe tenê siyasetê bikin”. Belkî jî tenê ên ku pir bala.. berdewam...
Gelarêzan 3, 2015, 10:58

Google vê carê dest avête zimanê Kurdî

Mitora lêgerînê ya herî mezin Google piştî salên dirêj dawiya dawî zimanê Kurdî him Kurmanciya jorîn, him ya jêrîn xiste nav bernameya xwe de. Google li gel pir daxwazî û bendêmayîn û serlêdanan hetanî neha hewl nedida ku zimanê Kurdî bixe nava bernameya xwe ya wergerê de. Lê van roja google dest bi.. berdewam...
Gelarêzan 3, 2015, 10:15

Çima îcar Erdogan bi ser ket

Di warê navxweyî de şikesta hilbijartina 7’ê Hezîranê ji bo AKP’ê di astekê de bû ku çi nemabû hevsengiyê ji dest bide, tevî ku dawiya dawî hevsengî jî ji dest da û li şûna şerê bi DAIŞ’ê re hat û şerê PKK’ê geş kir, rastiya wî şerî û oparasyonên du mehên borî ji bo vê bû ku Erdogan ji civaka Tirkiy.. berdewam...
Gelarêzan 3, 2015, 8:31

HÊDÎ ŞÛR Û XENCERÊN XWE DANIN

Piştî encamên hilbijartinê yên ji serî heya binî hîle, bi sed hezaran deng ji berê bi awayek amade ji bo AKP’ê hatî bikaranîn derketî holê, hinekan bi zanabûn û hinekan jî bê zanabûn, tenê ji ber rast ne xwendina encama rewşa derketî holê destdan şûr û xenceran û dest bi êrişên ser HDP’ê kirin.Hêdîk.. berdewam...